Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Newroz gurzek helbestên bi hêvî û soz

 

welateme.net


Newroz berê nixuriye ji berhemê helbestvan Emerê Ismail re.
Newroz ji gurzek helbestên netewî, civakî, welatperwerî û evîndarî pêkhatiye .
Helbestvanê me di helbestên xwe de Dêrikiye, dilê wî bi þînahî û þîraniya Dêrika Hemko re jeniye, kaniyên dilê wî teqane, derbûne û vedane.

di bîr û boçûnên xwe de zelale weke zelalî ya ava Dêrikê,bi bawerî û ramanên xwe re raste weke navrasta Deþta Hesinan û Devera Koçeran, di zar û zimanê xwe de þêrîne weke þîraniya Tirî û Hejîrên Endîwer û Cizîra Botane, di bang û xurandina xwe de weke deng û qep-qepa Kewê çiyayê Qereçoxe.
Hêjayî gotinê ye ku pêþgotina Dîwana Newroz mamosta Konê Reþ nivîsandiye, tê de bi kurtî li ser jîn û jiyana helbestvan Emer sekiniye û pêzanînin berketî di vî alî de dane xuyakirin.
Emê pêþgotinê û helbestekî ji Dîwana Newrozê ji xwendevanên welatê me re belavbikin.



Pêþgotinek Hindik Rindik

Konê Reþ

Dîwana ( Newroz ) komek ji helbestên bedew û delal,bi zimanê kurdî, di nav perên xwe de kom dike.buhareke rengîn,ji gotinên Kurdî yên resen di nav malikên xwe de rêz dike.
Xwedanê dîwanê helbestvan Emerê Îsmaîl, helbestên xwe bi zimanê herêma Koçerên Mîran, Deþta Hesinan û çiyayê Qereçoxê hunandine. Ev zimanê ku roja îro ji gelê Kurd re mîna çavkaniyeke ava zelale..Mîna zimanê Qureyþiyane sebaretî Ereban, zimanê Koçerên mîran ji gelê Kurd re wihaye.. Çendî mirov nêzîkî Cizîra Botan û koçerên mîran bibe wiha nêzîkî reseniya zimanê Kurdî dibe.. û ev yek xweþ belû ye di vê dîwanê de...
Helbestvan Emerê Îsmail, di gurzek gul de bi navê ( Newroz ) his û hestê xwe, kêf û þahiya xwe, kul û xemên xwe ji xwendevanên zimanê Kurdî re pêþkêþ dike û di helbesteke xwe de wiha dibêje:
  
Vegerin welêt kurê Kurdistan
Vegerin welêt xortê xwendevan
Vegerin welêt maldarê Kurdan
Bibin partîzan li nîva kurdistan
 
Helbestvan Emerê Îsmail di dîwana xwe de li ser þoreþa Barzaniyê nemir giryaye,kenyaye û lîlandiye û wek mirîdekî Barzanî, meþa li ser rêbaza wî ji xwe re kiriya armanc û wiha çend helbestên balkêþ hunandine.
Di helbesta Kurdistan û Barzanî de wiha dibêje:
 Barzanî rêbaza meye li ser þopa wî bajon
                                       Li cîhanê  bi nêrin
Rêça miletê kurdî ji karwan re xwîya ke
                                         ji dozê re li karin
Hem jî li ser Newrozê û serê sala Kurdî çend helbestên spehî afirandine:
 
Li girê sipî her wekî bilbil dixwînim
Bijî Newroz bi dengek raperînim  
Ji kurdan ra silavên germ di þînim
Bijî Newroz jê re helbstan di vehînin

lê wî qet jina Kurd jibîr nekiriye, jêre jî çend helbest berhevkirine.
Keca kurdî serî rake bi mêranî
Sitêra geþ serî rake bi þêranî
Va hate heþtê adarê Li te pîrozbê
Di vê rojê de dil xweþbî biþahanî
 
Wek mirov ,wek neferekî ji vê civatê, li dor evîn evîndaran wî dîwana xwe bê par ji sirûdên evînê û evîdariyê ne hiþtiye. Di gel ku wî Dîwana xwe bi çend sirûdên þîn û koçkirina kurdperweran xemilandiye..
Ji mêjve min navê Emerê Îsmail sehkiriye, û bi berfirehî min ew nas kir dema ku di bûyerên Adara sala 2004 an de hat gitrin mîna gelek kurdperweran û di zindanê de gelek êþ û êþkince xwar û dît.. Hem jî ku yekî serekeye ji sê kesên ku (Koma Roj )ya folklorî di di buhara 1990 de damezirandine, herdiwên din(Hisênê Îbrahîm û Salêhê Eyûb in). Ev Koma ku her sal bi serketin cejna Newrozê, li ser (Girê Sipî )di herêma koçerên Mîran de li dar dixîne, û bi hezaran ji gelê kurd li wan temaþa û guhdarî dike..
Hêjayî gotinê ye ku piraniya stranên Koma Roj ji helbestên Emerê Îsmail in wek.Vegere Welat,Welatê min,Were canê..
Dema ku helbestvan Emerê Îsmail ji min xwest ez pêþgotina dîwana wî binivîsim ,ev gotina buhiþtî Mîr Celadet Bedirxan hat hizr û bîra min:
((Herçî em kurd,me ziman, zimanekî delal heye û em pê diaxêvin û piraniya me ji vî zimanî pêve bi tu zimanî nizanin.Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke þexsiye lê wezîfeke milîye jî.Herçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine...))
Mîr Celadet Bedir Xan
Kovara HAWARê
Hejmara: 40 sala 1942  Þam

Ez jî kefxweþ dibim ku nivîskarekî zimanê Kurdî  wek Emerê Îsmail li nivîskarên Kurd zêde bibe. Ev xortê ku biçûkanî û xwendina xwe a seratayî di nav gundên Koçerên Mîran de bûrandiye .Li bal min ew  mîna akadîmiyekî ye di zimanê kurdî de, nexasim ku mijûlbûna wî bi danheva folklorê herêma koçeran hebû û gelek gotin û mamik dane hev,hem jî ku di bin akam û bandora rehmetî Þêx Nezîrê Þêx Zahir de ji gundê Sêgira hez zimanê kurdî kiriye,çaxê ku li bal wî çav bi  (Nûbuhara Biçûkan)ya Þêx Ehmedê Xanî ketiye...

Tevî ku ev dîwana helbestvan Emerê Îsmail (Newroz )bi rengê kilasîk hatiye berhev kirin ,lê ne ku ew helbestên serbest û azad nanivîse, belê dîwanek wî ya din ji vî terzê serbest  heye amade dike ji çapê re.
Ez jî ji dil û can serketinê ji helbestvanê me re dixwezim, û bi hêvîme ku ew çend þaþiyên ku hebûn di dîwana nû re derbas nebin.

Konê Reþ
Qamiþlo   05/09/2005


Eve helbesteke ji Dîwana Newroz

Welatê min
                     Emerê Îsmail

Welatê min tu xweþ warî
Hemî mêrg û çem û darî
Tu rohniya þeva tarî
          Çima rewþa te wendaye

Welatê min cihê mêra
Warê pilingan û þêra
Bihiþtî tu ji sînora
          Çima rewþa te nexwiyaye

Welatê Min cihê Mêrga
Ji bingeha þer û cenga
Gul û beybon ji hemî renga
           Çima xemla te wendaye


Welatê min tu tim þînî
Kul û derdan di kêþînî
Ji ber dijmin di nalînî
              Welatparêz ji cengaye

Welatê min serî rake
Li ber dijmin xweþ xwiyake
Bo kurdistanê tu banke
              Ti war û cihê Kurdayî

Welatê min tu xweþ rengî
Ji kurdan re tu ferhengî
Li cîhanê bi nav û dengî
                Cihê box û beranayî

Kurdistanê welatê min
Bi kurdiye zimanê min
Tu laleþ û evîna min
                Çiqas bêjim tu hêjayî

10-8-1988

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark