Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi JANA SEYDA re

 


JANA SEYDA :Ez di navbera helbest û romanê de û çîrok û şanoyê de tu cudabûnekê nabînim ...û...jin xwe naxwazin xwe biwestînin helbest a herî hêsan e ...û ... Rolek wergerê pir giran heye ku bi rastî şoreş ava kirine ...û... zimanê kurdî baş nayê zanîn...û HWD . di vê hevpeyvîna berfireh de bixwînin ..

Hhevpeyvîn: Reyhan Serhen


Tu di karî xwe bidî nasîn birêz Jana Xanim?

Ez di sala 1976 an de li Başûrê rojava li bajarê Amûdê girêdayî Qamişlo hatime dinyayê. Li bajarê Helebê (Kubanyê) mezin bûme. Min beşek ji beşa erdangariyê xwend, lê belê min temam nekir. Min di biçûkatiya xwe de dest bi helbestê kir. Pêşî de min bi erebî nivîsand. Di gelek kovar û rojnameyên erêbî de helbest û nivîsên min hatin weşandin. Di panzdeh saliya xwe de min dest bi helbesta kurdî kir. Ji wê çaxê heya niha ez dinivîsînim. Du pirtukên min ên helbestan û yêk jî werger hatine çapkirin. Niha jî di dawiya vê mehê de wê pirtûkek min a helbestan bê çapkirin. Niha jî ez wergera «Hazar û yek şev jî dikim» ji bo weşanxaneya Aramê amade dikim, hwd hin xebatên min ên din hene.

 Çima we pêwistî bi «Bîraweriya Laş» dît ku we wergera wê bi kurdî kir…Hun kare behsa çîroka wê bikin?

Di sala 2000 î de ez hatim Stenbolê, min û berpirsên weşanxaneya Avesta hin piroje danîn ji bo jinên ereb ên ku dinivîsînin ên mîna Xadem Selam, pirtûkek wê hatiye wergerandin bi zimanê tirkî. Huda Berekat hebû, Ehlam Mistexanmî hebûn. Min «Ehlam Mistexanmî»  nû xwendibû. Biraweriya Laş, Ji bo ku dema min xwend pir bala min kişandibû, ji bo ku pir nêzî rewşa kurdan bû nezîkî şoreş, êş û hesretên wan bû. Min xwest ku di destpêkê de ez wê wergerînim. Bi xwe pirojê mezin bû, Bîraweriya Laş bi xwe ji sê cîldan pêk tê. Wek sê roman di pirtûkekê de hatine komkirin. Mixabin ji bo ku zû nehata çapkirin û piştî heft salan hêj nû hate çapkirin ji ber wê ev tenê derket. Yanî bêhtir wek pirojekê bû. Me pirojek danîbû.Yek jî ev bû. Ev derket. Derengiya wê hişt ku ez ên din newergerînim.

Çima dereng hat hiştin, sedem çi bûn?

Li cemê wê çaxê e-mail tûne bûn. Min ji bo ku karibim birêkim min da şexsekî. Ji bo ku bigêhîjine weşanxanê. Wê çaxê ji wê çarsed rûpel bihata çapkirin tevî şaşiyê wê jî, lê min di şevekê de nikarîbû xelas bikim û sererast bikim. Paşê kompîtor xerabû hemû belge hatin xerakirin bi vî awayî,tenê li cem Avestayê kopyayê wê hebû wan jî ji bo mîzampaja wê nikaribûn çêkin... Pirtûka li bendî min ma heya ez hatim û min îsal qedand. Hîna jî hin qelsî hene lê ji bo ku dem nema me wisa da çapkirin. Lê me nikaribû xelas bikira ji bo ku divê me di serî de destpêbikira. Bi vî awayî…

 Ji bo ku we cara yekemîn romanek bi kurdî wergerand, gelo zahmetiyên bi çi awayî derketin pêşiya we? Zahmetiyên ku we kişandin çi bûn di wergera «Bîraweriya Laş» de?

Zahmetî pir bûn. Berî her tiştî romanek bi zimanê helbestê hatiye nivîsandin.
Ên wergera helbestê dikin vî tiştî xweşik dizanin. Meydana ku tu karibê erîşî rûpelê bikî. Tu karibî kêfxweşiyekê di wergera xwe de bibînî, pir kêm e ji ber ku tu mehkûmî testeyî helbestê yî. Ji ber wê min nikaribû pir bi mêjiye xwe binivîsanda. Ez bi testa erebî ve girêdayî bûm. A din jî ji bo ku zimanê erebî zimanekî ku ew qas xizmet jêre bû ye, ku gihaye hedekî ku tu di cûmleyekê de dikarî gelek tiştan bibînî. Di kurdî de ew hevok divê pir şîrove bibe heya ku tu karibî wê hevok ku tu derxî rêz . Di erebî de hevok dirêj pir bi hêsanî tê famkirin. Di kurdî de ew hevok dirêj nayê famkirin. Di erebî de pirtûkek hatiye nivîsandin bi hevokekê . Di kurdî de ev tiştan ne gengaz e. Divê tu şîrove bikî wexta tu şîrove bikî tu zimanê helbestê dikujî. Helbest tîrbûn û giranî jê re pêwîst e. Bi xwe zimanê we zimaneki tîr û lihevhatî ye. Gelek tişt girêdayî çanda eraban bû. Wexta ku min bi zimanê kurdî werdigerand ew sawa xwe winda dikir. Ev yek, a din di gelek tiştan de derket pêşiya me. Ez mînak bidim bajar bi erebî mê ye, bi kurdî nêr e. Dema ku qehremanê romanê li evîndara xwe dinêre bajar û evîndara wî dibin yek. Di kurdî de ew tişt dibe pirsgirêkek. Yanî ku bigota “kiras te ji kirasê bajarê xwe re” bes diba bi kurdî ew kiras pir komêdî çedibû. Ji bo vê min pir êş kişand…

 We qet ji kesî alîkarî girt an na?

Heya roja îro kesekî di vê testê de alîkariya min nekir. Tenê alikariya min dema ku berhem hat weşandin Avesta hin tişt guherandin û ew jî ji bo ku wan çap dikir. Ew jî destûr ji min xwestin di gelek tiştan de bes di gelek tiştan de, ez dibêjim jî ji ber emrê min ê piçûk wê çaxê tecrûba min pir kêm bû,min gelek tişt ez bêjim min tadê lê kiriyê. Ez xwe zêde pir serkeftî nabînim di wergera wê de. Bes ez dibêm min karekî baş kiriye.

 Pêşniyarî û rexne heya niha qet ji bo pirtûka hatine an?

Mixabin piştî derket heya niha kesekî/ê ne pênûsa xwe bikar aniyê ku li ser binivîsînin û ne kesekî/ê bi xwe ji min re gotiye. Gelek kesan gotiye gelek baş e.Gelekî baş e lê bi çi awayî baş e? Ez dixwazim fêm bikim? Ji ber ku eger heta niha rexne bibûya min cesaret nedikir ku berhemên din binivîsandana. Niha ez wergera van berhemên din dikim ji ber ku min jê wêrekî wergirtiye . Ji bêdengiya xwendevana dibe ku tiştekî şaş be jî.

We ji nivîskara, «Bîraweriya Laş» Ehlam Mistexanmî, ji bo wergerê destûr xwest?

Heya wê jê heye. Berî ez wergera wê bixwazim min hevpeyvînek jê xwest. Wê çaxê ez nûnera Azadiya Welat bûm li Sûriyê. Wê destûr da min, bes wext xwestibû. Piştî hevpeyînê min jê destûra wergerê xwest gelekî kêfxwêş bû kêfa wê hat. Di gelek bernamê hevpeyvînê xwe yên nivîsî û tv de digot wê pirtûk bi kurdî were wergerandin kêfxweşiya xwe dianî ziman.
Hata gotinek wê pir bi navûdeng hebû digot « ji bo ku zimanê kurdî nêzî zimanê Elmanî ye, Engilîsiye pir kêfa min tê ku Bîrawerîya Laş bi zimanê kurdî were wergerandin ez pir kêfxweş im »  Ji bo ku ev roman bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Bi zimanê Çînî, Firansî û Engilîsî, Îtalî, hatiye wergerandin. Ji bo vê pir piştgirî da min. Mixabin dereng derket. Wergera Soranî jî berya du salan derket. Kêfxweş bûm ku bi Soranî derket, bes ji bo min xemgînî bû, ji bo ku min beriya Soranî nivîsîbû. Li cem Ereban jî Soranî Kurmancî tênagehêjin, tenê li cem wan tercûmana kurdî ye. Ew pirsgirekên ku em dijîn fêm nakin.

Hin xwendevanên vê pirtûkên dibêjin ku em vê pirtûkê nikarin li derve bixwînin, ji ber wêneyê bergê ku jineke tazî ye.Çima ev wêne?

Ev ne min hilbijart. Ev karê weşanxanê bû, wan hilbijart. Heya niha pazdeh caran hatiyê wergerandin her yek jî bi wêneyekî cûda hatiye çapkirin. Di civaka me ya wêjeyî de, di karên weşandinê de, zêde rê nadin me ku em karibin tiştan hilbijêrin. Her du berhemên min ên ku derketin jî min nikarîbû mudaxele bikira, di vir de jî gelek kesan rexne kir. Ji ber jinek tazî hebû. Jinek heye jî bi rastî ev ne wêneyê destan e, ev wêneyê ku fotoşop e hatiye kişandin. Ev pirsa wêne gerek ji weşanxaneyê bê pirsîn. Dibe ku ji bo balê bikşîne jî be . Lê dîsa bibêjim ez nizanim. Lê ez veya bêjim ku çima min nedixwest ku ev berga bê çêkirin ji ber ku laşê di hundirê romanê de, ne ev laşê tazî ye.Ew laş e Qehremanê wî kesê ku di şer de milê xwe winda kirî ye, Ji ber vê ez ne pêre bûm ku bi vî rengî bê. Ew laş ne laşê jinê ye. Rast e li ser laş heye, lê ne laşê jinê ye.

Pirtûk gihîştiye Ehlam Mîsteğanmî?

Na, ez bawer nakim. Diviya weşanxanê bişanda. Lê ez bawer nakim ku gihiştibe destê wê. Di demeke nêzîk de wê bigihîjê destê wê, ez ê bişînim...

Romana «Bîraweriya Laş» Bêhtirin bi zimanê helbestê hatiye hûnandin. Ji bo ku tu helbestvan î te xwest wergerînî?
 
Ji bo ku pir kêfa min jê re hat min xwest wergerînim, wek min li jor jî got. Berhemekî pir nêzî min bû. Min heya niha gelek roman Ewrûpî, Amarîkî û kurdî xwendibûn lê dema min ev roman xwend ji serî haya binî ez pir di bin bandora wê de mam. Ji ber ku zimanekî helbestî herikandî bû. Ji bo vê yekê min di serî de xwest ku ez wergerînim. Ji bo ku nêzî hestên min bû.

Tu rewşa wergera kurdî di van demên dawî de çawa dibînî?

Ji bo mirov berhemeke wergerînê divê mirov her du zimanan baş bizanibe. Pirsgirêka ku li vê der heye ew zimanê kurdî baş nayê zanîn. Ji ber wê xweşbûna zimanekî neyê zanîn, tu nikarî wergerê bikî. Ji bo ku ez bizanibim zimanê min xweş e û teqîn tê de heye, yanî peyv dikare xwe biteqîne, karê bi rengekî pir fireh bê nivîsandin. Karê ev berhema bi zimanê min bê nivîsandin divê ez vî zimanî xweşik fêm bikim. Baweriya min ew ku di vê merhelê de tu dibînî hê nû helbestvan derdikevin. Piştî helbestvan derkevin. Piştî nesir bi zimanê me bê nivîsandin, di rojnama de nivîs bi kurdî çêbibin pişt re mirov li wergerê difikire. Bi xwe raperîn û vejîna miletan gişta bi wergerê bû. Ereban felsefe nas nedikir. Piştî felsefa yûnanî di qonaxa abasîde kesin rabûn wergerkirin ew felsefan wergerandin zimanê erebî. êdî wa felsefeya erebî çêbûye. Bi xwe ne felsefa erebî ye, felsefeya îslamî ye, lê bes Ereb bêtir dikin paya xwe. Felsefeyek erebî çêbû bi xêra wergerê. Bi xêra wergerê edebiyeta wan bi pêşket. Edebiyeta (wêje) her miletî. Destanên homoros wergerandin zimanê xwe. Destanên herî kevin bi zimanê xwe wergerandin. Her tişt ji miletê din anîn xistin nav rojeva nivîsa xwe, edebiyata xwe. Ji ber wê gelek ziman edebiyat pêş ketin. Mixabin bi kurdî heta niha pir kêm in. Ez dikarim çend navan bêjim, Mistafa Aydogan min gelek berhemê wî xwendin. Ê Yaşar Kemal wergerandibûn. Firat Cewherî ji zimanên biyanî wergerandibû. Min ewna xwendin. Gelek navên din hene, bes ez bi giranî nikarim bêjim werger in. Li cem me; Jan Dost, Mem û Zîn wergerandibû zimanê erebî bi rengekî berfireh. Rolek wergerê pir giran heye ku bi rastî şoreş ava kirine, bûye bingeh ji şoreşan re. Mixabin em berhemên xwe naxwînin. Çiqas tu fikrê miletê din bixwînî ew qasî fikrê te berfireh dibe.

Rola jina kurd di roman û wergera kurdî de çawa ye li gorî we?

Em dev ji wergerê berdin ka ji roja ku Ehmedê Xanê heya roja me ya îro ka çend jin hene ku dinivîsînin û rewşa xwe tînin ziman? Baş e çend jin hene ku hin stranên gelêrî hene ku dibêjin bi zimanê jinê hatine gotin. Heya kîjan dereceyê ev edebiyat e? Ev edebiyat e vaya floklor, vaya muzîk, em heta niha nikarin ji hev derxin? Ji ber wê ez dibêjim pirsa ku çima jinên werger tûne ne pirsekê hinekî zû ye? Heta yên bi zimanên erebî jî wergerê dikin jin pir kêm in. Jin bi gelek tiştên din mijûlin. Heta niha romannivîsên jin pir kêm in. Di alemê de gişt kêm in. Berî gotina xwe biqedînim Îzabel Îlendî heye yek çîniyê ji Latîn Emerîkayê romanivîseke pir tê nasîn. Ew jî di emrekî pir mezin de dest pê kir. Di bê ‘tesîra herî mezin ji bo ku ez romanên binivîsînim çîrokên hezar û yek şevê bûn’; Testa wê ya herî kevin erebî ye, bi xwe ne bi zimanê erêbî ye. Ne bi xêra wergerê bûya ku ya wê ya nehatiba wergerandin ji bo zimanê îspanî ve jina ku êdî ketibû emrekî mezin ku êdî nivîs pirsgirekek bû ji bo wê. Bes diviya ku ji bo neviyên xwe çêkirina êdî wê jinê bi xêra wê wergerê bi xêra wê xeyalê ku di wan çîrokan de dest bi romanê kir û bû romanivîseke gelekî mezin ku heta niha jî xwediyê romanên navdar e. Li Latîn Emerîka û li dinyayê giştî. Ez her tim di civaka kurdî de jinê gavekê di paş de dibînim, ez mêrê kurd jî ew qasî serkeftî nabînim di vî warî de. Wergerên Kawa Nemir hene çend kes dixwînin? Ez dixwazim vê bibêjim Kawa ew qasî dixebite kî ew berhemên ku derxistine neh deh berhem derxistin kî dixwîne? Ev jî piroblemek e ? Ji ber wê jinên cîhanê gişt di warê helbestê de bêhtir heskirina xwe dibînin.

Çima jin ev qas xwe di helbestê de û xwe nêzî helbestê dibînin?

Ez dibêjim jin xwe naxwazin biwestînin helbest a herî hêsan e. Ji bo ku ez dema helbestê dinvîsînim ji min re pir rehet tê, ji bo min romanek werger pir zahmet e. Ji ber ku kes pirsa wê ji min nake. Te çima ev wêne li vir nedanî, te çima ev wêneyê helbestî çêkiriye, min çêkiriye ez helbestvan im bi vî rengî tê gotin. Heta gotinek li cem ereban heye dibêjin ‘wateya helbestê di dilê helbestvan de ye’; wata ne muhîm e yanî. Ez dibê hinekî ji cangiraniyê ya têmbeliya ku civakê li ser jinê daniye. Heta di civaka edebiyatê de lêkolînêr jin pir kêm in. Naxwazin xwe biwestînin. Yanî naxwaze jiyana wê were guhertin. Dibê ez dayik im dibê ez jin im, li der vê dixebitim. Wexta min gelek tune ye ku ez helbestê binivîsînim. Lêkolîn û tişta ku jê re hewce bê nakin.

Li gorî we hemû kes dikare helbestan binivîsîne gelo? Hûn rewşa helbesta kurdî di van demên dawî de çawa dinirxînin?

Ez dibêjim hemû kes, jin, mêr her mirov dikare helbestan binivîsîne, eger ku kilîta wê bi dest bixîne. Kilîta wê bi xwendinê tê. Gelekî xwendina helbestê jê re lazim e. Wek çawa em diherin pêşengeha wênekêşiyê. Hemû kes li pilasma dinêrin, jê re dibêjin hunerên şewakariyê. Meselê dibêjin ev tablo vî tiştî dibêje. Tu bi xwe lê dinihêrî tu dibînî rengek tenê ye. Lê ku tu çavê xwe bi elimînî û perwerde bikî tu pir herî pêşingehan te bi xwe tiştna tê de bibînî. Ji ber wê heger tu pir helbestan bixwînî û te kilîta wan gotinan bi dest xist, tu jî dikarî helbestekê binivîsînî.Kîjan dereceyê serkeftî ye, kîjan derece binketî ye yan jî xweş an nexweş e tu yê bibînî. Bes li cem min ez dibêjim her kes dikare helbestan binvîsîne. Lê belê hemû kes nikare berheman derxe. Kesne li derveyî vê hewayê dixwînin. Ev kesanê guneh in? Eger îro ez çar pirtûkan derxim ew çar pirtûk ne hêja bin ji van tiştên ku tu dibejî êdî her kes dixwazin binivîsînin. Ez wê gavê wêjeyekê û zewqa miletekî xera dikim? Eviya dibê berpirsyariya kesên ku wan berheman çap dikin. Heta kîjan radeyê tegihîştî ne? Zimanê xwe fêm dikin? Wêjeya xwe fêm dikin? Ez dîsa dubare dikim dibêjim her kes dikare helbestan binivîsîne, lê nikare berhemekê derxîne ku xelk bixwîne? Di nav gelek gelan de gelek berhem hene ku ne hêjayî xwendinêne. Bes xetera wê bi kurdî zêdetir heye. Em heta niha zimanekî bindest in. Çawa ku em miletekî bindest in em zimanekî bindest in jî. Zimanê bindest heger ku deh qatê zimanên ku tên nivîsandin lê miqatebûn nebe ew ziman te xera dibe. Di van demên dawî de hin kes baş dinivîsînin. Lê hin kes jî hene zewqa helbestê dişkînin.
Ez dibêjim kesê ku baş helbestê dinvîsînin biçk kesên di zindanan de ne. Ev ji pirsgirek e ku heger îro zimanê kurdî tenê di zindanan de vejîna wê hebe û li derveyî wê zimanê kurdî tune be pir zor e. Wê gavê em dikarin bêjin zimanê me gişt ketiye zindanan? Wê gavê her kes bibe helbestvan kes xwendevan namînin? Li gorî min ez dibê heger bi zimanekî şaş û ne rast bê nivîsandin berê kes nenivîsîne çêtir e. Wê gavê her kes mecbûr dimîne ku berhema xwe dixwîne.

Ji bo ku rê li ber van şaşiyan û kêmasiyan bê girtin, gelo berpirsyariya nivîskarên me yên bi sala dinivîsînin nîn e? Ji bo ku rê nîşanî nivşên nû bidin berpirsyariya wan çi ye li gorî we ? An li gorî we rexneyên çawa lazim in ji bo wêjeya kurdî?

Ez dikarim bibêjim ku bi awayekî nivşek nû û nivşek kevin tune ye? Tiştekî zelal tune ye. Niha nivşên nû kî ne? Ji ber ku gere heye her kesê li alîkî dixebite em nikarin lêkolînekî ku kî nû kî kevn e jî diyar bikin? Em nikarin nivşan ji hev derxînin. Niha em nikarin bibêjin nivşên kevin viya viya ne. Divê ew kesana tesîre li vî nivşî bikin. Ev ê ku ev, ev evin? Tiştek bi vî rengî jî heye di civaka kurdî ya wêjeyî de heye. Ji ber ku mis didê lêkolîn tune ne ji ber ku zimanek bindest e, na di her derê de lêkolîn lazim e. Ez ji xwe bigirim ez berhemekê diweşînim ez carna dibêjim ev berhem nexweş e lê eger ku wesifayek li ser min heye ku ez vî tiştî binivîsînim. Ne kêmaniyek ji min re ne kêmaniyek ji ew e ku ez dinvîsînim. Ez fêydê lê dikim, ew fêydê li min dike. Mixabin di civakê de tiştekî bi vî awayî hatiye famkirin ez tadê lê bikim. Ew tadê lêkirina herî mezin ew e ku ez bêdeng bimînim. Ez çawa karibim hîn nêzî bi pêşbixim hewce ye ez rexnê bikim. Di siyasetê de jî heye. Siyaseta me jî bi vî rengî ye. Ji ber ku rexne nabê şaşitî berdewam dibin, şaşî li ser şaşiyan ava dibin. Di civaka kurdî û wêjeya kurdî de ev tiştan pir zelal in. Em bêjin me îro ev berhem wergerandiye heger rexne bibe belkî ji xeynî ku ez ceger bigirim, belkî kesekî din jî cegerê negire ku xwe têxe vî warî de. Helbestên me tu carî rexne nebûn. Gotina xweş gotineke pir giran e. Gotina xweş kêfa mirov tîne bes bi çi rengî? Helbesta min xweş e bi çi rengî xweş e? Çi fêda wê heye? Min du berhemên helbestan derxistin wê çaxê min tenê bi filaş û gurt dinivîsand kesekî ji min re negot Jana tu çima kurt dinivîsînî? Tarzekî pir nû bû wê çaxê ji bo zimanê kurdî. Kesekî negot Jana baş nekiriye? Yan baş kiriye? Ez dixwazim fêm bikim ka ez çi dikim? Ji ber ku gelek caran kes dibêje Jana helbestvan e bes bi çi rengî ez helbestvan im? Divê berhemên min bên nirxandin rexnekirin. Belkî ez ne helbestvan im belkî ez tadê li vî zimanî dikim? Ji ber ku pir carna ez bi erebî difikirim û dinivîsim. Em nizanin berheman rakin û rexnê bikin. Em nizanin berheman bi tam û zewq bixwînin. Gelek romanê kurdî di vê dawiyê de min xwendin ez pê hesiyam divê pir bên rexnekirin. Min dest pê kir jî lê min neqedand. Ne ji bo ku ez tadê li xwediyê wê bikim.Ji ber ku ez pê hesiyam ku ne karê min e. Divê rexnevan hebin. Ji bo ku ez hê jî hewceyî rexnê me, ez hê jî nehatime wê merhalê ku rexnê bikim. Rexnevanên kurd pir kêm in. Ji bo wêje, muzîk û li ser her tiştên civaka kurdî rexne tune ji bo wê gelek kesên nelazim di van hêlan de tên bicihkirin.

Hin nivîskarên me yên mêr carna di gotar û nivîsên xwe de tînin ziman ku jina kurd di hêla nivîsê de ji xwe ne bawer e ? Tu wek jinek helbestvan û nivîskara kurd van nêrînan çawa dibînî? Çima jinên kurd ji xwe ne bawer in?

Ez bawer im ku heger zimanê kurdî li ser linga mabe bi saya jina kurd li ser linga maye. Ji ber ku dayika min bi vî zimanî diaxivî îro ez bi vî zimanî dipeyivim. Ew dayika kurd jin e. Jina kurd ziman parastiye. Pêş nexistiye ew jî pirsekê din e. Çima bi pêş nexistiye divê civaka kurd bê rexnekirin û nirxandin. Her tişt li alîkê bê danîn. Ez îro mêre kurd di zimanê kurdî de ew qas azad nabînim û ew qasî bi ceger nabînim ku ji xwe bawer nabînim.

Gelo jina kurd niha li ziman xwedî derdikeve, zimanê xwe diparêze ?

Ez dibê bi rengekî êdî diparêze. Bi çi awayî be diparêze. Ew dibe pirsgirêkên şêxsan êdî. Belkî bi giştî wek sûretekî ez li wî sûretî dinêrim li wî dîmenî dinêrim, ez dizanim jina kurd vî zimanî diparezê bi rengekî ji renga. Qels be ne qels be ew diparêze. Ji xwe di ziman de cînsiyet jê re ne lazim e. Ew berhemên jinên ku derdikevin ên li hemberî mêrê kurd derdikevin ne kêmî wan in. Belkî ji alî ziman ve peşketîtir bin lê ji wan ne kêmtir in. Dîsa dibêjim di civaka kurdî de kesî ji xwe bawer û ne bawer tune ye. Wek dû sal berê dosyayek li ser jinên kurd çêbû çiqas dinivîsînin gelek jin derketin. Di wê dosyayê de gelek pirs li ser wêjeya mêr û jinê hatibûn pirsîn. Ez bi xwe li dijî viya me. Yanî wêje wêje ye. Tu cînsiyet jê re tune ye. Bes heger kesên ku serdest in mêr bi xwe bi vî şiklî bibînin ez vî tiştî rexne dikim. Dema ku dibê mêr bi xwe zêde dinivîsînin dikevim şaşiyekê. Ji ber ku ez vî tiştî bi vî rengî nabînim, ez wan cê nabînim. Di dawiyê de ew muzîkekê hev temam dikin. Ev dibe pirsgirêka kesan ku dixwazin têxin rojeva wêjeya kurdî. Wêjeya kurdî hewceyî her kedê û her berhemê ye çi jin dibe, çi mêr dibe. Ji xwe bawer be jî ji xwe ne bawer be. Her tişt ji bo vê wêjeyê ye ku her tişt bi fedakarî bê kirin. Çawa ku mirov sînorên mala xwe, hestên xwe diparêzin îro hewce ye ku vê wêjeyê jî biparêzin û bi pêş bixin. Pirsa jin û mêr tune ye. Îro jina kurd kî ye? Li Rûsya dijî, yan li Helebê dijî yan li Stenbol dijî yan li Swêdê dijî yan li Qamişlo dijî kî ye divê wê çaxê civak gişt bê nirxandin wê gavê jina kurd bê naskirin. Jina kurd bi gelek tiştan mijûl e û li aliyêkî bi wêjeyê re jî mijûl e.

Di navbera roman û wergerê de cudabûneke çawa heye ?

Ez tu cudabûnekê nabînim, di navbêra helbest û romanê de, ne di navbera çîrok û şanoyê de ez tu cudabûnekê nabînim. Her yek ji rengekî ye. Wek bexçeyekî her yek ji rengê gulekê ye. Her yek behnek e, di dawiyê de hemû gulek e. Ehlam bi xwe xwestiye ku vana bînê ziman di romana xwe de. Her yek ji van dikarin hev temam bikin. Çîrok dikare helbestê helbest dikare romanê. Ez wan dûrî hev nabînim. Ez giştan hev temamkirî dibînim.

Hûn rewşa wêjeya kurdî bi giştî çawa dibînin?

Vê pirsê ji bo xwe pir mezin dibînim. Ez ev qasî ne serwext im di danîna nêrînekê li ser vê wêjeya belawela bi rastî.Yanî îro em bahsa wêjeya kurdî dikin ez dîmenekî bidim te û nerînekî bidim te bahsa wêjeya kurdî li kîjan parçeyî bikim ez nizanim. Ew qas agahiyê min li ser tune ne. Kesnê nêzîkî profosyonletiyê dibînim û zêde kesnê bêy pîvan ketine nav vî dîmenî. Di dawiyê de jî gere bi çavê wî wênekêşî di hundurê romanê de ew rengê ku fizûlî hatin an jî wan renga nayên dîtin wan rengan wê herin wê vemirin di tabloya wêjeya kurdî de. Ez hin pêşketinên di warê pexşanê de dibînim. Hin kes hêdî hêdî di warê lêkolînê de derdikevin. Jin di warê çîrokan de têne ne helbest. Wa di romanê de hêdî hêdî. Bi rastî ez nikarim nerînekî bicivînim ji bo te.

Ji bilî helbest û wergerê xebatên we li ser roman an hin xebatên din hene?

Sala çûyînî min dest bi xebata romanekê kir lê min temam nekir. Piçekî giran bû hin lêkolîn jê re lazim bû. Roman li ser «jiyana piştî mirinê» bû. Lê belê niha min daye sekinandin. Ji bo ku hinek dem hewce ye. Ez nabêjim min daye rawestandin lê min daye sekinandin. Ji bo ku tu bibêjî ez romanekê binivîsînim hinekî dem jê re hewce ye.

Hûn xwe wek helbestvan, nivîskar, wêjevan an jî wek çi dibînin?

Ez xwe wek endamekê wêjeyê dibînim. Yan jî xwe wek qadroyek dibînim di vî warî de. Ku ez xizmetekê didim. Ez dibêm ez xizmetekî dikim, heya kîjan dereceyê ez nizanim an jî zanime fêyda min heye yan tune ye, ez nizanim lê ez dibêjim ez ji dil û can ji bo wêjeya kurdî dixebitim. Ne ji bo navê xwe. Di herî dawî de ez dibêjim bira hemû kes li vê wêjeyê xwedî derkevin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark