Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ordixanê Celîl: Lehêngê çand/zargotin/folklora kurd…

 


  Îbrahîm GUCLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Tê zanîn ku di vê merhelê de pirsa êrişa Tirkiyeyê li ser Herêma Federe ya Kurdistanê, ji bona neteweya kurd û her kurdekî bûyereke gelek jiyanî ye. Bi salan e ku ez û gelek rewşenbîrên kurd li ser siyaseta dewleta tirk ya xeter ku li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê dimeşîne, dinivîsin. Ev siyaseta dewleta tirk, beşek ji siyaseta wan ya dîrokî û klasîk e.


Ez dikarim bibêjim ku piştî ku li dinyayê sîstema sosyalîst xwe bi xwe hilweşiya, diyar bû ku li gelek herêmên cîhanê û li herêma rojhilata-navîn jî, statûyê bê guhertin. Li Rojhilata-navîn guhertina statûyê, diyar bû ku dê di serî de  di rewşa neteweya kurd de guhertinekê pêk bîne. Bi taybetî jî ji bona ku neteweya kurd li başur, ji guhertin û xwe bi xwe îdarekirinê re amade bû, dê li wir guhertinên xweş bibin û bûn jî. Dema ku li başurê Kurdistanê, piştî sala 2003-an pêvajoya federbûnê dest pê kir, li hemberî vê pêvajoyê êriş û planên qirêj yê dewleta tirk jî dest pê kir. Ev êrişa di van rojên dawî de bi “tezkereyê” hatiye merheleke gelek dijwar û êrişkeriyeke nîjadperestî û tehcîrê..
Min dixwast ku li ser vê  pirsgirêkê careke din binivîsim. Bi taybetî  min dixwast ku li ser siyaseta desthilatdariya kurd li hemberî PKKê çi bû, rola PKKê di van bûyerên dawî de çi ye, binivîsim. Lê dema ku min ji nivîsa Kek Ezîzê Cewo û nûçeyên çapemeniya kurd xwend ku xebatkar û lehêngê folklora kurd birayê mezin mamoste Ordixanê Celîl çûye dilovaniyê xwe, wê demê ji bo dozkarê çand û folklora kurdî, lêkolîneger Ordixanê Celîl nivîsandin girîngtir bû û ji aliyê wîcdanî de jî ev ji bona min rasttir bû..
 
    ******
Helbet di van rojên dawî de, piştî koçkirina Nezîf Telek, Mehmed Uzun, Selah Sedallah, ji bo xebatkar û lehêngê çand, zargotin û folklora kurd  Ordixanê Celîl nivîsandin gelek barekî giran, zehmet e û min gelek jî diêşîne. Lewra di sala dawî de ji bo ajîtatorê şev û xwepêşandina Nedîm Dagdevîren, hîmdarê DDKO-yê Nusret Kiliçasalan, dost û piştgirê DDKO-yê parêzer Cemal Beydogan nivîsandin jî, ji bona min bû wezîfeyekê.  Lê li hemberî wî/wan divê em wezîfeya xwe jî bînin cîh. Wek Kek Eyûp Kiran jî nivîsandiyê, di van rojên dawî de çar stêrkên Kurdistanê bi serbilindî, bi maxrûrî û bi wakar ji nav me koç kirin. Wan, di dil/serê gelê kurd û me de birîneke kûr vekirin, çûn. Koçkirina wan ji nav me, careke din wezîfeyên me yên kurditî anîn bîra bme. Dema ku me jiyana wan çar stêrkan anîn ber çav, me fahm kir ku mirov bi serê xwe hêzeke çawa mezin û berhemdar û afirandî ye. Mirov çawa bi serê xwe orduyek e.  Lewra wek gelek nivîskaran jî nivîsand, van çar stêrkan  di jiyana xwe de, di şertên gelek zehmet û dijwar de gelek karên hêja û neasayî pêk anîn.
Ji bona vê ez dixwazim di destpêkê de diyar bikim ku em ji wan re minnetdar û deyndar in. Wan di jiyana xwe de karên gelek hêja kirin; ji ciwan, nivîskar û lêkolînegerên kurd re rê vekirin û pêşengî kirin. Ciwan, nivîskar, rewşenbîrên kurd dê wan bişopînin, helbet dê riya xwe ya taybetî jî ava bikin.
Mamoste Ordixanê Celîl û sê stêrk din di nav me de digerine. Ew nemirin. Ew bi berhem û xebatên xwe yê hêja di nav me de dijîne. Em û neteweya kurd bi wan serbilind in. Ji bona vê ez Kekê xwe yê delal Celîlê Celîl û ji malbata Celîlan re nabêjim ku serê we sax be. Ez ji wan re dibêjim ku ew jiyana biramezinê me, mamosteyê çand, zargotin û folklora kurd Ordixanê Celîl ya nû ji bona me pîroz be. Ewê li dinyaya nû jî, vatinî û dozkariya xwe ya kurditî bi delalî û serbilindî û bi lehgî bîne cîh.
    ******
Erîvan qibleya kurdan…
Dema ku ez zarok bûm, min dizanî ku li dinyayê bes neteweya kurd dijî ye. Lê hezar mixabin, em xwediyê radyo û dibistanan nebûn. Mezinên me du radyo guhdarî dikirin, radyoya Kermanşahê û radyoya Erîvanê. Paşê min fahm kir ku ew herdu bajar jî ne bajarên Tirkiyeyê ne û ji me jî bi hezaran kîlometreyan dûr in. Mezinên me bi taybetî jî radyoya Erîvanê guhdarî dikirin û  lewra stranên di radyoya Erîvanê de dihatin pêşkêş kirin, zêdetir li xwaşiya wan diçû. Li cem vê yekê kurdiya radyoya Erîvanê, nêzikî kurdiya herêma me bû.
Dema ku di dibistana navîn de ji bona kurditî ji sosyalîzmê re sempatî û kêfxweşiya min dest pê kir, wê demê Erîvan û Başurê Kurdistanê ji bona min  wateyeke din qezenç kir. Wê demê min zanî ku Erîvan serokbajarê Ermînastanê ye û Ermînastan jî beşek ji Yekîtiya Sowyetê ye. Heta ez dikarim bibêjim ku dema ku min naskir ku Erîvan sosyalîst e, di serê min de zêdetir bi cîh bû ku sosyalîzma dê pirsa Kurd û Kurdistanê çareser bike, lewra wekî din li tu dewletên din jî radyoya kurdî tune bû.
Dema ku min di dibistana bakelorî (lîseyê) û destpêka ûnîversîteyê de Erîvan şopand,  navê mala Celîlan di derece yekem de derket pêşiya min.
    ******
Ekol û dibistana kurditî: Malbata Celîlan…
Di nav demê de min fahm kir ku malbata Celîlan, dezgeh û rêxistina folklor, dîrok, musîk, zargotin, çapemeniya kurdî ne. Ew bi serê xwe ekol û dibistaneke kurdîtî ne. Endamên malbata Celîlan jî her yek bi serê xwe ekolek in. Kek Ordixanê Celîl jî xwediyê gelek taybetmendiyan bû. Ew hostayê çand û folklor û zargotina kurd bû. Lêkolîneger û mamosteyê/Profesorê zanîngeha dewletê li St. Petersburgê bû. Tê zanîn ku St. Petersburg ji bo şoreş û çanda sosyalîst jî cîhûwarekî bi navûdeng bû.
Mamoste Ordixanê Celîl, bi salan ji radyoya Erîvanê re bû alîkar. Di rojnameya Reya Teze de jî nivîsand. Di akademiya zanistî de kar kir.
Helbet ji bona ku pirsa kurd û Kurdistanê pirseke gelek girîng û mezin ya dinyayê û Rojhilata Navîn bû, ew di hemen dem de bi siyasetê re jî eleqeder bû. Gor nivîsara Ezîzê Cewo, di axevtina wan ya têlefonê ya dawî de êrişa roman/tirkan ya li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê qise kirine. Ew  him bi vê yekê gelek diêşaye, hin jî di wê baweriyê de bûye ku hêza Herêma Federe ya Kurdistanê xurt û organîzekirî ye, tirk nikarin zora wan bibe.
    ******
Min, mamoste Ordixane Celîl cara yekem li Parîsê di Konferansa Navneteweyî ya Kurd de nas kir. Li Parîsê ez û hevjîna min Gûlferê û wî, me bi hev re çend roj bi civînan derbas kir. Dema ku min ew nas kir, ew giraniya rêjima ne mirovane ya Stalîn ya ku li hemberî kurdan siyaseteke hovane meşandî bû û rejîma ne demokrat ya Yekîtiya Sovyetê  li ser pişta wî wek barekî xuya dikir. Wî bi halê xwe zehmetî û zora civata kurd ya Li Ermenîstanê û li Yekîtiya Sovyetê nîşan dida. Dema ku min  helwesta wî û Lazarev dişopand, min zehmetiyên rejima sovyetê di serê xwe de dibir û dianî, min fahm dikir ku çi xirabî û feleket hatiye serê wan.
Cara duyem min ew li Moskovayê dît. Ez û Kek Murad Cîwan em girêdayî karekî hevmişterek çûbûn Moskovayê. Biramezin mamoste Ordixanê Celîl jî bi mêvanî hatibû Moskovayê. Li Moskovayê me hevûdu dît. Li cem wî Lazarev û Celîlê Celîl hebû. Li cem me jî Bavê Nazê hebû. Wan xwast ku me bibin xwarinê. Lê ji bo xwarinê, me aşxane piştî seetekê peyda kir. Ew ji vê yekê gelek şermazar bûn. Lewra wê demê  li aşxaneyê Moskovayê, cîh vala be jî, cîh dîtin pirsgirêkeke gelek zehmet bû. Di aşxanan de bertîleke gelek mezin derbas dibû.
Piştî xwarinê li mala dostekî me derfet dît ku em li ser rejima Stalîn û Yekîtiya Sovyetê bi tevayî, helwesta rejima sovyetê li hemberî kurdan, zehmetî û xweşiyên kurdan dîtine, li ser glasnost û perestroîkayê  qise bikin. Helbet dem-dem di navbeyna me de minaqeşeyên nerm û hişk jî derbas bûn.
Min cara seyem ew li Swêdê dît. Rojekê li mala me bû mêvan. Wê demê jî, ji bona min/me derfet bû ku em ev mirovê delal, şêrîn, zanyare guhdarî bikin.
    ******
Mamoste Ordixanê Celîl,  kurdekî gelek xwezayî bû. Her çiqas hişk xuya dikir jî, xwediyê dilekî nerm û delal û zelal û paqij bû.
Wî di 75 salî ya xwe de ji nav me koç kir. Wî kar û xebatên gelek mezin ji bo çand, zargotin, folklor, lêkolînegeriya kurd pêk anî. Ew, ji nûha şunde dikare li dinyaya xwe ya nû bi serbilindî û bi hêsanî di nav mezinên kurdan de wek mezinekî kurdan di dîwanê de cîh bigre.
Oxir be ji te re lehêngê çand û folklor û zargotina kurd. Hîç şik tune ye ku te di nav hemû kurdan de valayike mezin çêkir. Kurd mecbur in ku vê valahiyê tijî bikin.
Amed, 29. 10. 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark