Çi Ji Bizava Kurdî Tê Xwestin ?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 ÃÈÑíá 2008
Mijar: gotar



Zamdar Zindî

Weke em tev dizanin ku, hebûna netewa Kurd li Sûriyê li ser axa xwe ya dîrokî ye; ne penaber û ji hindikên gelê Sûriyê ye, ji kok û pergala dewletê ye. Di pêvajoya dewleta Sûriyê de gelê kurd baca avakirin û berdewamiya wê pir giran daye, digel wê jî deslatdarên Sûriyê, ew bi zor û setemê diyar kirine û ji binî ve nepejirandine. Ji ber van ho û sedeman û hinên din hêþt tevgera gelê Kurd, weke tofekê ji ax, êþ û hebûna xwe þîn û mezin bû. Ji ber wê doza Kurd rewþa dademendiyê wergirt û tevgerê nûnertiya wê ya rawe li Sûriyê stand.


Bizava Kurd di ketin û rabûna xwe de, dikarî pir destkewt in biçûk bistandana, tevî ew deskewtî biçûk in, lê zev bi watên mezin û dîrokîne. Lê, gelê Kurd hê di tengazê de dijî û ji mafê xwe yê mirovane bê par e ; taku em xwe ji vê rewþa tal û tûj rizgar bikin û destkewtên hene biparêzin, zor setema li ser milê xwe sivik û rakin. Pêwîst e bizava Kurd li Sûriyê bi cavekî bilind û pirsyarî li têkliyên xwe bi xwe binêre û wan di çarçewa  kongirekî  netewî kurdî de bi ci bike û bi terixîne. Taku lêvegerek netewî jê peyda bibe ku bi  yek  ziman bi hemî hebûyê rêzanî û civakî û rewþenbîrî re bide û bistîne û rê li ber lîstik û minewerên  deslatê û yên din bibirin.
Ji ber vê lêvegera Kurd li Sûriyê  bûye pêwîstiyek dîrokî, kar û xebatek îjdil jê re divê. Ev ustbariya hemî baskên bizavê û fereziyên serbixwen e. Lê, mixabin hin partî  kurd hene, ji kiryarên wan tê aguhdar kirin, her rojekê  li hêlek tevgrê radiwestin û bi deruþmên xwe yên germ, bi pêþ dîrokê dikevin û tim dûrî karên hebeþ in, pozbilidiyek pûç û lûç li serê partiyên din dikin, bi çi awî be û li ber kîjan nêrîn, diruþman û pêþniyaran be lihevkirina kurd ji hev diþmitînin û yasayên diblumesiyê û danstandinê nizanin biparêzin, jê re ne dilsoz in. Li vir ji partên serek û gavên pîvayî davên tê xwestin, xwe bi ber bayê wan nexin û doza karên hevbeþ bi wan re bikin. Kevir û kelemên li ser riyê rûniþtina  kongirekî netewî kurdî çê dikin. Di doza rûniþtina kongirê netewî bikin û wê bajon serî ta ew lê beþdar ne bin jî. Ji ber ku rojên tên, li me netên piyar kirin (rihmê) û barê guhartinê li me giran dibe, derengî û dûrxistin netê pejrandin.    
Li rex têkiliya kurd xwe bi xwe û hevdana mala kurd, milet û tevgera kurd têkilî bi gelên Sûriyê din re pêwîstiyek mezin e . daku miletê û tevgera Kurd li Sûriyê, li gor rewþa êsta û nêrînên cîhan û herêmê dijî û tê re derebas dibe, divê baþ hûrikên wê binasin û bi rastî jî hebûna Sûriyê weke niþtiman ji xwe re bibînin û jê re dilsoz bin û bipejirînin . Divê daxwaz û gavên me pir pîvayî bin, dûrî derûþmên qelakirî û sergerm bin yên xizmeta deslatê û erebên çavteng  dikin pirtirî doza gelê Kurd bikin.
Li ber nêrîna hemwelatiyê û Sûriyê welatekî hevbeþ ji gelê wê re û em Kurd wek miletekî xwedî maf bi kesên ne Kurd xwe bidin nasîn, ku ew li rex mafê me rawestin û erê bikin . Em hebûyên Sûrî bi hemî kakilên xwe, çi netewî, û çi olî û rêzanî… hebûna hev rêz bigirin û ramana demukratiyê biçînin,  ku bi hev re bijîn . Ev erk û ustbarî gelek giringin e. Divê em biramin çi li hindir, çi li derve dostan, ji doza xwe re pir bikin . Ji ber vê, belgeya mafê gelê Kurd yê ji hêla tevgerê ve erê bûye , li gor dema niha li pêþ e.
Têkiliya tevgea Kurd li Sûriyê, bi rêxistin,  partî û komelên mafê mirovan re zû bi damezrandina danezana Þamê ber girt, ew jî gavek durist e li ser rê ye. Deriyê xebatê li ser piþtê ji tevgera Kurd re vebû, pê re erk û ustbarî jî bilind bûn. Divê em jî bi qaserî wan bin, ji ber ku em ji sibe deshatdarên Sûriyê ne.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1020