Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN QIRKIRIN Xeleka (3)

 


Luqman Silêman
hevind@nefel.com

hûn dizanin salê çiqas insanê me li ser xetê têne kuştin di bin navê heyf hilandinê de û çiqas zarok dimînin sêwî û ew zarok bi deriya dikevin yan şivantiyê dikin û yan gavantiye dikin ev yê ku dimînin li kurdistanê ji bilî yê ku hikûmet wa dibê Enqera û Sitenbolê wa xwedî dikê ta ku mezin dibin û wa cardî dişînê kurdistanê lê piştî ku wa ji kurdîtî dixê mirov li wa dinêrê kurdin bi ziman lê bi mejiyê xwe Turke mixabin kes ji me li ser vê rewşê ne sekiniye tebî ev hemî girêdayîne bi wê seqafeta Kemalîzma çandiye di mejiyê insanê mede


heval no hûn dizanin ku Kemalîzim salê bi miliya rê ban qinota xerc dikin da ku ev seqafet bi mînê di nava civaka kurd de û hiştine nîvê miletê kurd kurdîtiya xwe ji bîr bikê zimanê kurdî roj bi roj tê winda kirin heger ku ne ji va çend salên dawî ba çimkî me pir sûde ji van sala kir nemaze ew kesê ku li zangoya di xwendin ji bilî vê me sûde ji çepê Turk jî kir tevlî ku wa tiştek ji bo miletê kurd û pirsa kurd nekirine û di pirogiramê xwe dejî li ser pirsa kurdî ne sekinî ne tevlî ku bi seda xort û keçê kurd bi ware  di nava xebatê de bûn lê piraniya xortê me jî di va herdû salê dawî de dev ji wa berdan piştî ku dîtin ew  partî tiştekî ji kurda re nakin û ew ne gelekî çêtirin ji Kemalîzma ev ji rexekîve û  ji rexêdî ve partiyê kurdî çêbûn û Ramanê Markisîz mê û Lêlî nîzmê hilgirtin ji ber vê yekê jî niha ew pir şerê partiyê kurd dikin, bi rastî heger ku mirov li ser Ramanê Markisîzmê bi sekinê mixabin mirovê bi bînê ku ew partiyên di kurdistanê de bi Markisîz mê û lêlînîz mê badikin tiştek ji bo kurda nekirne û dema ku partiyê kurda hatin avakirin û Ramanê Markisîz mê hilgertin wa pir şerê va partiyê me dikin hevalno heger ku em xweşk li ser vê mijarê bi sekinin ev mijar pir dirêje ev şevê zivistanê têra me nakin ji ber ku wa pratiya jî ne kêmî hikumatê xwe şerê kurda kirine her yekî bi rengekî û di demekî de.
Remezan go: hûn dizanin ezê îşev çi bidme we.
Hemiya li hev nêrî gotin: na em ji ku nizanin tê çi bidê me.
Remezan go: min hin şebeş di nav kayê de hilanîne îşev ezê wa şebeşa ji were bişkînim û emê wa bi xwin û gote kurê xwe Azad de here bêje diya xwe bila şebeşna ji mere bişkînê û bîne ji ez bawerim pênc şebeşê me mane.
Azad go:bila yabo û da xwe rabû çû gote diya xwe bavê min dibêjê bila şebeşna ji mere bînê.
Emîna da xwe rabû çû şebeşa bînê.
Dektora Şikirya go:apê Remezan tu bi rastî dibêjê yan tu heneka dikê vî çilê ha û li gundê Cirnikê şebeş henr! Remezan go: na qîzamin ez bi rastî dibêjim ez her payîz beriya ku şebeş bi dawî bibin ez têrek şebeş têxime nav kayê de ta va çaxê salê û em wa di xwin tu zanê ku sala par şebeşê me man ta dawiya çile.
Şikriya go: ev nîşana jêhat bûna teye apo.dengê deriyê hewşê hat Remezan gote: Xoşnav kurê min here derî veke.
Xoşnav da xwe wê herê derî vekê Hisên go: ka bise ezê tiştekî ji were bêjim.Remezan go: fermo bêje.Hisên go: çîroka namê ji kesî re ne bêjin û ber kes nizanibê em kîne yanî go: niha cîran yan mêvanin te hatin şevgêrkê em nema li ser siya setê jî daxivin tu jî me bi wa nede naskirin.Remezan go: xema vê yekê ne xwe vê li apê xwe bihêle  Xoşnavê min de here derî veke ka ew kiye.
Şikriya da xwe rabû çû oda pîreka.
Yekî destê xwe li deriyê odê da Remezan go: derbas be.
Behrem darbas bû go selam û elêkun. hemiya go elêkume selam. Remezan go: Behrem were vir li cem min rûne da tu bibê hevalê min û gote Xoşnav ka wa qeremaça bîne,ka wê kî li pêşiya min û cîranê min rû nêm.Hisên go: ez û Heybet emê bi were bi lîzin lê ka bêjin li ser çi emê bilîzin? Remezan go li ser dih kîlo hinar.
Hisên go başe ji xwe ev şev ya hinara ye de ne xwe bila zarok şebeşa neynin. Remezan gote Xoşnav dehere bêje diya xwe bila şebeşa neynê û dest bi lîstika xwe kirin da ku Behrem nizanibê ev mêvanê wa kîne ji ber ku tim mêvanê wa yê qaçaxçî tên û Behrem tê şevgêrka wa û ji xwe re bi qeremaça dilîzin ji lewma Remzan go ka emê bi qeremaça bilîzin.
Şikriya li nav pîreka rûniştiye û li ser rewşa jinê daxivê ji ware dibêjê pîreka me çiqasî di jiyana xwe de di westê mal tev li ser pişta wê ye zarok bi hêviya wê ve ne heger ki zarok başbin yê mêrin lê dema ku ew ne başbin yê pîrekê ne lê mixabin kesî hajê nîne hêdî hêdî Dektora Şikriya kete felsefa jiyanê de lê ma ji ku guhdarê wê jê fêm dikin.
Emîna go: keça min ezê pirsekî ji te bikim tu dilê xwe nagirê? Şikriya go: dayê ma ezê çawe dilê xwe ji te bigrim tu wek diya minî.
Emîna go: ev kîne tu bi ware ew çiyê tene.
Şikriya kêlîkî ma sekinî go: Hisên zilamê mine û evê dî hevalê mene em hatine emê herin Ewropa me ji ber hikumeta Turk bazda ye.
Emîna go: hevalê weyê çine?
Şikriya go: em û
Azad li derî da go: yadê bavê min dibêjiê bila cihê me deynin emê razin.
Şikriya go: dayê ezê dovre ji tere bêjim.
Welat kurê Remezan ew li ser xetê ye wî bihîst ku hevalê wî namek ji bevê wîre şiyan dine û jê xwestêne ku ew berdê mêvnê xwe. Welat ji hevalê xwe pirsî ew çi name ye we ji bavê min re şandî.? Hevalê wî gotinê ma çê dibê bavê te dijminê me li mala xwe bi hewînê mane gerek te bi gota bavê xwe çêna bê tu va kesa bi hewînê ma tuniznê ew kesin mîtin û wa pir zirar gihandiye me û em li wa digerin û emê wa bi kujin ku piştî sed salê dî bê.
Welat go: bavê min tiştekî ji va çîroka nizanê hûn di zanin ku bavê min serê xwe bi siyasetê na êşîne û tucarî wî di siyasetê de kar nekiriye ew ni mereye û ez bawer nakim ku ew bi ware bê...
Yekî ji wa go:em nabêjin ku bavê te hevalê meye yan hevalê meye yan ew di zanê ku çi dinav me çêbûye lê em naxwazin ew li cem bavê te bi mînin......... û tu vê tiştê di zanê qerdaş lê em ji hevala re bêjin dema ku ew çûne wa bila haj mal bata te hebin lê ewê dî... tu dizanê. Welat serê xwe hejan lê dey nekir.!?
Piştî demakî Welat pirsî go: wê heval kengî herin Cirnikê!? Nûnerê wa go: êvara ku heval herin emê ji tere bêjin...
Çend roj derbas bûn ew nobetê li xwe digrin ji êvara ta roj hilat di van roja de hin hevalê Hisên ji serxetê tên û hin diçin bê ku kes ji gundiya zanibê ev kîne li mala Remezan çimkî kes ji mal naderke vê û tim di xênîde ne nexasim Şkriya wek yekî ji malê lê hatiye û pir eşqa pîrekê malê jêre hatiye ji ber ku Şikriye pîrekek bisteye û jêhatiye diniya dîtiye dizanê baxivê...
Roja yek şemê piştî nîvro diniya tarî bû ewra perê xwe berdane erdê ewr li erdê sekinîn wek marê birîn dar li hev di qulibin hil dikşin jor xwe berdi din xwar lêlanê li ber çavê mirova çêdikin xwe li hev dipêçin dûmanê çêdikin..     
Hisên sikirtêrê giştî ye yê partiya Kawa ye û Mihemed Emîn Xoce nûnerê herêma Botanê ye herdû li dawiya odê rojiştî ne û pazde bîst kes li dora wane û pirsa kurdî ji wan re şîrove dikin ne xasim piştî ku ew bi gihin Ewropa wê çawe ji pirsa kurdî re xebatê bikin û li Ewropa gerek çawe xebat di ber vê pirsê de werê kirin ev mijar û bi dihê mijara Hisên anîne ziman yek ji wa mejara dijminatiya kurda ji hevre û çawe kurda ji sedê salan ve dijminatiye hevdikin û ji miletê ser destî xwe re kardikin û tim kurd ardû ne ji agirê xelkêre şerme ta kengî wê ev milet wesa bimînê bin destê xelkê û wê ta kengî bimînê kole şerme miletek sî çil melyon ta îro bê welate û tar mar bûye di bin desta deye.
Remezanê Kabreş jî pişta xwe daye dîwêr û guhdarî Hisên dikê bi kurahî,û eşqeka bê sînor ketiye dilê wî ji ber ku Remezan yek ji wa kesê can fidaye aşiqê welatê xwe ye û her dem ew amade ye ku mal û canê xwedi ber welê te bidê Remezan ji wa kesê ku tucarî ji dijminê xwe natirsê û tirsa dijmin neketiye dilê wî û na kevê dilê wî bi sedê cara wî li sînora da ye û eskerê Turka di kozikê wan de girê dane û sînor derbas kiriye Remezan li herçar parçê kurdistanê gera ye û tucarî pakî ji kesî nekiriye.
Lê kesê ku Remezan di ditî hêviya wê mêraniyê jê nedikir çimkî ew mirovekî hûrikî zehîf bû ew ceger û mêranî hemî di kude bû kes nizanê wek ku berê gotine ne li rengê tutinê binêr û ne li rengê mirova binê re. Remezanê Kabreş yek ji wa kesê ku mirov tê de şaş dibû çimkî rengê wî û mêraniya wî û karê wî ne nêzîkî hevbûn di ser vê yekê de ew mêrekî çav ferebû pariyê devê wî neyê wî bû hevalê hevalê xwe bû mêrê roja giran bû zilamê pişt girdanê bû. Remezan li Hisên nêrî û go: gelo heye welatê me çê bibê û emjî wek xelkê bi bin xwedî welat û ala me herê nav ala berî em bimrin!? Hisên lê vegerand go:  hevalê Remezan wê welatê me çê bibê û kurd nema winda dibin û emê welatê xwe bi bînin çawe em na bînin wê kurdistan çê bê û tu nema bi şev di va sînora re diçê wê ev sînor rabin bi izna xwe dê û bi xebata miletê kurd hûn dizanin di van çend salê dawî de bi dihê mileta gihane mafê xwe welatê xwe bi xwînê ava kirin ew milet ne ji miletê kurd mêrtire û welatê wan ne ji welatê me xweş tire lê tiştek bê qelen nabê hertiş bi qelenê xwe ye.
Remezan û kesê amade bi vê bersiva Hisên pir şabûn û her yekî da xwazê xwe ji Hisên re gotin..
Baranê dayê û bû fîre fîra bayê reş ser dorê xaniya radikê mû ji mara dikê baran û ba bi hevre bû bab lîsok ew ba û baran li hev di zîvirê dibê bandev çûk li ber wê sirê têne birajtin mar newêrê serê xwe ji kuna xwe derxê, mêvana jî xwe li dora sopê dane hev Remezan da xwe rabû Hisên go: tê çibkê? Remezan go: ezê bakim Ebdo bila ji ser bên werê xwar ma vê baranê kî karê serê xwe ji mala xwe derxê. Hisên go: wele raste ez ne bawerim ku kes vê baranê karibê ji mala xwe der kevê.
Ebdo hate xênî Hisên jê pirsî ma ji derve çawe ye. Ebdo go: ban deve mirov nizanê baran ji kuve tê baranek libê wê mezin wek eyrokêye bawerke yê îşev ji derve bê roj li wî dernakevê wê bi qufilê şevê wek vê min nedîtine hemî di cihê xwe de ma ne cemidî heryek ji xwe re dibêjê ma dem ev li vir wesa baran tê gelo niha li ser xetê çawe ye lê ew ji vê baran û bayê mane behitî.yekî ji wa di pencerê re li hewşê nêrî ewir gihane erdê ew bi şûnde vegere û berê xwe da Remezan go: ev zivistanê we tim wesa ne? Remezan go: bawer ke min ne dîtiye baranê wek vê hatî ev ne barane ev tofane xwe dê ava bikê wele mirov di bêjê wê diniya xirabê mêvan hemî mene behtî ji vê gotinê diniya tarî bûye zilamê rûniştî li hev dinêrin bê ku baxivin lê di çavê her yekî de sed pirsê bê bersiv ji wê şeva tarî dikê. Yekî ji wa xwe negirt berê xwe da civatê go: gelo ev şev li ber we ne dirêje? Hemî mane sekinî her yekî ji xwe re go ma çawe ne dirê je lê kesî ber siva wî ne da pirs ma bê bersiv.!?
 Piştî vê pirsa bê bersiv her yek di cihê xwe de ma cemidî wek mirov gevirekî bavê jê nav gola beqa, mişêna baranê perdê guha diqetînê tarîka bê îman bêna mirova tê de teng dibê, zilomatek bê dawî,zilomatê wesa tucarî bi ser gundê Cirnikê de nehatine ker bûna berî mirinê ye, mirna bê bextiyê ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark