Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Dîdara rojnama Aso bi berêz Fuad Elîko re, sekertêrê partiya yekîtî

 


dîdar: Hozan xelîl efrînî

Em wek rojnama aso ser bi dezgeha xandan li başûrê kurdistan bajarê silêmanîyê jibo tîşkxistin li ser rewşa dawî ya bizava rizgarî neteweyî kurd di rojavayê kurdistanê de û naskirina rewşa partîya yekîtîya kurd piştî ku guhartinên ku di astê serokayetîya wê de çêbûn û mamoste Hesen Salih bi rengekî şaristanî gurave xwe ya giran sipart bi berêz Fuad,  jibo wê yekê mejî pir bi grîng dizanî ku çavpêkeftinekî li gel serokî wê partîyê  mamoste Fuad Elîko re çêkin û berêzî bersîvên rojnama me pir bi sade î û lihevkirî da û bi vê şêwazî xwarê axifîya.....


1- rewşa dawî ya bizava netewa kurd û opozîsiyona Erebî li Sûriyê di çi astê de ye...?

- bê guman bizava netewî ya kurdî ne dûre ji van bûyer û guhertinên herêmî û cîhanî, yên ku di van salên dawî de pêk tên. Lê em dibînin ku îro roj ew astê ku em hêvî dikin, hîn tevgera me ya kurdî negihiştiyê, çikû di warê siyasî û kar de cudabûneke bingehîn heye di hundirê vê bizavê de, ji bilî hin sedemên din ku nahêlin ev bizav bête serhev, tevlî ku hin hewldan pêktên bo avakirina lêvegereke kurdî, lê dîsa jî em karin bêjin ku bizava meyî kurdî li Sûriyê gelekî li pêşe li hember opozîsiyona Erebî ya sûrî (R.Ş), ya ku di rewşeke lawaz û teng de derbas dibe û nikarê xwe ji bîr û ramanê îdiyolojiya netewa Erebî ya teng derxê, nemaze di warê pirsa kurdî de.

2- armanca partiya we çiye û sîstema sekretariyê çawaye ... bi hilbijartine yan çawaye..?

Partiya yekîtî , partiyeke netewî kurdî Sûrî ye, dozdariya mafê netewa kurd dikê li rojavayê kurdistanê, ew miletê ku îro hijmara wî gihiştiye dora 3 melyonan, ku mafê wî di destûra welatê Sûrî de bê ne çespandin û nivîsandin, ji ber ku kurd xwediyê cihin,ji rojaroj de, ne ji dervey Sûrî hatine wek ku rêjîm û şofinîstên Erebî dibêjin. Pêwîste ku ev milet çand û kultora xwe pêk bîne û jîndarke û nasnama wî ya netewî bête parastin, loma ew mafdare ku rengekî yan şêwazekî otonomî jêre pêk werê li deverên kurdî weke devera Qamişlo (Cizîrê) ,Efrîn û Koban ê.
Bernamê partiyê weke stratîjî sînorên welatê Sûriyê derbas nake , lê weke hest ew bêşînore û wê tişta  han di doza wekhevî û hevpariyê de dibînê di hundirê Sûriyê de bi hemû netewên ku lê dijîn , di vê babetê de em karin bêjin ku partiya Yekîtî, ya yekemîn bû di warê lidarxistina çalakî û xwepêşdanan de di dîroka Sûrî hemî de,ji 40 salî û virde ku di sala 2002an de xwepêşdanek pêkanî li pêşiya perlemanê Sûrî li Şamê û hevalên wê jî hatin girtin û ev siyaseta han berdewame ta gihandina destxistin û daxwazên gelê kurd li Sûriyê. Sebaret sîstêma sekretariyê di partiya Yekîtî de , birastî em karin bêjin ku partiya me yek ji nimûnê bikaranîna demokrasî di vê mijarê de ye, çikû sîstema hundirî ya partiyê maf nadê sekretêr ku her û her bimînê û li her kongirekî , yanî her 3 salan sekretêr tê guhertin û tê hilbijartin ji hundirê komîta navendî ya partiyê . û ne ku em pesnê xwe didin ,lê partiya me ya yekemîne ku li ser vê sîstemê dimeşe , ji ber ku ev li cem me baweriyek demokrasiye, dijî wê bîr û raya totalîtariyê di rojhelata navîn de.

3- hindik leyan ku endamên raghandina şamê ne ji were dibêjin tûndrew û cûdaxwazîn û dûr li rastiya kurdên sûriyê kardikin û li rewşa kurdên sûriyê û sûriyê tênegihiştine, ev nerînên wan ta çend rastin?

- birastî gava em werin li ser ragihandina şamê bi peyivin, em dimînin matmayî, çikû 7 partiyê kurdî (Enî û hevkariya kurdî) tê de beşdarin û endamin,ji ber ku ew ragihandin pirsgirêka kurdî dibin siya mafê hemwelatî tenê de dibînin û kurda wek  neteweke cuda û xwedî maf nabînin,ew opozîsiyona Erebî ya ku nikarê kirasê erebkirinê û îdiyolojiya wê ya nijadperest ji xwe bavêje û kurda wek  neteweke serbixwe nabînin, em çawa bi wanre karibin karbikin. Ji ber ku li cem me weke partî hin pîvan û şertên serekî hene , sebaret pêwendî bi çi hêz yan partî re hebê, û ew jî li cem me pîrozin, wek nerîna li kurdan weke miletekî cuda , xwedî taybetmendiyek netewî û pirsgirêkek demokrasî divê bê çareserkirin, bê van tiştan ti guhertinên demokrasî pêknayin,ji ber ku em pirsa kurdî û doza wî li hundirê sûriyê bi vî rengî zelal û rast didin xwiyakirin, lê ew bixwe nêrîna cuda napejirînin , ji bilî xwe pêve, tên van nîqa dixin rexê xwedî bîr û raya întelektwal û rast de.

4- sedema dûr ketina we ji ragihandina şamê çiye,aye win nikarin komîta hevbeş pêk bînin ji bo kar û xebatikî hevgat ji bo bihezkirina eniya neteweyî kurd li rojavayî kurdistan...?

Weke ku me berî vê pirsê ,nerîna xwe li ser ragihandina şamê dabû,ku ew maf û doza kurdî napejirîne bi têgeya (pirsgirêk),tenê weke daxwazeke sivîl ku di riya hemwelat bûnê de wê çareser bibê,eva han li cem me ne diruste, loma em ciyê xwe di hundirê ragihandinê de nabînin, ta ku nerîna wan newê guhertin, lê em her û her amade ne ji bonî çi karê hevbeş, çi di warê niştimanî de û çi di warê pirsa kurdî de bê û em bixwe weke partî xwediyê vê rêyê ne û me daye pêşiya xwe û li ser vê bingihê em jî doza (lêvegerek kurdî )dikin yan jî bi çi navî bê lê hin şertû mercên meyî serekî hene ku ev Eniya netewî yan jî lêveger bibê rêçika karê partîkî, ne tenê şêweyeke bêkar weke
gelek şêwazên ku berî niha çêdibûn . di virde em bihêvîne ku herdû serokatiyên kurdî yê beşê azad ku bi insiyatîveke wilo rabin û bê guman wê li rojava hebê.

5- jibo çi tevgera netewî kurd li Sûriyê bi yek deng û yek helwest biryara dabrîn ji hilbijartinên en*****ana gelê Sûriyê nekirin,weko diyar bû ku her çend partiyekî bi gora berjewendiyên xwe biryar dan, ne ku bi gorî berjewendiyên gel bûn...?

Birastî ev tişta han dibê kêmasiyeke mezin ji aliyê tevgera kurdî ve, ku îroroj nikarê bi nerîn û helwestek hevbeş derkevê di helkeftineke weke hilbijartinên encûmena gelê Sûriyê de, ev wêneyeke biçûke ji rewşa tevgera kurdî re,lê em bixwazin yan jî nexwazin wê helwestin hemreng wê hebin, ji ber ku dibin siya rêjîmeke stemkar  û totalîtarîde weke Sûriyê ku tu rê li pêşiya bizava demokrasî nehiştiye ku êdî xelk bê hêvî kirine, lê dîsa jî em dibêjin ku çalakvanî û kar di rewşa tatolîtarî de neşaşe û çêtire ku mirov kevrê xwe di ber xweve bavêje û bê hêz be.

6- em ji we dibirsin ku ewna li ser hêla çewtin û ewna dibêjin ew partiyên ku li dervayî ragihandina şamê nerast nakin û ne werin beşdarî komcivîna niştimanî bibin ji ber ku em zorin û ewna kêmin...?

Xwendina me ji rewşa Sûrî û pirsgirêka kurdî re,cudaye sebaret helwestên din û weke me berî niha jî got şert û mercên serekî li cem me hene di vî warî de , ta ku em tevlî endametiyê bibin û problêm ne pirbûn û kêmbûne, bêtir ew xalên pejirandina (pirsgirêka kurdî) li cem me giringên û seretene, lê gava çîrok bibê çewtî û rastî , pêwîste em vegerin cada kurdî û gelê xwe û bere rêferandûn pêkbê dinav gel de li ser hemû xalên germ û êdî bere ew nerîna hevbeş bête hilbijartin.i hundirde çareser dibe..?
Em kurd weke milet û tevgereke siyasî xwe dibînin beşeke serekî ji miletê Sûriyê û sînorên me di hundirê coxrafiya vî welatî deye tevlî hemû pîlan û siyastên çewt ûnijadperestî dijî miletê me,dîsa jî pirsa kurdî divê ku li Şamê çareser bibe û emê bi hemû hêzên demokrat re karê xwe berdewam bikin bo vê armanca pîroz û em amadene ku em li hemû deriyan xin dibin siya çareserkirina pirsa kurdî de, divê babetê de opozîsiyona kurdî û Erebî jî destê xwe nedane tu hêzên derveyî welêt , berevajî wê em dibînin ku rêjîma ba''''''''as bi xwe destê xwe dipelînê , nemaze piştî ku gelekî dûrî civaka cîhanî bûye.

8- aye Emerîka jibo berjewendiyên xwe têkêliyan li gel Sûriyê pêşdixe yan jibo gelên bindest wekî kurd û Ermen û Cerkes û Asûrî...?

Ji rojarojde çi têkeliyên cîhanî û pêwendiyên navbera dewletan û leyistika siyasî, bingiha wêyî serekî berjewendîne, lê em kurd hinekî dereng hayedarî vê kêşeyê bûn, ji kevin de û dema niha, ev tiyorî birêve diçê, û dîsa jî her milet  mafdare ku berjewendiyên xwe bidê pêş û bidestxê , ji ber ku hêzên mezin weke Emerîka stratîjiya salên pêşde pilandikê li gorî berjewendiyên xwe û parastina ewlekariya netewî Emerîkî, kurd jî divê ku karibin bizanebûn avjeniyê dinav vê atmosfêrê de bikin.

9- helwesta we li hemberî destewerdanên turkiyê jibo Kerkûkê û bi hêzkirina eniya Turkmanî li dijî gelê kurd çiye...?

Tê xuyanî kirin ku mêjiyê leşkerî û kemalîstî yê Turkiyayê hîn diwê xewna avekirina ( Turkiya mezin) de ye û kurdistana başûr (Îraqê) li nik wan weke Qibrisê tê dîtin, lê rewşa îro ne ew rewşa wê demêye , cîhan hatiye guhertin bi hemû têkeliyan û berjewendiyan û rola turkiyê nema weke raberdûye û kurd jî îro ketine nava berjewendî û bazarên herêmî û ta cîhanî û nema paxava ji wan zirtên turkiyayê dikin, û ew destewerdanên li Kerkûkê wê cî negirin di guhertina rewşa Îraqê û pêxanîna destûrê û xala 140 ji wê, loma ew dixwazê di rêya nûkerên xwe ve (Eniya Turkman) tevdan û xirabiyan bixê rewşa herêmê de, lê pêre naçê serî, livir pêwîste ku ev destûrdan bê protêstokirin li hemû parçên kurdistanê û nemaze beşê bakûr ku karibe bi çalakî û hewildanan rawestê dijî vê siyaseta turkan ya çavsor.

10- aye pirsa kurd li bakûrê kurdistanê bi opresyon û leşkerkêşî çareser dibe..? serarî ku pkk ji meha 9/2006 de agirbest kiriye belam Turkiyê her li ser tinebîna kurdan şer dike (win çawe dinerixînin)

Pirsa kurdî li bakurî kurdistanê tu carî bi rêya opêrasiyonên leşkerî çareser nabê, ji ber ku dibê xewneke mezinî derew ku Turk weke rêjîm karibê bêtirî 20 melyon kurd winda bikê û çavê xwe bigrê himber vê pirsgirêka rast û rewa, pêwîste ku Turk şiyar bibin ji wê xewna şofînî-netewiyetî û bi helwesteke royal pirsa kurdî çareser bikê, bi rêya kurdî diyalogeke aştiyane û demokrat, çikû rewşa di hundirê Turkiyê de narawestê eger pirsa miletê kurd û bi vê hijmara mezin çareser nebê.û ew siyaseta turkîya gelek reng dinav misilmantî û hem jî aliyê civata ewropî de nema cîhan pê tê xapandin, guhertinên birastî ji wan tên xwestin û ya pêşî ku li ser mafê bi rêya diyalogê bi pkk ê re rûnin û dev ji zêde gavî û çavsoriya xwe berdin , ji ber ku encamê vê siyaset û nerîna çewt wê berevajî li wan vegerê di dema îro û pêşerojê de.
---------
*Hêjayî gotine ku ev hevditin di rojnama aso li silêmanîyê  jimara 521 de bi zaravê soranî hatîye weşandin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark