Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Ehmed Silêman : Rêjima Sûriyê bi bijardeya leşkerî rêyên çareseriyê aloz kirin û deriyê destwerdanên derve di welêt de vekirin

 


Qamişlo : Kemal Şêxo
Werger ji Erebî : Hişmend Ebdilmenan Şêxo

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku yek ji kevintirîn partiyên tevgera rêzanî ya kurdî li Sûriyê ye dibîne ku pêvajoya asayîbûnê di navbera herdu rêjîmên desthilatdar li Enqerê û Şamê bi daxwaza Rûsiya û piştgîriya Îranê ye piştî civîna Sê alî di navbera serokên Rûsiya û Tirkiyê û Îranê de di dawiya heyva Tîrmeha derbasbûyî de .


Ehmed Silêman Endamê Desteya Rêveber di nivîsgeha rêzanî ya Partiya Pêşverû de dibêje : Ew daxwaza diyalogê bi desthilata serok Beşar Elesed re dikin ji bo çareserkirina doza kurdî ya ku em xebatê di ber de dikin. Herwiha ew amajeyê bi yekê dike ku Rêjima Sûriyê bi bijardeya leşkerî rêyên çareseriyê aloz kirin û deriyê destwerdanên derve di welêt de vekirin.
Ew berpirsê partîzan di axaftina xwe de bi Rojnameya Şerq El-Ewset re tekez dike li ser girîngiya piştrastkirina Tirikiyê ku rewşa hundirîn di Sûriyê de tu gefan ji ewlehiya Tirkî re nake.
Ew berpirsê di vê partiya ku ji sala1957an de hatiye damezrandin dibêje : Ew xebta rêzanî ji bo çareserkirina doza kurdî dikin di çarçewa giştî ji çareseriya siyasî li Sûriyê di rêya veguhestina rêjîmeke demoqrat pir netew ku venasînê bi hebûna netewî ya kurdî di destûrê welêt de bike û mafên wî yên rewa bide.
Di Berdewamiya Yazde salan ji şerê Sûriyê Partiya Pêşverû gelek hevdîtinên rasterast bi rayedarên hikometa Sûriyê re li Şamê pêkanîne û di zêdetirî babetekê de. Di vê derbarê de emê hin xalên hevpeyvîna ku roja Şemiyê ya ku li nivîsgeha Partiya Pêşverû bi berêz Ehmed Silêman re hatiye kirin ji we re biweşînin :

P-1 : Çima kurdên Sûriyê ji nêzîbûna di navbera Tirikiyê û Şamê de ditirsin?
B-1 : Her pêşketinek di pêvajoya peywendiyên Enqerê û Şamê de herî zêde wê di berjewendiya rêjîma Sûriyê de be. Em bi peywendiyên xwezayî re ne di navbera Sûriyê û dewletên cîran de û Tirkiyê jî di nav de , û em aliyê Tirkî piştrast dikin ku rewşa hundirîn di Sûriyê de tu gefan ji ewlehiya netewî ya Tirkî re peyda nake lê divê ne li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûrî be , û bi taybetî gelê kurd , ji ber ku her kes dizane daxwaza Tirkiyê ya yekem û ya dawiyê tunekirina kurdan e , û rê li çareseriya doza kurdî li Sûriyê bigire , û eger Enqere bi Şamê re bighê lihevhatinekê wê Enqerê tekez bike ku aliyê kurdî hemû destkeftiyên xwe yên rêveberî û leşkerî zirar bike û şiyan û Hêza Sûriya Demoqratî (HSD) lawaz bike.

P-2 : Hûn dibînin ku ev yeka metirsiyekê li ser gelê kurd û doza wî ya netewî peyda dike?
B-2 : Piştî serê Kobaniyê sala 2014an û piştre dagîrkirina Efrînê sala 2018an û Serê Kaniyê sala 2019an û koçberbûna bi hezaran ji gelê kurd ber bi dewletên cîran û Ewrûpa de , ji hêzên kurdî dihat xwestin ku parastina biryara rêzanî ya serbixwe bikirana û bimana li ser wê zargotina rêyalîst ji tevgera xwe ya rêzanî re û xwe biparastana û neketina nav wan nakokiyên herêmî û navdewletî , û tevî ku hin partiyên kurdî destkeftên tektîkî bidest xistine jî , lê belê ew bûne sedema têkbirina derfetên çareseriyê ji çareserkirina doza kurdî re û bûn beşek ji nakokiyên aliyên herêmî û navdewletî yên ku bûne pirsgirêk ji çareserkirina qeyrana Sûrî re. Lewre her aliyekî navdewletî ku li ser çi çareseriyê lihev bikin wê li ser jimêra gelê kurd û doza wî be di Sûriyê de ji ber ku kurd xeleka herî lawaz û kêm bandorin li ser van dewletan.

P-3 : Ji destpêka şerê Sûriyê de û (Partiya Pêşverû) banga diyalog û danûstandinên rasterast bi rêjîma desthilatdar li Şamê dike. Hûn dikarin helwesta xwe şirove bikin?
B-3 : Em ji wan kesên ku banga diyalogê dikin û dixwazin li ser maseya danûstandinan bi rêjima desthilatdar re rûnin ji bo lêgerîn û ravekirina çareseriyên pêkan , Herwiha çareserkirina doza kurdî ya dadmend a ku em ji bo wê dixebitin , lê hilbijartina rejîmê ji bijardeya leşkerî û ewlehî hişt ku rewş aloztir bibe , û egerên gihştina çareseriyeke niştimanî zehmet kir , û ji wê xirabtir deriyê destwerdanên hêzên derveyî vekir û piştî derbasbûna hemû hêzên navdewletî û herêmî û belavbûna wan li ser xaka Sûriyê bi artêşên xwe yan bi rêya çeteyên ku piştgiriya wan dikin hişt ku meydana Sûrî zêdetir aloz bibe û sedema vê yekê jî tunebûna pirogrameke niştimanî li cem sûriyan (Rêjîm û Rikberî) tu asoyên çareseriyê li cem herdu aliyan tune ye û ji wê xirabtir vîna çareseriyê jî li cem herdu aliyan nîne.

P-4 : We tu hevdîtinên rasterast bi rayedarên rêjîmê û hikûmetê re kirine?
B-4 : Erê , partiya me hevdîtinên rasterast bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re li Şamê kirine li ser daxwaz û vexwendina wan , û hin caran bi daxwaz ji (Partiya Pêşverû)de. Hevdîtinên me di zêdetirî babetekê de pêkhatine , û hevdîtina herî dawiyê di navbera me de di destpêka heyva (Nîsana) borî de bû. Em di wê baweriyê de ne ku diyalog bi rêjîmê re pêwîstî bi yekrêziya aliyên kurdî û avakirina helwesteke yekgirtî di derbarê mafên kurdan de heye , lewre partiya me serdana Şamê kir û tekezî li ser têgihiştina mîkanizmên pêwîst ji vekirina şivêleyek rasteqîn ji diyalogê re , û têgihiştina helwesta desthilatê  bi şêweyekî zelal û nêrîna wê ji çareserkirina qeyrana Sûrî re bi tevahî û ji çareserkirina doza kurdî re bi taybetî.

P-5 : Ji bilî we partiyên kurdî yên din hevdîtinên rasterast bi rayedarên rejîmê re dikin?
B-5 : Patiya Yekîtî ya Demoqrat bi berdewamî hevdîtinan bi rêjîma desthilatdar re dike ji bo hemahengiya ewlehî û leşkerî ji ber belavbûna hêzên hikomî di herêmên wê de , sebaret bi serkirdeyên (Encûmena Niştimanî ya Kurdî) endamên wê di komîteya distûrî de hene û ew bi şêweyekî rasterast nûnerên rêjîmê dibînin weke ku çawa di pêvajoya Cinêvê de dibe.

P-6 : Gelo şiyanên Partiya Pêşverû hene ku navbênkariyekê di navber rêjîmê û partiyên kurdî de bike ?
B-6 : Em tekez dikin ku gotûbêjên me bi Şamê re negihaye asta danûstandinan , em dizanin û têdighên tunebûna helwesteke kurdî yekgirtî dihêle bandorek neyênî di diyalogan de bibe , û di hevdîtinê de me ji rêjîmê daxwaza pirojeyeke niştimanî ji çareserkirina qeyrana Sûrî re xwest , Herwiha me jê xwest ku nerîna xwe ji çareserkirina doza kurdî re pêşkêş bike. Em di Partiya Pêşverû de çareserkirina doza kurdî di çarçewa çareseriya siyasî de dibînin di rêya rêjîmeke demoqrat pir netew û venasînê bi hebûna netewî ya kurdî di destûrê welêt de bike û mafên wî yên rewa bide.
 
P-7 : Hûn dixwazin doza kurdî di çarçewa niştimanî de were çareserkirin an di rêya pêvajoyên navdewletî de?
B-7 : Çareserkirina doza kurdî li Şamê ye û eger em neghên wê baweriyê wê tu çareserî ji doza kurdî re li Sûriyê tune be. Em xêrhatina rola Neteweyên Yekbûyî û navbênkariyên navdewletî dikin û nemaze rola Rûsiya ya bi bandor di rêya peywendiyên wê bi rêjîmê re û alîkariya wê ya leşkerî û siyasî jê re , Rûsiya bi rolekî girîng rabû di pêkanîna hevdîtinan di navber hin aliyên kurdî û hikûmeta Sûriyê de û di sala2017an de li Mosko têgihiştinek bi partiya me re bû ji bo vexwendina aliyên kurdî yên sereke ji bo (Himêmîm) bi armanca avakirina şandeke kurdî yekgirtî da ku diyalogê bi Şamê re bikin. Lê ew hevdîtin têk çûn bi sedema nerazîbûna Encûmena kurdî ji beşdarbûnê re û bêkoliya Partiya Yekîtî ya Demoqrat ji bo ku şand nûnertiyê bi navê rêveberiya xweser bike , Herwiha rêjîm jî ne amede bû ji tu diyalogên rasteqîn re.

P-8 : Gelo ji ber van sedeman (Partiya Pêşverû) li derveyî çarçewên kurdî ye ?
B-8 : Partiya me ji damezrênerên Encûmena niştimanî ya kurdî bû û me herdem tekez dikir li ser girîngiya lihevhatineke rêzanî bi aliyê din re Partiya Yekîtî ya Demoqrat wê demê di bin sîwana (Encûmena Rojavayê Kurdistanê) de kar dikir, mixabin hemû hewldanên me ji yekîtiyê re têkçûn , li beramberî wê rewşa rêxistinî di hundir encûmenê de û şêweyê standina biryaran û hin xal din hişt ku partiya me biryarekê bide û di sala2015an de ji encûmenê vekişiya , û sedema sereke di wê demê de rêxistinî bû ne siyasî bû. Ji aliyekî din ve me gelek civîn û hevdîtinên du alî bi (PYD) re kirin lê me tu gav erênî ji bo hevparek siyasî rasteqîn ji wan nedît.
 
P-9 : Tu nerîn Partiya Pêşverû hene da ku karibe herdu cemserên tevgera kurdî ji hev nêzîk bike ?
B-9 : Em xwediyê vê baweriyê ne ku bêyî hebûna navenda biryara kurdî ya Sûrî ya serbixwe wê tu rol rast ji tevgera kurdî re tune be çi ji bo pêkanîna mafên netewî û çi li ser asta niştimanî, tunebûna yekrêziya rêzanî bandorek neyênî li ser rewşa tevgera kurdî kir , û çawa girtin û desteserkirina biryara sûrî li ser asta leşkerî û rêzanî heye , herwiha desteserkirina biryara kurdî jî heye û bi taybetî li cem herdu cemserên tevgerê.

P-10 : Helwesta we ji rikberiya Sûrî çiye ?
B-10 : Partiya Pêşverû ji roja damezrandina xwe de helwestek dijber girtiye û em daxwaza peydakirina azadiya giştî û pêkanîna rêjîmeke demoqrat hemereng dikin û ne pejrandina siyasetên partiya Bas di dermafê kurdan de dikin , ji ber vê yekê em herdem beşek bûn ji rikberiya Sûriyê , û sekreterê partiya me nemir Ebdilhemîd Hec Derwîş piştî damezrandina (Ragihandina Şamê) di sala 2005an de bû cîgirê serokê wê ragihandinê û di gera wê ya duwem de serokatiya şanda tevgera kurdî li Cinêvê kir. Piştî rêketina tevgera sûrî ya dijber di Buhara sala 2011an de em li rex rikberiya dîmoqratî bûn ji bo pêkanîna dîmoqratiyet , azadî , wekhevî û peydakirina çareseriyeke niştimanî ji doza kurdî re.
 
P-11 ; Lê hûn xêr ji (Hemahengiya niştimanî ya hêzên şoreşê û dijberiya Sûriyê) ya ku Tirkiyê piştgîriya wê dike vekişiyan ?
B-11 : Piştî ku “Encûmena Kurdî” di sala 2013an de tevlî rêzên hemahengiya dijberiyê bû, rêkeftineke hevbeş pêşketî li ser asta niştimanî ya Sûrî û di derbarê mafên gelê Kurd de hate îmzekirin , piştre xuya bû ku Ji ber fişarên dewleta Tirk hemahengiyê pabendî bi vê belgeyê nekir. Bi rastî dijberiya Sûrî hîn negihaye bernameyeke siyasî ku pêkhateyên gelê Sûriyê dilniya bike. Rewşa îro ew e ku hemû aliyên opozisyonê bê pirojeyek niştimanî ne û baweriya hemû pêkhateyên sûrî pê nemaye û ji ber van sedeman em li derveyî çarçewên opozîsyona Sûriyê ne.
Ji Rojnameya Eşerq El-Ewset hatiye birin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark