Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nameyek Ji Kurê Min Mîro (Celadet) Re!

 


Konê Reþ

  Þeva serê sala nû ye.. Þeva rojbûna te ye.. û ez dûrî te me.. Wey sed carî sala rojbûna te pîroz be.. Rojên te xweþî û geþî bin.. Kurê min! Çem bi paþ de jî dirêj dibe û bi pêþ de diherike.. Lê qet nasekine.. Sal jî wiha ne.. Jiyan jî wiha ye kurê min.. Pêwîste mirov bi pêþ de here.. Va em destên xwe ji sala kevin re li ba dikin, xatir jê dixwazin û pêþwaziya saleke nû dikin..
  Kurê min! Va tu li Almanya ye, mêzeke bê çendî pêlên mirovan di sikak û kolanê bajarên wê re derbas dibin.. Ji tev texlîtên mirovên dinyayê di nav wan de hene.. Her yek bi armancekê di kolanên wê de derbas dibin..


 Tu jî bi armanca tenduristî û xweparastinê, di wan kolanên wê de derbas dibî.. Armanca te jî, ku tu jiyanek xweþ, geþ û azad di wan welatên penaberiyê de bibînî.. Belê kurê min, welatê me, bajarê me Qamiþlo bi hezarê caran ji wan xweþtir e, lê sed mixabin ku roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe.. Dibe dojeh û xelkên wê bi refan direvin..!
  Belê kurê min! Çem bi paþ de venagere, her û her berê wî li pêþ e.. Bi herikandina Çem re gelek zê, rûbar û kanî tevlê dibin û sekn û hedan lê nîne.. Armanca Çem ku xwe bi welatê xwe ve bigihîne, xwe bi deryayê ve bigihîne.. Tu jî sebra xwe bikþîne kurê min, fereceyên xêrê pirr in..
  Kurê min! Di derbasbûna salan de derfet mezin e ku mirov li xwe vegere, li deftera edrêsên xwe vegere, li rojên xwe vegere û rûpelan biqulpîne.. Carekê bikene û carekê bigirî.. Gazindan ji xwe neke û nebêje; gerek ez gur bûma ta ku guran para min nexwara.. Erê poþman nebe û ji xwe re bibêje; Civat guleke min bîn kir bela hevalên min jî bin bikin.
  Kurê min Celadet (Mîro)! Çiya ji dûr ve bilind xuya dikin, bi nêzîkbûnê re nizim dibin, bi hilkiþandina ser piþta wan re, ew bilindbûn namîne.. Lê her navê wî çiya dimîne û her kes nikare xwe bi ser piþta wî ve bigihîne.. Kurê min, tê gelek zehmetiyan bibînî ta ku xwe bi armanca xwe ve bigihînî.. Lê hin deyax û berxwedan pêwîste kurê min..
  Raste kurê min, jiyan bi kurdî gelekî xweþ e, lê gelekî jî dijwar e.. Belê kurê min, sebaretî min, bi min xweþ e, tevî nexweþbûnê, kurd bijîm, kurd xwe bidim naskirin û parastin û eger rojekê bimrim, kurd bimrim û li Qamiþlo bême veþartin.. Ji ber vê yekê kurê min, destê min ji bajarê min Qamiþlo nabe û qet nikarim li kêleka te, di penaberiyê de bijîm, qet ez nikarim. Kurê min Celadet (Mîro)! Rojbûna te pîroz be û sersala te pîroz be. Her sal te di xweþiyê de te pîroz bikim. Wêne: Carekê ez û kurê xwe Mîro li Beyrûtê bûn.
Konê Reþ
Qamiþlo, 31.12.2022



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark