Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: KURDEKÎ SED Û BÎST Û DU SALÎ Û PIRTÛKA GÊNIS !!!! *

 


Di encama cenga cîhanê ya yekemîn de, hin peyman hatin nivîsandin û pêkhatin ligor berjewendiyên dewletên mezin û bi hêz,wek Fransa û Înglistanê yên ku parçebûn û levakirin pêkanîn, li deverên ku di bin desthilatdariya wan de bûn, bê ku guh bidin hest û viyana milletan. cografîyeke nû hate çêkirin di rojhilata navîn de. Kurd weke milletekî bindest ji binî bê par bû, ji aliyê destkeftina, lê bêtir welatê wî parçe bû, sînorên nû jêre hatin danîn, lê ew bixwe yek bû bi hestê xwe yê netewî û bi wê giyana Kurdayetî û Kurdistanî û her û her welatê xwe yek parçe didît.


Kurdan pir caran cihê xwe diguhestin û bizava wan bi rengekî xuristî û azad bû di hindirê cografiya Kurdistanê de û ew ti carî ne penaber bû di welatê xwe de tevlî hebûna van sînoran.
Ji ber sedema wê guhestinê carna di bin bandora alozî û astengiyên jiyanê de, carna jî di bin bandora zilim û zordariya dagîrkeran de bû.
Koçberbûna diyar çêbû berî şoreçşa Şêx Seid 1925an de û piştî wêre, ji ber sedemên civakî û îkonomî û siyasî.
Gelek rewşenbîr û nûnerên siyasî li qûnaxeke (atmosfêr) aram bi cî bûn, ta ku karibin kar û berxwedana  xwe berdewam bikin jibo mafê gelê Kurd, lewra ew binxet bûn sedema van armancên pîroz û hêja.
Hecî Osmanê Remo di destpêka sihan de ji sedsaliya bihurî de ji gundê Dalînê (gundê dalînê di kevê navbera Nisêbîn û Midyadê de) binxet dibe û li gundê Xizna bi cî dibe.

 

Ligor nasname û gotinên Hecî Osman, ew di sala 1885an de li gundê Dalînê ji dayik bûye, zaroktî û bengîniya xwe li wî gundî derbas kiriye, û gelek serpêhatî û demên xweş li wê deverê qedand dibûn, û di hate bîra wî bê çawa Filihên Siryanî yên gûndê Nehilê hîn berî fermana 1915an, Kurd di parastin ji tirkan, loma Kurdan jî ev başiya han jibîr nekirin di dema fermana mezin de cîranê xwe parastin.
Gava Hecî Osman tê gundê Xizna, wê çaxê ew bi jin û zaro bû, û Şêx Ehmedê Xizna jî li gund bû, û dibêje ku wê demê jibilî kurdan, fileh û cihû jî li gund diman, lê Heci gelekî li gund nema, tevlî ku sê hezar kelpîç jî ji xwere birîbûn, bar dike diçê Şermox yê ku lê dom nakê, û berê xwe didê gundê Tilmarûf ta ku bi dawî li gundê Emrî bi cih dibê û ta roja îro li wir dimînê.
Gundê Emrî, îro roj dora 100 malî lê heye, ew dikevê başûrê bajarê Qamişlo ( dora 40 kîlomitir ) de, berî Tilhemîs bi 5 kîlomitran û gund ava ye ji berî 70 salî ve.
Hecî Osman tu carî ji kar qut nebûye, ji bilî van her çar salên dawî, ew jî sedema kêm dîtina çavê wî bû ku nikarîbû xweşik bilivê.
Nedûr,nêzîk wî li hewşa mala xwe de darê fêkî çandibûn û teyarkek çêkiribû û gava hin gundiyan jê pirsîbûn: Hecî mane derange ti vi karî dikê. wî gotibû: eger ez jê nexwim, helbet wê zarokêmin jê bixun! û bi rastî me jî ji tirhê teyarkê Hecî xwar.
Ev domkirina karê wî yek ji sedemê temendirêjiya wî ye, ji ber ku Hecî gelekî guh dida karê xwe û carna jê gava ew li çolê bû û hîn karê wî bidawî nebûbû, berê xwe dida rojê berî ku herê ava û digot: xwezî hinekî din jî ti maba û ne çûba ava ji bonî min karê xwe îro xilas kiriba!!! Hecî bi yekcar çixare ne xistiye devê xwe de û xwe ji ti rengên xwarinan jî kêm nekiriye, ji mast,şîr,xurme,hingiv, runê erebî û goştê sewalan  û hemû xwarinên din, û tu carî av li dû xwarinê venedixwar.kêm nexweşî lê derketin ji xeynî ku carekê timbêlekê li ereba wî ya qantirî xistibû û Heci pir êşiya bû.Heci Osman nêçîrvanekî di ser xwe re bû, û her û her  nêçîr dikir (bêtir di heyvê zivistanê de) ji ber ku nikarî bû kar bike ji sedema şilî û baranê, wî xwe bi nêçîra zerzûr, ordek, qaz û qitkan mijûl dikir.
Hecî Osman ta roja îro li ser hişê xwe ye û kêm mirov di cîhanê tevî de di vî temenî de wisa şiyarin, lewra gelek buyer û bîranîn di hatin bîra wî ji zaroktî ta meznaîya wî .
Hecî ji mere axivî li ser rojên berê û hin cejnên Kevin weke BASIMBARÊ, ev cejin dikete roja 25ê adarê bi hisabê Kurmancî, û wî digot:
DEXLÊ RABE BASIMBARE
XWEDIYÊ TE NE DEYNDARE
EM TE JI KÊLÊ BIXIN IMBARA
Hecî di hate bîra wî gava ku li gundê Xizna bû, nexweşiya Xurya li herêmê belav û veda bû, di wê demê de gelek zarok û mezin pê miribûn, ji ber ku hingî çare û derman jêre nebû.
Di hate bîra Heci salên birçîbûn û xelayê, û ew salên serme û berfa giran.
Hecî ji welatê xwe hezdikir û herweha ew mirovekî dilovan bû dilreşî ne dixiste dilê xwe de û ev tişta ha diyar bû di rûyê wî de, weke mirovekî firiştî û nêzîkî xweda bi hesten xwe û hemû kar û têkiliyên xwe, û ev jîndariya wî giyanê xweş û dilxuaz di peyvan de diyar dikir:
-Gotina xweş bûhara dilaye!!
-Hemû tişt nêr li mê siware, lê ştexaliya mê li ya nêr siware!!!!
Wek me got Hecî baweriya wî bi diyalog û gotna xweş tê, lê berevajî wê jî, wî zilm û tedarî ne di pejirand û doza heqiyê dikir û ji pey ne di hate xuar, û wî ji mere ev tişta han bi hin çîrokan şirove kir: di demeke nêzîk ne kin de, Hecî û hin mirovê xwe berê xwe didin serxetê, û wê di qapiyê Nisêbînê ve here, ji ber sedema mirina xwiha wî li serxetê. Zarokê Hecî hin çaya reş bi xwere dibin ji bonî xelkên xwey serxetî weke diyarî. Li qapiyê Sûrî çayê ji distînin, Haya Hecî ji vê çîrokê nîne ta sînorê Sûrî derbas dike, jêre dibêjin ku çaya wan birine, Hecî pir di qeherê û di cî de vedgerê cem gumrik û leşkerên Sûrî û bi gotina didê ser wan bê çawa wan ew çaya wî dizî ne û birne tevî kun e geleke jî û diyariye. Komek peyv da rûwê wan ta giha cem meznê wan jî û gote wan ez hermê kûdê ezê vê çîroka wê destnîşan bikim û bela xwe ji wan ne vekir, ta ku çaya wî lê vegerandin, êdî ji nûvre berê xwe da serxetê û derbasî aliyê din bû. Ji ber ku ew di ma matmayî ji vê bêrûmetiya di derhekê insane de, nexasim mirovekî kal weke wî .



Hecî di vî temenê xweyî mezin de ye, lê ew navê kurdan girê dide bi dîroka lehengî û destana Mela Mistefa Barzanî ve, û her û her li cem wî ew bavê dîroka netwa kurd e, û ev destxistinên rojên îro, fêkiyên wê dema rabirdû ne, ji ber ku Hecî baweriya wî ne tenê gotina xweş bû, lê wî bawerî bi karê pratîkî tanî û ev tişta han li cem wî pîroz bû.
Hecî Osman mirovekî henekçiye, kêfa wî ji gotin û henekên xweş re dihat ta emrê wînî niha, û ew kesekî vekirî ne dilreşe, çikû girêdana wî bêtir bi xuristiyê re hebû û her û her di nav de karê xwe dikir bê ku rawestê, û ya din jî wî xwe ji dervey sînora didît, welatê wî li yek bû, serxet û binxet welatek bû, rojekê ji rojan jibilî van hestan ne ket bîr û ramanê Hecî, loma gava xuha wî li serxetê dicê ser dilovaniya xwedê, roja înê dibhîse, wê rojê zarokê xwe bi rê dixe û wan dibe qapiyê Qamişlo ta ku derbasî Tirkî bibin. Dem û cih ne diketin bala wî, li cem wî cihek bû, welatek bû, sedema ku wî doza derbasbûnê li eskerên sînorê Qamişlo dikir û di got ma ne şermeke mezine ku xuha min li serxetê miriye û win jî destûra min nadin!! Mane va du gavin û ezê bighêjim wêde!!çima win mi derbas nakin? Ma win nabînin ku şermeke girane ku ez neçim ser şîniya xuha xwe!!!
Hecî kir û ne kir ew derbas nekirin, û dawî bi dilekî şkestî vegera malê û ta roja din ji nûvre çû.
Îro roj Hecî Osmanê Ehmed (Remo) li gundê Emrî hîn di runê û xwedê emrê wî dirêj bikê û tenduristiya wî baştir bike, ji ber ku ew nimûnek bêhempe ye û kême di vê derdora me de û niha îro (171) zarok û nevî û zarwê neviyê Hecî hene ji du pîrekan, û ev nimûne û diyardeya hanî giranbiha hêjaye ku bikevê nav diyardeyên cîhanî de û tevlî pirtûka Gênîs bibe, ta kurd jî beşdarbin di vê pirtûka navnetewî de û bi parbin û ne bêne windakirin.
------
* Ev hevpeyvîn di hijma (2) ya govara HELEZ de hatiya weşandin

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark