Þîlan Doskî
Li vî warê li bindestan
ji Somaya Biradostan
ta Ûrmiyê û Silîvana
li me bûye wek xemistan
Hêþta dayê janên caran
Sêdare û gulebaran
lorînkên te dijenînin
li bin zilma van pasdaran
Kavlên kelên evî warî
hewara wan ser me barî
þahsîwarên alhilgir bûn
felek xaîn her neyarî
Bakur Baþûr û Rojava
hindis rake ji ber çava
ey aronga di xewêda
bewrana dij lave lava
Li komara berxwedanê
berz e navê Kurdistanê
ger çar milên welatê me
rabne ser xwe bo jiyanê
Rabe Kurdo serhildanê
þar bi þarên Kurdistanê
rêka pêþewa tu bernede
Rojhilatê Kurdistanê
……………………………………………………
Bewran: Çeleng
Barong: Ronahî
Hindis: Tibilçav an þeva tarî