Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: DOZA MEŞA AMED-XABURÊ Dİ QONAXA DAWÎ DE YE…

 


Îbrahîm GUCLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de jî, operasyona Komara Tirkiyeyê li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê bûyereke rojane ye. Civata Wezîrên Tirkiyeyê ji bona ku leşker bikare li Herêma Federe ya Kurdistanê operasyonê pêk bîne, dixwaze ji meclîsê îzin bigre.


Ev operasyona bi salan e ku tê amade kirin. Ji bona operasyonê sedema xuyayî PKKê tê nîşan dan. Sedema bingehî ya operasyona Komara Tirkiyeyê, avabûna Herêma Federe ya Kurdistanê û Referandûma Kerkûkê ye. Komara Tirkiyeyê ji bona vê di destpêka sala 2006-an de 250.000 leşker li tixûba Bakurê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê bi cîh kir.

Me sê hevalan (Min, Zeynel A. OZALP, A. Sedat OGUR) jî ji bona ku di derheqê plan û operasyona Komara Tirkiyeyê de reya giştî agahdar bikin, plan û operasyona qirêj protesto bikin, biryar da ku ji Amedê heta Xaburê bimeşin. Hezar mixabin piştî civîna me ya çapemenî hêzên ewlekarî îzin neda ku em bimeşin: Dozgerê komarî em bin çav, dadgehê em hepis kirin. Di derheqê me de doz vebû.

Doza Meşa Amed-Xaburê  di Hezîrana 2006-an de dest pê kir. Di 29.05.2007-an de dozger mûtalaaya xwe ya dawî pêşkêşî dadgehê kir û cezakirina me ji dadgehê daxwaz kir. Me jî di 02.10.2007-an de parêznameyên xwe bi  niviskî û devkî pêşkêşî dadgehê kir.

Doza Meşa Amed-Xaburê di qonaxa dawî de ye. Diruşmeya dawî, li Dadgeha Cezayê ya Giran ya 6-emîn ya Amedê di 16. 10. 2007-an, katjimêr/saet 09. 00-an de dê pêk bê. Parêzer Sabahaddîn Korkmazê parêznameya xwe pêşkêş bike. Dadgehê biryara xwe ya dawî bide.

Amed, 13. 10. 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark