Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: xweþkirina turkiya di baweriyên piþkçî de ye

 


  Mûsa Zaxuranî

     Doza kurdî di rojhilata navîn de bi tevayî, û di turkiya de jî, li cihekî ber çave, û li radeyeke bilinde li gor rewþa wê berî guhrtinên li cîhanê, û herêma rojhilata navîn, û bûye pirseke giring, ji hemî miletên ko ew û kurd bi hevre dijîn, û bûye kilîta guhertinên ko tenê xwestin li herêmê û pêþveçûn, dîmuqratî, avakirin, mafên mirovan û…


bi vê dozê ve hatine girêdan, ne doz û ne ev guhertin bêyî hev nayên pêk anîn, û ji layekî dinve ev doz xwedî giringiyeke abûrî û polîtîkî û civakîye, di vê herêma ko her dewleteke xwedî hêz û berjewendî cavê xwe lê di gerîne, û dixwaze vê herêmê hevsarke ji berjewendiyên xwe re, û berjewendiyên her dewleteke bi hêz di vê herêmê de xuya û ber çav û pirin.
      Desthilatdarên turkiya, hîn ji berî (150) salî ve, destên xwe xistine qirika miletê kurd de, û ew xistiye bin darê zor û setemê, divin vî miletî di zindanan de kedî û tine bikin, nejad perestiyê ew kor kirine, û (30) melyon kurd nabînin, ne dibistanek bi zimanê wî jêre vekirin, ne fabriqek ne kargihek li herêmên wî avakirine ji bonî ko ev millet ji cihê bav û kalên xwe rabe û di bajarên turkan de winda bibe  û wêran kirina hezarên gunda û kuþtin û girtina hezarê xortên kurd armancê turkên nejadperest diyar dike, mixabin ji wan weye ko wê bi vî awayî miletê kurd, miletê þoreþ û þoreþvana winda û tine bikin, lê weke ko diyar dibe, û me di pêþîde jî got: xuyaye ko ew ji dest berdana dihên milyarên dolaran, û kuþtin û girtina hezarê kurdan û wêran kirina gundan, kurd winda ne kirin û nakin, ji ber ko kurr û krçên amedê, batmanê, cezêra mîra, mûþê, wanê, bedlîsê, midyadê, mêrdînê, dêrsimê, hekariya, agrîdax, goya , þernexê, sasûnê, tora hevêrka, zaza, koçgirê û omeriyan… nikarin tine kirina xwe daqurtînin, wê li peyî doza xwe bimînin, ta ko wê bikin bûk û wê bi xemla wêve diber gor û dergihên hemî nemiran re bi bin, da ko kêlên nemiran sirûda ey reqîb bixwînin, û gul kulîlkên kesk û sor û zer li ser gornên wan dîlana jiyanê bikin, û kevokê sipî asîmanê amedê û istanbolê û her bajarî bixemlînin.
     Ji berî herkesî, û ji bonî ko xweþî bikeve her dilîde, ji rijîma tirkî tête xwestin, ko çareke hevçerx ji doza kurdî re bêk bîne, di neynika dîroka xebat û tekoþîna miletan re bi nêre, ne di neynika þovînî û ezezyan re  û ne jî di neynika nejadperestiyê re û bere xwedê yên wekî piþkçî pir û xurt bike, ko welatê turk û kurdan bi xweþî û aþîtî û pêþveçûn û dostanî û gulên li hevhatinê ava bikin û bi hevre, û dest di dest de bi Kevin yekîtiya ewrupa de ji bo ew jî wekî ewrupiyan, welatê xwe xweþkin, û sude û dan û standin û yasayan ji wan hîn bibin û kurdan ji zûve gotine: yê ko li kerê iblîs siwar be, wê xwe bibînê û ez jî bawerim ko wê xwe bibînê û wê xwe ji herkesî bihtir bi êþînê.

Mûsa Zaxuranî (bavê gulê) – Qamiþlo
15-2-2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark