Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gelo dema qirkirina gelê kurd hatiye?

 


Bêkes Têlo

Gelo hevkariya 100 sal bi dawî hat?  Ev pirs rojnama huriyet  raxist paş biryar dana kongiresa Amerkî  bi naskirina qirkirina gelê Ermenî ku di sala 1915 de pêkhatibû şermezarkir û pê mûkir hat.
Pir caran berpirsyarên DYA Tirkiyê bi hevkarê dilsoz didin nîşan û ev dihişt Tirkiye li gora xwe gavan bavêje li heremê û li dora xwe dijminan pirke çi Ermenî,Yonanî ,kurd û ta radeyek Bolgaran .


Û îro diranê xwe dicû ser Kurdistana başûr gelo giravî bi qadandina ,,TEROR ,, a PKK ê.Gefsorî li ser dewleta Qibrisê dike tevlî ku ev 35 salin 37% ji xaka wê dagirkirye û dixwaze dewletek serbixwe ji turkên qibrisê aveke ku hejmara wan nagihe 120 hezar.Gefsoriya dike bi belavkirina belovokek bi zimanekî tûj di 11.10.2007 ji wezereta jiderve ya Tirkî bi sedema ku qibirs mafe desthiladariya xwe pêktîne bi provên leşkerî ku ji 9 _14 vê mehê pê radibe ser xaka xwe  û belavok berdewam dike û dibêje ku rewşa aramiye ji van pirovan di herêma deriya sipî de dixe bin tehlûke.Û hîn bi werde dice bi gefsori li ser dike bo dîtina çavkaniyên Petrolê di van salên dawî de , di deriya de ku ev jî mafê wê ye sirûştiye ser xake xwe hem provên leşkerî bike û hem li petrolê bigere.
Tekîlyên bi Yonanistan  re gihaye qonaxek herî tuj bo girava Ice û ji xwe ser lêvên Surî masiyan radiqelin bo ava firatê , wê dikişine bi aliye xwe bo naskirina dewleta turkên qibirisê ku ti dewlet naskirin nedayê de. Di ve dema dawî de  Surî xetek  bo keşitîye vekir nabera Amoxostos u latakiya û vaya hişt hikumeta Qibirisê beşe Yonanî bi tûndî ev gav şermezar bike.Bi ve kiriyara xwe Tirkiye pel hemû biryarên YE dike bi pêwendî bi Sûri re û xwe wek naber nîşan dide nabera Sûrî û Israel.Wek em zanin ku Sûrî di embarko deye ji aliye rojava û DYA.
Hevkarê qenc wisa bi lêvkir berpisyarê DYA  Nikola Brens piştî derketina biryara kongirês ji aliye komîta dervê  bi şermazar kirin û naskirina qirkirina gelê Ermenî de dema Osmaniyan de.Got bi vê biryarê tekîliyên me bi hevkarê baş Tirkiye re ew ê berjewendiyên me bikevin tehlûke de di heremê de bê ku gotinek ser mafê gelê Ermenî bi axive ku bi salane tekoşîn dike û ji cihana pêşketî dixwaze naskirina ve qirkirnê,bê ku gotinek bêje ser bindestiya gelê kurd û sitemkariya ku ser dimeşîne ev hevkarê wî û bi vî rengî Ardogan wêrek dike ku qirkirina gelê kurd bike di ve dema  ku  YE li benda Tirkî ye ku guherîn û reforman di destûra xwe de rê  veke ji bo wê hembêzke  .
Veca xweska rojnamên me ev pirs bikin gelo ku ne DYA be ,Tirkiye rojek kare li hember lehîr daxwaziya azadiyê bike li Kurdistana bakûr?gelo hêza kurd teklîiyên diplomasî gihandiye van welatên ku ji Tirkî nefrete dikin ji sitemkarî û dadgeriya wê ci Ermenîstan,Yonanistan û qibirsê?  Gelo Tirkiye natirse  gava erîş bike ser başûr ,hêza leşkere wê li qibirs lawaz be? Gelo Tirkiye hisab nake ku bi erîşa wê ser başûr her kurdê ne Apoçî bibne Apoçî ?
Gelo Kurdistana başûr pêşniyarî kiriye bo DYA  bingeha Incirlik bine xaka Kurdistanê? Ku pir berjwenî ji ve gave heye bo aborî û aramî li Kurdistanê û bihele tirkiye ser terya xwe rûne.Bersiva van pirsan dema pêş  ew ê nîşan bibe .Tirkiye guh nade denge mejî  tenê heste nijad perestî wê kor dike gelo qirikirina gelê kurd hatiye?bi texmina min Tirkiye bihanûnek pir bilind bide ku K.başûr dagirke ji aliye ramiyarî,diplomasî ,aborî û leşkerî.Gelo perlomana Tirkiye çi birya bigre ? ev pirs te kirin û tabloya ne razîbûne li pêşiya wêye çi DYA û YE û ve dawiye ji aliye Rusya ve ,ji xwe welatên Ereb û ne peyvek ne hatiye bihîstin û bitaybetî ji welatên di bin sîka kongira mosilmanan de ti nerazîbûn ne hatiye der û ev xemgînyeke ji wan hezên islamî li welat ku xwe li paş tilîka xwe veşartine div e dema giring.Bi nerîna min dibe perlomanta Tirkiye biryara êrîşên cuda-cuda bistine ne biryara dagirkirine ji berku :
1-Tirkiye dixwaze hêza leşker vegerin piştî ku di hilbijartinan de wendakir.
2- di meha pêşde hevdîtin nabera serokê DYA C.Boş û Aredogan heye.
3-di van rojên hatî civînek bo welatên cînarên Iraqê li Istenbole li hev dicivin.
ji bilî ve jî pir analizên çi li hundir û çi li jiderve şermezariya xwe nîşan didin û dibêjin ew ê ancamên pir xirab li herme pêkbe.Agir bi hermê bikeve û li vira disa pirs gelo helwesta Yonanistan û Qibrisê û çawa bibe ku tirkiye K .başûr dagirbike?van metirsî tev li pêşiya tirkiye ne .
 
14.10.2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark