Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêşketina tevger û çapemeniya Kurdî de.. Xelek (5)

 


Dr. Phil.Ebdilmecît Şêxo

 Nehro gotibû : (Eger her carê ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê xwe pirtir zanim ,çavên min tijî stêr dibin.)
Çêrok û zargotin di (Roja Nû) de
Wek em dizanin ku çîroka Kurdî di nav gelê Kurd de derengtir ji dayik bûye; yekemîn çîrok(Erê min di xewnê de dîtiye ) bi pênûsa  nivîskar  Cemîl Sa-îb di sala (1925) di rojnama (Jîn)  de  ronî dîtiye,ji ber vê sedemê jî em nikanin pir çîrokan di vê rojnamê de bibînin,lewra di hemû hejmarên (Roja Nû ) de şeş çîrok ji aliyên hin nivîskaran de hatine weşandin,1-(Temo û Çeleng ),xelek (1),(hej. (23)xelek( 2) (hej. (24),Subhiyê Diyarbekirî.2-(Kurd û Mehkeme ),(hej.( 37) Îbrahîm Metînî .


3-(Muhra Sulêman),(hej. (39), Qedrî Can.4-(Paşe û berdevkê wê ),(hej.42),
E.S. 5-(Nêçîra Berazan),(hej.(48),Qedrî Can. 6-(jin û Mêrik ),(hej.(55), Îbrahîm Metînî.
Em dixwazin di vir de tenê li nik du naverokên  çêrokan û pir bi kurtî wek nimûne rawestin. Subhiyê Diyarbekirî çîroka xwe (Temo û Çeleng) weha li tevnê dixîne;Temo lawê gundîyekî ye,temenê wî (18) salî ye,ew xortekî ciwan,çeleng,bejindirêj  û por reş e û dilsozî ji rûyê wî diyar dibe.
Lê Çeleng keçek e,ewa  sê salan ji Temo çûktir e,lê ewa jî xweşik, por zer, çav şîn û sîng bilind e,ewa keça Rustemxan e,ew li bajêr dijîn,lê ew xudanê gundê Temo  ye.
Rustem heredm  di Havînan de li gundê xwe bû,Çeleng û Temo ji çûkanî de li gund bi hev re dilîstin,ew bi hev re diçûn  nav rêz, baxçan, ser kaniyan,
û nav gulan û bi vî  rengî ; ew bi hev re mezin dibin û hezkirina wan ji hev re hîn pirtir dibe û hêdî, hêdî dibin evîndarên hev,lê ew hîn ji hev şerm dikin ku  evêniyên  xwe  ji hev re aşkere bikin.lê pir caran Temo bi xwe re digot: Ezê evîniya xwe ji Çeleng re bidim xûyakirin û ji wê re bêjim :(Heye
ko em ji hevdu re bin ?? Lê eger hevdu didîtin,canê Temo ji şerma re dilerizî û rûya wî sor dibû, lê Çeleng têgihîşt ku gotinek di bin zimanê Temo
de heye,lewra ewê rojekê bi wêrekî  ji Temo  weha  pirsî: Te  xêre? Gotina xwe ji min re bibêje!
Li vir Temo perda şermbûnê  ji ser rûya xwe dide aliyekî û rasterast ji Çelengê dipirse:Hey Çeleng! Heye ko em ji hev re bin û heya mirinê em bi hev re bimînin ? Çelengê bê dudilî bersiva Temo wisa daye: Belê ezbenî, pêwîst e weha be û di wê kêlîkê de Temo gulek diyarî pêşkêşî Çelengê kir û gote wê , xweha zarotiya min! Hevala ciwaniya min! Ortaqa jiyana min!    Bila ev gula qelengê te  ya pêşîn be!
Çeleng xwendina xwe bi dawî anî, hin xortên bajêr, lawên dewlemendan Çelengê dixwazin,lê her carê ku xwezgênciyek tê mala bavê wê, Rustem bavê Çelengê ji wê dipirse;lawê filan kesî destê te dixwaze ,tu çi dibêjî keça min?Çeleng bersiva bavê xwe dide û dibêje:Ez naxwazim bi mêr bim.
Lê roj bi roj goştê çelengê wek berfê li ber tavê diheliya ,ewê  digote dê û bavê xwe , ez li gund tenê bêhn ferh dibim ,rabin em herin gund !
Dê û  bavê Çeleng û Çeleng derin gund û du, sê rojan li wir dimînin,lê  Çeleng  li wir herdem bi dizî Temo dibîne,lê rojekê Rustem bi jina xwe re got:Binêre çawa ye rewşa Çelengê! Ewa çi dixwaze ? Diya Çelengê ji wê pirsî, lê Çelengê bi dijwarî bersiva dayika xwe daye û bi girî  dibêje: Dayê ez Temo dixwazim, dayika Çelengê bavê Çelengê agahdar kir,lê ew enirî û  ji keça xwe re  got:Keça xerap! Çawa dilê te dikeve gundiyekî belengaz? Keçê dagrî  û bi bavê xwe ree got: Erê bavo ! Temo belengaz e, gundî ye, lê ew dilpaqij û çavtêr e, yan Temo, yan jî ez mêran nakim. Bavê wê dîsan got:Ezê te bidim Runiştin  û ez te nadim Temoyê gundî û weha keç bimîne ta roja mirinê û  rewşa wan nêzîkî şeş mehan weha dirêj kir .
Rojekê ji rojan; Rustem li  gundê xwe tev mîvanên xwe rûniştibûn;ji nûşkava wan dengê qêrîna şivanekî ji derva bihîstin û ew dibêje:Çar leşgerên dewletê û serokê xwe  hevalê min kuştin û keriya me dan ber talanê û ez hatim hawara we,lê  di vê demê de;Temo bi çeka xwe bi lez çû keriyê pêz rizgar kir û hin leşger jî kuştin  û ew vegeriya gund,li dawiyê Rustemxan bi qehremaniya Temo agahdar bû  û ew vegeriya mal û bi  keça xwe re got:Tu û Temo li hev pîroz bin û piştî heftekê zemawenda herdu evîndaran  di gund de  lidarket.
Em di destpêka vê çîrokê de; nezanînê û şûnketina civakî di nav pir Kurdan de bi hêz dipelînin û cidabûna çînayetî gelek bi zelalî diyar dibe, destlatdara bavê di ser destladara evînê  re ye,nêrîna keçê di şûkirinê de derbend kiriye, eva li aliyekî,lê li aliyê din qehremanî jî li nik Kurdan nîşana mezinahî û mirovahiyê ye,lewra em dibînin bavê Çelengê belengazbûna Temo jibîr kir û qehremaniya wî bûye tacek zêrîn li ser serê wî, lewra jî; ewî nêrîna xwe  ya hişk guhazt û keça xwe daye mêraniyê Temo,lê eger ev bûyer  nebûya û  qehremaniya Temo ne diyar bûya, Çeleng û Temo dibûn qurbana nezaniyê û şûnketina civakî .
Çîroknivîs Îbrahîm Metînî di çîroka xwe (Jin û mêr) de  bi vê wateyê dinivîse:Jinek  û mêrek hebûn , mêr pir ji iina xwe hez dikir,jina mêrik pir bawermend bû, ewê tizbiyek bi hezar û yek tenê dixiste stûya xwe û demên xwe bi  kişandina tizbiyê derbaz dikir,lê mêrê wê belengazek bû,ew li nik mirovekî dewlemend kar dikir;ew mirovê dewlemend her êvarê tiştên xwarinê û şîvê dida karkerê xwe û bi wî re digot:Bila jina te li malê ji te re şîvan bike,karker ew hemû tiştên ji bo şîvê dibir ji jina xwe re  û ew ji mala xwe vedigerî û li derve şîva xwe dixwar.,Rojekê Xwedî kar ji wî pirsî,tu çima weha dikî? Ewî got:jina min  herdem tizbiya xwe dikşîne û li mêja xwe dike û ewa bi min re dibêje:Tu here bi xwe şîvê ji xwe re amede bike, ez şîvê naxwim û zikê min tim li cem Xwedê têr .
Xwediyê kar bi karkerê xwe re got¬:Ey malxerp,welehî jina te bi yar e, karker li xwediyê kar vegerand û got:Na! Jina min  karên wisa nake!Yekser xwediyê kar şeşper(dabence) daye karkerê xwe û bi wî re got:Tu niha  vegere mal û tuyê kesekî li cem wê bibînî! Karker vegerî mal û bi dizî çavdêriyê jina xwe dike,ewî dît ku jina wî pir şîv kirine û bi mêrekî re dibêje:Fermo  ser xwarinê, ew dixwin û vedixwin, paşê karker herdu li ser sifrê kuştin  û bi xwe re got:Axa vî welatî li min heram be û ew çû Amedê û li pêşiyê dîkanan xew dikir.Rojekê Polîs ew dît û ji wî pirsî, tu li vir çi dikî? Ewî gote polîs:Ez ne ji vî bajarî me,Polîs yekser bi wî re got: Dêmek te xezîna Sultên vekiriye û ewî li vî mirovî koçber xist,lê mirovê koçber yekser bi Polîs re got:Min bibin bajêr, ezê ji we re bêjim ku kê dizî kiriye ,ew çûn bajêr û ew  di pêş mizgeftê re derbaz bûn,wan  dîtin ku Muftî ji Mizgeftê derdikeve û tizbiyek bi hezar libî bi dest de ye,ewî yekser bi polîs re got:Vî Muftî Îsalmperest xezîna Sultên vekiriye,polîs ; Muftî  dibe cem Sultên û
bi Muftî re got:Te xezîna Sultên vekiriye,Muftî  di destpêkê de tim got:Na !Na !
Lê piştî ku Sultên pir lêdan ji aliyê polîs de xwarin, bi xwe  gote wan: Erê min xezîna Sultên vekir,li vir Sultan ji mirovê belengaz pirs kir, te çawa zanîbû ku Mufti xezîna min vekiriye ? Mirovê belengaz got: ji ber ku jinek min hebû ,ewê jî tizbiyek bi hezar û yek  tenê dikşand û li dawiyê  aşkere bû ku jina min  bi  Yar e.
Em naxwazin mîna rexnevanekî li  ser hunerên çîrokan jî rawestin ,mebest û armanca me di vir de tenê rola rojnama( Roja Nû) di weşandin û  pêşketina  çîroka Kurdî de bidin  diyarkirin  
Zargotina Kurdî di rojnamê de.
------------------------------------
Zargotin yan (Zanîna gel ),ango; afrandina gel,ew di nav gel de pir hatiye gotin û ew pir zû jî belav bûye û lewra jî pisporên folklorê di vê derbarê de gotinê:(Folklor vedenga dema borîn e û dengê bilind yê serdemê û niha ye),lê zanyarê mezin Wilyam Tomas  nivisiye:Folklor komeleyek ji baweriyan;efsanan, stranên  gelêrî, pend û şîret, lê folklor jî  parve du beşên bingehîn dibe.1-Teşeya şînberî(Madî),mîna alavên sazê,kincên  gelêrî,wêneyên li ser qimîş,xwelî û peykeran .2-Teşeya ne madî(ne şînber)mîna çîrokên gel,efsane,stranên gel,şêweyên şûkirinê,awayên gornekirinê û cureyên lîstik û semayan .
Di rojnam (Roja Nû) de hin xalên ji beşa duhem henin û beşa  (dûrikan û stranên Kurdê) cihekî serekîn standiye .       
Em hema,hema di her hejmarekê de û  di bin navnîşana (Dûrik) de  sranekê û carnan du û  sê stranan dibînin û bi  gihîştî ew nêzîkî  (70-75) an in ,  emê li vir  navên  pir stranan hûn zimên û  herweha jî emê çend nimûneyên geş bi xwendevanan bidin nasîn.
1-Dûrikên li ber tembûrê: (Mam delalê , Dilo,Edlê),hej. (1).2-Dûrikên li ber tembûrê(Êmo,Dînê ,Pismam ),hej.(4).3-Dûrikên li ber tembûrê:(Lê Gewrê,

Emîne ),hej.(6).4-Strana Kurdî (Emîne),hej.(7),5- Dûrikên li ber tembûrê (Gewr im,Çeçanê )hej.(13),6-Strana Kurdî :(Hey lo Mîro,Sînemê ),hej.(16).  
7- Dûrikên li ber tembûrê:(Sînemê, Sincê,Yadê,Kirîvê ),hej.(19), 8-Dûrik li ber Tmbûrê:(Cana min,Zekiya,Gulê)hej.(22).9-Dûrik(Dûrika  dankutan),hej.(24),10-Strana Kurdî(Ay lê Gulê,Stran ,Erebçênê) ,hej.(31),
11- Strana Kurdî ( Ha wer delal, xewna min ),hej.(33),12-Strana Kurdî (Lê nezanê)hej.(43) ,13- Çêrokek folklorî dirêj(Usifê tenbûrvan), hej(55), 14-stranwarî derwarê  stran û dîlanan ( Edlê rabe,gulê ,gulê) hej.(55),15-(Hakim û sê keçik, Way la Mîro),hej.(56),Strana kurdî (law Sîwaro),hej.(63).delal ,hej. (69).
Em li vir dixwazin tenê çend deqên evînî  bi xwendevanan û bê şirovekirin  bidin nasîn.
       Êmo                                                                 Dînê
                                                            
1-Êmo, Êmo  Êmoşê                             1- Ax lê dînê û ax lê dînê
2-Koçera ji deşta Mûşê                         2-Tirsa min ji hebsa Mêrdînê
3-Dew tu ne  rûn difroşê                      3-Tu kevoka xehxebşînê
4-Êmo hat û meşiya                              4-Tu mêkewa li ser hêlînê  
5-Kil ji çava weşiya                                 5-Lo lawiko derewîno
6-Ez ketim dil êşiya                                6-Bi avirê çavan min dixwapîno
             
 …….   . Hej.(4)
        Lê Gewrê                                                            Emîne
1-Lê gewrê man û man                                  1-Emîne bûka salê
2-Delalê man û man                                       2-Te kinikê bi fesalê
3-Kirasor hebreman                                       3-Çavreşê çavxezalê
4-Gewra min ji mala Ferman                        4-Bêhna te bêhna şimamokê
5-Serê memkê tê de hildan                           5-Ez li cem rakevim  şev û rokê
6-Min serê memka givaşt                              6-Ez têr nabim ji vê gilokê
7-Min fîncanek jê vexwar                              …………………              Hej.(6)
              Cana min                                                     Zekiya   
1-Rêka Midyatdê bi qaş e                            1-Eman eman Zekiya
                            Cana min                            2-Ex  xulamê bisk û guliya
2-Dikim herim Helebê                                  3-Bêhna misk û enberê
                            Cana min                             4-Ji memika fûriya
3-Qeyasa bejna xwe bigre                            5-Te dîbû li ser xaniya
                            Canê min                             6- Tena,tena dimeşiya
                   …… Hej.(22)
   Ay lê gulê
1-Emîne ne man  Emîne ne man              5-Ez xulama sê biskê te
2-Ez heliyam tu di min de nema               6- Sorî hene kirî
3-Bejna te zirav e                                         7- Li ser hinarikê rûkê te  
4-Tek rîhanê li ber avê                                8-Da silavê  
                     …… )             Hej.(31)

  Qumrîkê
1-Qmrîkê ez gune me                           5- Ez goriya serê  te me
2-Şivanê bavê te                                    6-De yar ,yar ,de yar
3-Aşiqê bejna te me                              7- Bê te xewa min nayê
4-Evdalê çavê te me                               8-Bê te sebra min nayê
             …..           Hej.(54)
   Delal
1-Delalo,delalo,delal !                           4-Yarê delal siwarêd me siwar bûne
2-De raba emrê dilê min bi kulî           5-Berê xwe dane rêka rojhilatê
3-Sebrê dilê min bê te nayê,delalo      6- Pêşiya siwara danîbû girêkê li sertê de      
     …..)Hej.(69)

    Dumahîk heye   
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark