Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Welato

 

Dildarê Mîdî


Welato:
 tu xweşbê
Serê te sax bê
Temenê min û Şêx Maşûq di
Ser temenê azadiya tede bê

Welato:
Welatê agir û rojê:
Ez bi agirê te şewitîm
Û ji sir û seqema te qefilîm
Welatê bihişt û dojê:
Ez bihiştan ji tere ava dikim
Lê cihê min qurçikeke sar û cemidiye
Ji dawiya dojeheke teya bê agir
Welato:
Ez pêxemberan ji tere diyarî dikim
Lê zimanê doza min tête birîn
Ez ol û ramanan ji tere sazkar dikim
Lê ez bi wan pend û ristan tême bi bidarvekirin
Welato:
De were ezû te hevdû hembêz bikin
Da kû ez hilma azadiya te hilkişim
Û tu bi pêta şoreşgeriya min germ bibê
Da kû herdû çavên te
Bi reşika çavên xwe kil bikim
Da kû mêrg û çîmenên te
Bi kulîlkû helbestan bi xemilînim
Da kû nêrgizû reyhanên te
Bi sirêliy û seyranokan baweş bikim
Da kû tengijîn û xulmaşiyên te
Bi lavij û heyranokan hişyar bikim, mehweş bikim
Û tevaya bejn û bala te, qam û qilafetê te,
Bi xwîna xweya sor bi şam paqij bikim,
Tahir bikim û bêjim:
Hey lo lo welato…
Bi rojê dil êşo bi şevê kêferato
Ax welato…
Hey welatê kew… ??? !!!
------------
Ev helbest di şevbiwêrka salvegera girtina şehîd Meeşûq Xeznewî de, hate xwendin  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark