Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cegerxwīn, Helbestvan, ū dīrok nivīs

 


Xalis Msewer

Spas, ji serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî re
Spas, ji serokê hukûmeta Kurdistsnê re.
Spas, ji hemû kesên ku di bi vê helkeftina giring û pîroz de, mijûlbûne û amadekirine.
Spas, ji vê xaka azad re, ku îro li ser dêmên wê, cavên min ji azadiyê têr nabin, îro ez li ser vê xakê azadim.


Bi rastî roja mehrecana Seydayê Cegerxwîn, di dîroka netew û rewženbîrya Kurdî de, rojeke navdar û pîroze, ne bi tenê ji vî helbestvanê gernas û gewre re, lê ji hemû helbestvan, û tekožer, û welatperwerên Kurd re jî, rêzgirtin û rûmetdaneke pir bi havil û mezine. Cegerxwîn li Kurdistana bakur hate dinê, û pirê jiyana xwe li Kurdistana rojava buhartiye, û li wir hate vežartin, îro jî li Kurdistana bažûr mehrecana wî li dardikeve, ji kurdistana rojhilat jî rewženbîrên Kurd lê amadedibin, ango ew yekîtiya ku Cegerxwîn xwenên žêrîn pê didîtin, îro di vê mehrecanê de bi payebilindî pêktên. Dîsanê li vir serokatî û hukûmeta herêma Kurdistanê û gelê Kurd, bi serbilindayî didin xuyakirin, ku ta bi çi radeyek bilind, rûmet û rêzdarya rewženbîr, û tekožerên bûyerên netewî, li bal wan peydadibe.
Bi kurtayî diyardibe ku Cegerxwîn di jiyana xwe de, bi du žaxên rewženbîriyê ve xwe mijûlkiribû.  
- yek jê žaxa, rist û helbestaye, nemaze bežên helbesta netewî û welatperweryêne.
- ya din jî, danhev û berhevkirina bûyerên dîroka Kurd û Kurdistanêne.
Lê bêgûman diyare jî ku ristan xwe bi giyanê wî ve mijûlkiribû, û têde hêlînên xwey helbestî bi hostayî avakiribûn, ango ristan û giyanê wî yê netewperest, xwe tev lihevkirine û bi hev re hatine ristin û hûnandin, ta mirov kare, Seydayê Cegerxwîn (ristvanê netewperesta Kurdî) bi navbike. Dîsanê ku em bi nêrînek hûr li helwêsta ristên wî binêrin, wê ji me ve diyarbibe, ku rista Seyda ya bežê netewperest, bi çar žêweyên serekane hatiye danîn û rêzkirin:
1- Žêweya agahdarî û žiyarkirina miletê Kurde, ku zordarî û stemkariyeke mezin li ser tê mežandin, û ji vî miletê mêrxas re weha dibêje:
Dirêjî te dibin destê stemkar
Bixwîn xwarî dinožin qehremanî
Bi talan te dibin bedkar û xwîn xwar
Nizanim ku çine zor û ziyanî
2- Žêweya welatperwerî, û girêdana bi qad û xaka Kurdistanê ve, bi rengê diramatîkek folklorî, dide xuyakirin, çaxa ku dibêje:
Welatê min digote min birazî
Cegerxwîn  kurê min tu ji derdan
Silavan zû ji min bighîne kurdan
Bibêje: Ez keçek bûm, ta ku
bûm pîr
Nedî min xwe wekî vê salê êsîr 
Lê bêgûman ku Cegerxwîn îro li vir sax û amadeba, wê ev rêza dawî weha bigota:
Nedî min xwe wekî vê salê /azad/ 
3- Žêweya sisyan giridana bi dîrok, û kelepûr, û sembolên dîroka welêt ve tîne ziman, ku dibêje:
Were rabe tu Bodaq û begê pîr
Di suhran de hene sed begler û mîr
Birîndarin ji wan re nînin derman
Di destê wan nemane žûr û ferman         
4- Ya çaran jî, Žêweya tevrakirin û navtêdana keç û xurtên Kurdistanêye, ku dibêje:
Hey qehreman miletê Kurd
Žerme tu razî
……………………
Bese yan dê bijîn yan dê bibin ax
Hezar ax û hezar ax û hezar ax.
Weha Seydayê navdar, di helbesta xwe de êž û derdên miletê xwe diyardike, di demekê ku hê xwenasîna Kurdanî netewî (وعي الذات القومي الكردي), di destpêka xwede bû, yan jî hê pir lawaz û ziîf bû.
Bi vî rengî, Cegerxwîn bi helbestên xwe bibû sedemek serekane, di warê belavkirina xwenasîna netewî de, hižtibû ku perda tarîtiyê zîvar zîvar bibe, û tîrêjên hêvîtiyê di nav perçên wê re li çol û çiyayên Kurdistanê ronî bidin.
Evna bi gelek kurtayî helwêsta Cegerxwîn ji aliyê helbestê ve me da xuyakirin, lê ku em bên warê dîrokê, emê bibînin: Tevlî ku Cegerxwîn ne dîrokzanekî akadîmîye jî, lê em karin bêjin: Ku wî bi dîroka Kurda ve baž xwe westandiye, û gelek jî civandiye û berhevkiriye, ta karîbû pirtûkkê bi navê(Tarîxa Kurdistanê) bi sê çerman binivîse û bîne heyînê, dido ji wan min bi xwe, wergerandine zimanê Erebî û çapbûne, ya sisyan jî hê di nav destê mindeye, werdigerînim zimanê Erebî. Hersê çerm jî evin.
- Tarîxa Kurdistanê, çermê yekem. Xurû dîroka Kurda û miletên mîzopotamya, yên berî zayînê û kevnar tîne ziman. 
- Tarîxa Kurdistanê, çermê diwem. Ku dîroka derebegiyên Kurdî di sedsala nozdehan de avabûne tê de dabaž dike.
- Tarîxa Kurdistanê, çermê siyem. Dîroka (Selaheddînê Eyûbî) û ya kurda di Islsmê de dide xuyakirin. 
Di vê helkeftinê de dîsanê dibêjim: Erê Cegerxwîn di warê dîrokê de, ne dirokzan û akadîmîbû, lê bêgûman karîbû dîroka Kurdan bidehev û gelek caran jî anelayz û žîrove bike, û ray û baweryên xwe di vê babetê de bîne ziman, mînaka vê jî ewe: Çaxa gotina dîrokzanê Erebî kurê wasil tîne ziman ku dibêje: pižtî mirina Selaheddîn serdar û fermandaranan, ji Žamê ji cem (Elmelîkil – Efdel) reviyan û çûne Misrê nik birayê wî (Elmelîkil- Elezîz), û ev tižt ji nezaniya wezîrê wî kurê Esîr hatiye. Lê ez dibêjim(Cegerxwîn dibêje): Kurê Esîr ev tižt dizanîbû û nedixwest hevsarê dewletê bikevî destê mirovên bêgane, û dixwest Kurd tenê li hawîr Evdel bin, û girtin û berdan bi carek di destê miletê kurd de bin).
Bi vî hawî Cegerxwîn ne bi tenê dîrok berhevkiriye, lê ew li gor raya xwe, žîrove û anelayz jî kiriye, dîrok jî – weke ku zanyarê wê dibêjin- nabe zanist ku anelayz tê de nebin. Ji ber van hemû sedeman diyardibe, ku hersê çermên pirtûkên wî yên bi navê (Tarîxa Kurdistanê), bi xurtayî xwe digihînin radeya jêderên dîroka Kurdistanê, û dîrokzan karin jê bigrin, û gotar û pirtûkên xwey dîrokî pê tekûz û zengîn bikin.
Ez vê dibêjim, ji ber ku min hûr li naveroka pirtûkan nêriye, û gihame wê encamê, ku Cegerxwîn bi cidiyet û emanet, û bi zanistek rast û dirust ew pirtûkên xwey dîrokî nivîsîne yan berhevkirine. Lê nabêjim jî, ku Seyda di nivîsandina dîroka xwe de, bi çend gotinan žaž neçûye, ewna jî ji yê xwêner re nayêne vežartin. Wilo jî em hêvîdarin, ku pirtûkên wî yên dîrokî, bežek ji jêderêln dîroka Kurda bêne jimartin, mîna rist û helbestên wî, yên ku di vê dîroka mey tiracîdî de bûne tîrêjên rojê, û em bi wan û yên weke wan, riya tekožîna xwe dipelînin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark