Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

HDKB : HEVBENDI ji bo Yekitiya ewropa armancên û tehlikeyên gef û rêşên Dewleta Tirk deşifre aşkera kirin.

 


Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur , Dr. Musa KAVAL , di rojên  15-16 10.2007 de li Bruxelles birek hevdîtinan li Parlementa Ewropa pêkanîn û  bi taybetî  li ser xalên jêrî xebat  hate kirin :
- Hevbediyê bal kişande ser armancên rasteqîn yên Dewlata tirk û  diyar kir ku Dewleta tirk li behanan digerhe heta pircaran bi xwe behaneyan diafirîne û dikete stuhê PKK. Armanc rastî  ewe ku êrêşê bibe ser Başûrê Kurdistanê û statuyê Kurdistana Federal têk bibet. Lewma Tirkiye îro dora du sed hizar leşker û curên din ji hêzên  teybetî  li ser tuxubên Başûrê Kurdistanê komkirîne.Herwesan humu curên dezgehên cenga (Harb) modern jî bi cihkirîne. Gelo ma beraqlaneye, ma mumkune ku ev qas leşker û hêzên cekdar û melzemê cengê ,  li dijê pênsed yan bêjîn hizar  gêrilîyayên PKK hatibin komkirin li ser van tuxuban !


Armancek din a Dewleta tirk ewe ku Hukmeta Kurdistana Başûr mecbur biket da hêzên Pêşmerge li dijê PKK bi karbîne, şerek dijwar û durûdirêj dinavbera Kurdan de  de bidete çêkirin. Bi vî awayî Tirkiye di xwaze ku kurdan bi hev bite kuştin û tebîetê arêşê (lirizê) bidete guhurandin anku arêşa xwe û PKK bikete ya PKK û ya Kurdên Başûr, herwesan Tirkiyê bi vê yekê dixwaze ku hezên çekdar û ewlekariya Kurdistana Başûr  bi PKK ve bidete meşgulkirin da ku di encamê de, meydan  ji bo teroristên Al-Qaide û yên din vala bimîne da  bikarîn  herêma Kurdistanê jî wekê herêmên din yên îraqê bêistîqra bikin.
- Hevbendiyê herwesan  diyar kir ku eger Dewleta Tirkiye êrêşê bikete ser Kurdistanê, tehlîke heye ku  bê îsîiqrariyek mezin li Rohelata navîn biqewume û  bandurek nerînî li Ewropa jî biket. 
-  Bi milyonan Kurd li her parçeyên Kurdistan û li Ewropa dikarin li dijê vê yekê rawestin  û leşker û muesse û bercewendiyên Tirkiye  protesto bikin. Ev yeke dikare bibe sedemê qetloamên mezin. Vê deme ku  Dinya ji Tikiye dixaze ku cenosîda erminyan nasbike , tehlîke yek ku ew cenosidek nu bike.
Hevbendiyê ji  Yekatiya ewropa , Serokatiya Parlementa Ewropa û ji serkên hemo Grobên siyasî (Muhfzekar, Sosyal demokrat, Liberal, Kesk, Çep) xast ku  hemo  îmkanan heta yên tuntirîn bi kar binîn da nehêlin ku Tirkiye êrêşê bibe ser başûrê Kurdistanê . Herwesan Hevbendiyê ji wan xwast ku li ser Tirkiye zext bikin da  ew pirsak gelê kurd li Tirkiye careser biket û ev çareserî jî  bes bi naskirina mafên gelê kurd mumkun dibe.

Di vê çarçevê Hevbendiyê Nameyek gihande serokatiya desgehên bingeyîn  yên Yektiya Ewropa wek serokatoya Parlementê ewropa , serokê Komisyuna Ewropa, Berpirsyarê Bilind yê Ewlekariya Yekitiya eropa û serokên grobên siyasî li Parlementa ewropa.

Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark