Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pźnūs ū pźvajoya rewženbīrīya Kurdī

 


  Bêwar Brahîm

Di gelek deverên teng de û di nav astengên dijwar de , jiyan pižta xwe dide mirovên ku rû le rû bi žer û berên bê soz re  dikevin cirîdê de , kovan û keseran ji xwe re dikin palpižt û zilindarîyê ji xwe re dikin žerbet , can mîna kewên rebat berdidin asmanê cangorîyê , bê dûdilî kefenê mirinê bi dilêrî li ser milên jiyana xwe datîn in .


Gelê Kurd , ta vê xulekê jî ne serbixweye ,  hêj mafê çarenûsiya xwe wernegirtîye , girîngtirîn sedem ji bo berdewamîya jîndarîya doza me ew bû ku  pêžeroj li me bi xwedî derkeve , em jî mîna miletên vê cîhanê bibin xwedî  nexže , bi azadî , aramî û tenahî bijîn , lê her ku rojên vê pêžerojê li me derbas dibûn ,  jiyan režtir  û tarîtir dibû , dîrok li me dizîvire , xwe vedigerîne , dijminên gelê Kurd weke demên rabirdû dibin pažmêr li pižta hev  , bi tund û bi dijwarî pilan û operasyonên tewanbar li ser welatê me  ji her çar alîyan ve bê cudahî dimežîn in , hemû hêzên aborî û watedarî  diçewisîn in , ji bo armancên xwe yên setemkar û bidestxistna encamên serketî û girîngtirîn armancên wan ewe ku nexžeyê Kurdistanê ji nav nexžeyên welatên cîhanê winda bikin .
Di pêvajoya rewženbîrîya Kurdî de , rola Pênûsê di bilindtirîn ast de bû , ji bo pêžvebirina tevgera rizgarîxwaza welatê me , çendî rola siyasetmedaryê bilind bû , lê bandora Pênûsê ji gelek bandorên din berztir û bi hêztir bû , bê guman Pênûsa seydayê Cegerxwîn yek ji wan Pênûsan bû , ku bi roleke mezin rabû ji bo pêžvebirina tevgera miletê Kurd bi tevayî û li Bažûrê-Rojava bi taybetî , akama Pênûsa wî , berê keç û xortên me da ser rêka ziman û wêjeya Kurdî , îro em hewcedarî hevgirtinê ne  , em ne hewcedarî vekirina derîyên  mijarên  hetsyar û  lawaz in , û di rewža me ya evro de ,  ne pêwîste ku ji hevdûrxistin bibe semyanê dozekê weke  doza me .
Çareseriyên rastexwe ewin , ku em karibin bi dilêrî , bê tirs û bê saw  , pelên hižk û zer ji darên awat û hêvîyan biwežîn in , bi kêmanî em žažîyên xwe , ji xwe re nasdar bikin û hewl bidin van žažîyan çareser bikin  .
Di rabirduwa tevgera  rewženbîrîya Kurdî de , siwarên  dêrîn ku xwedîyên Pênûsên zêrîn bûn , rêk û živîlekên ku li pêžîya me girtîbûn , hem vekirin û hem ronî kirin  , belê îro di nava van astengên tund û dijwar de , em nikarin gazî wan siwaran bikin û doza alîkarîyê ji wan bixwazin , em nikarin ji wan mirîyên zindî re bibêjin :

- Ji wê xewa žêrîn žiyar bibin û werin bi hawara me de , dijmin dîsa li me bûne yek .

Bi tenê em karin ji xwe - em zindîyên mirî - bipirsin :

-  Gelo , çima em bi destên xwe , wan rêk û živîlekan digrin , ewên ku wan siwarên leheng bi xwîn û bi xwêdana xwe li pêžîya me  vekiribûn  ? çima em wê ronahîyê rež û tarî dikin , geh bi hay û bi mebest û geh bê hay û bê mebest ?

Ev 23 ê sal li ser koçkirina seydayê Cegerxwîn re derbas dibin , û hêj em li avêtina gavekê li pêž digerin ku ronahîyê bide cihên rež û tarî , lê em dibîn in ku em bi deh gavan li paž vedigerin û žûn û žopa wê gava li pêž winda dikin .
Pênûs ne alaveke birîndarkirinê ye , eger hewcedarî hebe ku ev Pênûs bibe Nižter , bela ev nižterî bikeve xizmeta saxlemîya tenduristîya Ziman û rewženbîrîya Kurdî  , Pênûs alaveke hestyare , yan wê di nav tilîyên xwediyê xwe de bibuhje û bibe ronahî , yan wê bibe Agir û xwediyê xwe bisotîne , pirrengî ciwantirîn žaristanîye , bela em pirreng bin , lê bela bingeha vê pirrengîyê sipî û zelal be , da ku ronahîya rengan biçirise û di sînga Asman de bibe kolkezêrîn .
Di bawerîya min de resentirîn çareserî ji rewžeke weha re ewe , ku her yek ji me , ji hêla xwe ve , Derwêžê Evdî di kesayetîya xwe de bibîne , cangorîyan bide û  bi dilêrî Fincana Qehwê ji destê Edûlê bigre û pêvajoya berxwedanê berdewam bike , eger em li giyanê Kurdewarîyê bi xwedî derkevin , gerek berîya her tižtî di rojeke weke rojên evro de , em ji Rom û Ecem û Ereban re biçesipîn in , ku ew nikarin hevgirtina me ji hev tarûmar bikin ,  ronahîya Rojê nayê embar kirin  û miletê Kurd bejna xwe ji asteng û kulibandinan re natewîne , tevî ku dîrokê tundî û dijwarî li me kiriye , lê emê bi hevgirtina xwe , ronahîya felat û azadîyê li welatê xwe vegerîn in .

* Ev gotin , di roja 22.10.2007 an de  , li ser gora Seydayê Cegerxwîn min xwend , di gel helbesteke xwe bi navê ( Semayek li ser peravê yadîyan ) .

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark