Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Filmê kurdî «Nîvê Heyvê» di sînemayên Elmanyayê de

 


Filmê kurdî Half Moon ("Nîvê Heyvê") yê derhênerê kurd ê binavûdeng Bahman Ghobadi dikeve sînemayên Elmanyayê. Filmê ku gelek xelatên navneteweyî stendine, dê ji roja 09.08.2007ê û pê ve li gelek sînemayan bête nîþandan. Þirketa Pandora Film a elmanî mafê vê filmê kurdî ji bo nîþandina di sînemayên elmanî de kiriye. Film dê bi zimanê kurdî û jêrenivîsên elmanî bête pêþkêþkirin.


Filmê Half Moon ("Nîvê Heyvê") behsa çîroka hunermendê kurd Memo dike. Memo dengbêjek yixtiyar û navdar e. Piþtî 35 salan ji libendemayinê, Memo erêkirin stend ku li Kurdistana Iraqê konsêrtekê pêk bîne. Kurê Memo naxwaze ku bavê wî bide ser rê, çimkî ew bawer dike ku tiþtekî ne baþ dê li hêviya wî be, berî ku heyv temam bibe.

Keko hevalê Memo ye. Ew otobuseke dibistanan dajo û alîkariya hevalê xwe dike ku 10 kurên Memo yên muzîkvan bide hev, ku her yek li devereke Kurdistana Îranê dijî.

Ji aliyekî dî ve, divê Memo hunermenda jin Heþo qanii bike ku pê re here konsêrtê. Heþo ligel 1334 jinên hunermend ên jin ên dî yên revyayî li devereke çiyayî dijî. Ji ber ku li Îranê qedexe ye ku jin li pêþiya mêran bistirê, Heþo xwe di otobusê de vediþêre.

Rêwitiya Memo û grûpa wî ya hunermend tije zehmetî ne. Lê bêhna Memo ya fireh herkesî dibe nav hest û sihirbaziyê.

Filmê Half Moon ("Nîvê Heyvê") dê di van sînemayên elmanî de bête nîþandan:

Berlîn:
- Filkmkunst 66
- Eiszeit: seet 19:15
Potsdam:
- Thalia: seet 19:30
Hamburg:
- 3001: seet 21:00
- Koralle: seet 17:15, We 15:00
Düsseldorf Black Box:
- pêncþem û în: seet 21:30; þemî, yekþem û sêþem: seet 19:00
Bochum:
- Metropolis (di bahnhofê de): pêncþem, în û þemî: seet 18.30, yekþemê ta çarþemê: seet 20.15
Aachen
- Apollo: seet 19:30
Frankfurt
- Harmonie: seet 17:00 û 19:00
Freiburg
- Friedrichsbau: seet 17.00 û 21:20
Karlsruhe
- Schauburg: seet 19:00
Marburg
- Kammer
Stuttgart
- Delphi: seet 16:20 û 20:15
München
- Arena: seet 19:00
Nürnberg
- Cinecitta: seet 17:45 û 20:15

Beþek ji filmê "Nîvê Heyvê" û herweha agahiyên berfireh dikarin li vê derê bêne peydakirin:
www.half-moon-film.de


















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark