Konê Reş Her ku ez diçim festîvalekê, wê çûna xwe ji destpêkê ve dinivîsînim; festivala çi ye.. li kû ye.. kê şandiye pey min û kî bi min re ye, dinivîsînim.. Di vê nivîsê de jî, bi min xweş e ku li dor çûna xwe û hevalên xwe, wek şanda nivîskarên Kurd li Rojava ji bo Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî-5 binivîsim û bînim ziman. Ev Festîvala ku di navbera 25-26ê Îlonê, di seranserî du rojên dagirtî de bi dawî bû. Dor 150 nivîskar û rewşenbîrên kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê û hin nivîskarên Ereb ji Îraqê tê beşdar û hazir bûn. Her yekî gotar û helbestên xwe têde xwendin..
Wek ku diyare meha Îlonê salvegera bidawîbûna operasyona Enfala
ye. Lê sed mixabin ku hê jî hestiyên bi sed hezaran ji Kurdên Başûr yên
Enfalkirî nehatine dîtin. Herwiha di vê meha Îlonê de 61 saliya
salvegera şoreşa Barzaniyê nemir e, ewa ku di 11ê Îlona 1961ê de dest pê
kir.. Belê, ya nû û giring ku di roja vekirina vê festival de 5 sal di
ser refranduma serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn.. Anku festîval di
meheke pîroz û rojek pîroz de hat lidarxistin.
Berî ku Festîvala
Duhokê ya Rewşenbîrî/5 bê girêdan û dest bi çalakiyên xwe bike, ez û van
hevalên xwe: Deham Ebdelfettah, Mahîn Şêxanî, Luqman Yûsiv, Dilawer
Zengî û Evîn Yûsiv, ji rex mamoste Hesen Silevanî serokê Yekîtiya
Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ve hatin agahdarkirin û vexwendin. Min jî,
ji bo beşdariya xwe lêkolîneke dirêj bi navê: (Rewşa Ziman û
Rewşenbîriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê), nivîsand û berî ku em herim,
min ji wan re şand. (Hîn festîval li dar bû, gotarê min di kovara Peyv,
hejmara dawî 89an, 2022an de hat weşandin). Li Qamişlo, piştî ku
me problemên derbasbûna Başûrî Kurdistanê qedandin û destûra desbasbûnê
stand -jixwe berê, navê me li sînorê Başûr hebû- di roja 24/09/2022an
de, bi kêf û coşeke mezin, me ji Qamişlo, berê xwe da Başûrî Kurdistana
azad, bajarê Duhoka Dasiniyan. Li Duhokê, li hotêla Hekar û Azadî
mamoste Hesen Silevanî, Mihemed Abdulla, Selam Balayî û hin endamên
Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê yên din, bi kêf û şahî di pêşwaziya
me de bûn.. Para me şanda nivîskarên Rojava û nivîskarên Ereb ku ji
Bexdê û bajarên din hatibûn festival li hotêla Azadî ket.. Li Hotêlê, em
çav bi nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê yên ku vexwendî festîvalê
ketin.. Bi şahî me li hal û rewşa hev pirsî.. Şeva 24-25/9/2022,
tev mêvanên festîvalê, ji rex mamoste (Xesro Jaf) ve hatin vexwendin ser
şevbuhêrkeke bi xwarin û vexwarin.. Di wê şevbuhêrkê de, ez çav bi
gelek dost û hevalan ketim.. Wek Bûbê Eser, Jan dost, Xalid Cemîl
Mihemed, Arif Remezan, Salihê Kevirbirî, Saîd Veroj, Vanês Mîranî, Elî
Şêxo Berazî, Mihemed Hemo, Kafî Elewî, Seyid Feysel, Lawkê Hacî, Ehmed
Şiwêş û gelekên din. Di sibeha roja 25/9/2022an, di saet 11an de,
bi amadebûna rêzdar Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, festîvalê di
hola Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî-Duhok/ Sêmêlê de, dest bi
programê festîvalê hat kirin. Di destpêkê de sirûda netewî kurdî (Ey
Reqîb), hat gotin.. Di pey re birêz Hesen Silevanî bi navê Yekîtiya
nivîskarên Kurd tayê Duhokê, bixêrhatina serok Barzanî, mêvanan û
beşdaran kir û gotina vekirina festîvalê xwend.. Piştî ku xwendina xwe
bi dawî anî, serok Barzanî vexwendî ser maseyê kir.. Serok Barzanî jî
gotinek bi nirx derbarî festîvalê û giringiya ziman û rewşenbîriya kurdî
li her çar perçeyên kurdistanê anî ziman.. Û di nav gotina xwe re, çend
firdik ji helbesta helbestvanê Tûnisî yê navdar (Ebû Elqasim Elşabî) ya
bi navê (Vîna Jiyanê/ Îradet Elheyat) got.. Bi wateya; (Dema ku em
neçar bibin, çiyayên me li pêş me ne.. Em ê careke din bi wan ve
hilkişin.. Û bela kes bawer neke ku emê ji desthilanîn bikevin..).
Di pey serok Barzanî re parêzgarê Duhokê Dr. Alî Teter jî, gotinek xweş
derbarî giringiya festîvalê û rewşenbîriya kurdî got.. Di pey wan re
çend helbestên kurt hatin xwendin.. Û wiha danê sibehê bi dawî bû.
Danê piştî nîro, roja 25/9/2022, panelan bi rêveberiya Dr. Nefîse Îsmaîl
di hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Duhokê dest pê kir.. Jan Dost:
Bi panela (Ezmûna Min Ya Nivîsandinê, Romana Dîrokî û Nasnameya Netewî).
Bûbê Eser: (Ezmûna Min Ya Romannivîsînê Li Ler Enfalkirina Barzaniyan).
Ûsivê Hemîd: (Ezmûna Min Ya Romannivîsînê Hawara Bilûrî û 1975). Enwer
Mihemed Tahir: (Romana –Mîrname- di navbeyna Dîrok û Xeyalê de).
Di pey van panelan re, helbestên bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî) û
zimanê Erebî hatin xwendin.. Û wiha roja yekê bi dawî hat. Sibeha
roja din 26/9/2022an de, panelan bi rêveberiya mamoste Selam Balayî, di
eynî hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd de dest pê kir. Dr. Dilşad Elî:
(Zimanê kurdî li amîrê Şîirî da, ji Cizîrî ta bi Nalî). Dr. Yasirê
Hesenî: (Berxeyalkirina Kurdistanê li Jêr Hikumraniya Baasiyan
-Helbestên Ebdulrehman Mizûrê û Dîskorsên Nasnameyê). Dr. Saman Ezzedîn
Saadûn: (Trajîdyayê Jînosaydê Kurd li Sîirê Kurdî da: 1975-1991). Dr.
Nimatulla Nhêlî: (Rengvedana Enfalan di Devera Badînan Wek Nimûne).
Piştî bêhinvedanekê, ev panel jî bi rêveberiya mamoste Mihemed Ebdulla
hatin xwendin: Saîd Veroj: (Rewşa Zimanê Kurdî li Bakurî Kurdistanê).
Dr. Fazil Omer: (Jiyana Peyvan û Peyvên Kujek). Danê piştî nîro,
roja 26/9/2022, panelan bi rêveberiya mamoste Ferhad Hacî hatin xwendin:
Ez (Konê Reş): (Rewşa Ziman û Rewşenbîriya Kurdî li Rojavayê
Kurdistanê). Xalid Cemîl Mihemed: (Bîrokeya Standerdkirina Zimanê
Kurdî). Ezîz Nîmetî: (Kurd û Nasnameya wêjeyî). Ebdulkerîm Yehya Zêbarî:
(Pirsa Nasnameya Kurdî û Pirsgirêkên Wergêranê). Di pey xwendina
panelan re gelek helbestên bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî) û zimanê
Erebî hatin xwendin.. Û di encamp de her du rojên festîvalê bi dawî
hatin. Û me şeva xwe bi kêf û şahî di mêvandariya parêzgarê Duhokê Dr.
Alî Teter de li xwaringeha Maltayê derbas kir.. Wek ku diyare
nivîsandina bi zimanê kurdî di nav me kurdên Rojava de qedexe bû.. lê ji
sala 1991ê û serhildana melyonî û virde, cavên me zimanhez û
rewşenbîrên kurd li Rojava bi çapemeniya ku ji Duhokê dihat nav me
kilbûn. Nexasim ku ji sala 1992an û virde çapemeniya wê wek: Kovara
Metîn, Laliş, Peyv, Peyman, Xebat, Gazî, Dicle û yên mayî bi girsbûn
dihat nav me.. Hingî me bêtir hez ziman û rewşenbîriya xwe kir.. Û wiha
Duhok wek peytexta rewşenbîriya Kurdî ji rex me kurmancîaxêvan ve hat
naskirin.. Roja îro çavên piraniya nivîskarên kurmancîaxêv li Duhokê
ye, li Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ye, li mamoste Hasan
Silîvanî û hevalên wî ye.. Vêca, em ji wî, hevalên wî û ji wezareta
Rewşenbîrî hêvî dikin ku careke din em bêne Duhokê çavên me bi
rojnameyekê an kovareke xurû bi kurdiya latînî kil bibe.. Di
baweriya min de, wiha festîval hevnasîne, navtêdane, geşkirine, yekîtiye
ji tev nivîskarên Kurdistanê re.. Xwezî her sal du caran wiha festîval
li Duhokê bêne li darxistin.. Da ku Duhok bi rast û durist bibe navenda
rewşenbîriya kurdî ji herçar perçeyên Kurdistanê re. Di vê
festîvalê de min gelek ji hevalên xwe yên berê dîtin, ji Rojhilat: Kafî
Elwî, Ezîz Nametî, Seyid Feysel. Ji Bakur: Salih Kevirbirî, Abdullah
Keskîn, Saîd Veroj.. Jixwe min gelek ji yên Başûr û Rojava dîtin..
Herwiha min gelek nivîskarên din naskirin.. Hem jî, dikarim bibêjim; ku
di vê serdanê de du hevpeyvînên dirêj bi min re hatin kirin. Yek
Kurdistan 24 û yek Rûdaw, ji dil spasiya wan dikim. Bi taybetî mamoste
Dilbixwîn Dara ku xwe bi min re westand. Dawî, dikarim bibêjim, ku
berî mirinê, min di Festîvala Duhokê Ya Rewşenbîrî de, li Başûrî
Kurdistanê Dewleteke Kurdî; bi Ala rengî, Sirûda niştimanî û serokekî
jîr, jîrek û xwînşêrîn dît.. Ji bo vê vexwandin û beşdariya min û
hevalên min di Festîvala Duhokê ya rewşenbîrî ya 5an de, ez spasiya
hikumeta herêma Kurdistanê û Yekitiya Nivîskarên Kurd li Duhokê dikim..
Herwiha spasiya herdu dergehên sînorê (Sêmalka; Rojava û Başûr) dikim ku
pêşwaziya me di çûn û hatinê de bi qedir û qîmet girtin. Ji dil
spasiya tev nivîskar û lêkolînevanên ku pirtûkên xwe diyarî min kirin,
dikim.. Di serê wan de mamoste (Musediq Tovî) yê ku, ev pirtûka xwe
(Dîroka Perwerde û Fêrkirinê li Parêzgeha Duhokê), diyarî min kir.. Ev
pirtûka wî ji sê bergan pêk tê, hejmara rûpelên her sê bergan 1922 rûpel
in.. Anku mamoste Musediq Tovî kedeke zor mezin derbas kiriye ta ku ev
pirtûka xwe berdestî xwendevanan kiriye.. Ez jî, vê keda wî pîroz
dibînim û wî pîroz dikim. Jixwe roja îro pêdiviya me bi lêkolînên wiha
gelekî heye.
Konê Reş/ Qamişlo 5/10/2022
|