Rêber HebûnTiştê ku pêdiviye em behsê bikin di derbarê koçberî, mirin, gendelî, zordarî, tengavî, û kolekirinê tekekesan de, ew koletiya a ku movikên jiyana civakî dorpêç kirî ye, û ew jiyana a ku di geravê çepandinê de heta dema teqînê de ma ye, û hevgariya rastîn bi temamî wateya vê peyvê ve ewa di serkotkirina berdewam e ji rûmet û azadiya mirov re, û dezgehên ewlehî mîna jêderek e celewkirin û bizdanê ye ji mirov re dimînin, dewsa ku bibin e jêdera aramî û rehetiyê, û dezgehên çavdêr têne bikaranîn ji bo serkotkirina jiyan û azadiyan bi hevdû re, tiştê hîştin ku hestên reşbînî, bê hêvî û tijandina dijwar encam bidin beranberî rewşek e naye guhertin, ev jî narvîna cemaweran e yên ketine bin serweriya tirs, bizdan û derbideriya serkotker, di dema ku kanîna mirovê zanyar a afrênerî zêdetir e ji yê li cem siyasetvanê desthilatdar ve,
ewê ku bi bihaneyan û sozan xwe nêzî xelkê dike , bihaneya xwe bi
pêwîstiyên şer, di çaxê ku pêdivî bi aştî heye û divê mirov ji bo wê kar
bike bi berzkirina vaca avakirin, lêkirin û rawestandina li ser
pêdiviyên mirov ên sereke de, tevî ku ti sînor ji dayîn û kanîbûnên
mirov re nîne eger ku li ser bê rawestan û ramandin, lê narvîna wan
civakan e yên hatin e dorpêç kirin bi cêrgehên qayim ji ramanê olî ve ji
alîkî û girêdankirina wê bi rêxistinên çewser a gelemper ve ji alîkî
din , mêjiya rojhilatnavînî hîştibû bê temirandin û hatinhevdin, ew mêjî
hîştibû ku dîlgirtî dema borî bimîne, bi şerên comî û netewî, û ev
hîşt ku tijandina desthilatdarî, rastiya girtinheviyê û malgirtina
qezencî heta bê dawiyê cîgir bibe ,li kêlek fişara sermedariya
malgirtîger û çêkirina wî ji sîstemên zordar re ji alîkî , û
mehnegirtina bi azadîkirina gelan ji alîkî din ve, ji bo ku armancên xwe
yên rastîn yê ku ji bona wê şer dike veşêre , û ewa hewildana ji
hatinên aborî yên yedek li ser hesabê gelan û xwestekên wêna bi ricîmên
din yên dikarin rehetî, jiyana wekhev û rûmeta wê biparêzin, di dema ku
gendelî beranberî rewşa tijandinê ye, û herdûyan hevdû di dîmenê cengê
de temam dikin, û ji encamê temambûna herdûkan ve perçebûna civakê ye û
metirsiya berdewam e yê hêdî hêdî radibe, ta bibe nîşana kirdeyî ji vê
wêraniyê re. Em van nîşanan meyze dikin di hundirên henasan û
cudabûnên wana de, berpalebûna li ser tewriya nifşan , û li vir feylesof
Karil Manhayim 1 nifş danasîn kir û got: ( Bibîne ku hinekan têgeha
komê pêşinyar kiribûn ku ew bêhtir saxlemtir e, ji bo cudabûnkirina
nifşên civakî ji nifşên malbatî ve (malbatên yên bi xwînê ve dighêne
hevdû ---------------- 1- Karil Manhayim: 1893-1947 , civaknasek
î cihû ye, mecerî ye bi zikmakê xwe, ji dameznerê zanista civaka
kilasîk e , û herwiha jî dameznerê civakzanista zenbûnê ye. Wekî
komekê ji takekesên temen nêzî hevdû , endaman buyerek e dîrokî dîtibûn
hêjaye binavkirinê ye ,di çarçovê demek e diyar de.) Ev
ciyawazî di navbera degel û ramanan de bi awayekî bihevketî ve ji bo
duristkirina rêwîtiyek e hûrtir û giştî ji naverokên dîtinan ve di
navbera bav û lawik e bi şêweyek e metirsîdar ve ji me re navberbûna
çêbûyî di nava cîhanên yên nagihin hevdû diyar dike, bi xwestina nifş ku
perdeyê rabikin ji ser metirsiyên felekê xwe ve, tevî fişara serweriya
bavanî û sertbûnên wêna, ji ber ku çi tiştê nû naye pejirandin, û bi
pîvanên sincî ve yê li ser rabûye de tevderbas dibe, ji me re zorengek e
heyî di hişmendiya a ku tiştê nû navê berz dike, û dixwaze timî rewşa
heyî wek e xwe bimîne, rewşa hêzên kevinşopî yên têkoşînê dikin ji bo ku
rengê xwe biparêzin, di dema hilatina hêzên nû yên ew jî bi heman vînê
têkoşînê dikin ji bo xwe di meydana siyasî de cîgir bikin, û li gor
Manhayim dibîne ku rabûna bîraweriya civakî a ku zemînekê ji bijardeya
ciwan re yê bi buyerê ve bi giştî girêdayî ye çêdike, mîna erêkirinekî
saz dike ji gehîbûnek e heyî re di dem û cihek î diyar de, bi berzbûna
hêzên moralî ve yên radibin ji bo bibin e ew buyera bêhtir gurbûyî, û
ewa dibe ew tirsa a dike dilê nifşê birêzik a guhertinê bi hemî rengên
xwe ve navê, û di eynî demê jî dibe nîşanek e veşartî ji ricîmên
rojhilata navîn a bavanî û peto re, yên ji guhertin û pêşveçûnê
ditirsin, û bi hemî hêzên xwe ve li hember wê radiwestin. Eva
rastiya zorenga bi êş e di navbera hêzên heyî û rabûyî de, û nîşanek e
li ser girtina boriyên dan û standinê ye di nav herdû aliyan de, û bi
dawî windabûn dibe encamek e diyarbûyî, û koçberiya takesî binyad dibe, û
bê bawerî belav dibe, û ev tişt bandora xwe li ser pêvajoya guhertin û
rabûnê dike, ji ber kelem hene li pêş nûjenkirinê ,û parastina tiştê
nema bikêr tê û rizî di jiyanê de, ji ber ku razan di kurkê demborînê de
ewa mendebûriyek e heyî ye, û bêzarbûnek e ji bo şopandina nûbûnê, ji
ber ku hebûna belaweliyê û xwe radestbûnê ji vaca çewserî û reqbûnê re
hemî wan hinirên yên sûdê ji kevinyê werdigrin têk dibin, û mehnedîtin û
berzbûna çareseriyê bi xurtî dibû encamekê ji dûrkirin û reqbûnê, û
dibe ku ne bersivdayîn hişt ku hingema û pevçûn di nav xelkê de belav
bibe. Û guhertina civakî tiştek î misoger e divê pêkwere piştî
hingeme û hevrikiya hevgariyê bervajî tiştê ku Manhayim binav kiribû
dema dît ku guhertina civakî dibe pilepile çêbibe, bê pêdivî bi
berzbûnên rûdanên dîrokî ,û desthilatdariyên serkotker zemînekî ji
gelên xwe re peyda kirin ji bo wan bi rehetî biçewsînin û çi serê
hildayî jêbikin, bê ku dakevin ji xwstekên gelên xwe ve, û ev hîşt
rêveberiyên gelemper di rewşek e hingemiyê de bin, û wêna li berve
parçebûnek e berdewam de biribû, ta bi demê re tune bibin, ji ber ku
wêranî û şilîbûna heyî di saziyên wê de , bi lez dibin talaniyekê ji
hêzên mezin re û çavkariya wêna , û hûrgilyên zehmetiyê yên ketibûn e
civakan, wan hîştibûn ku mîna keriya tîjandî bin ,yê dibe ku biteqe bi
awayek e seyr wê bi rêve dibe li wêranbûna her tiştî de. Ev
celxandina mezin di navbera cemawer û berpirsan de hîştibû ew dîtina ku
xelk mîna kerî be tenê li pey fermendaran dikevin ava bibe, keriyekî bi
a serokên xwe dike û pêve bi awayekî kor tê girêdan,lê ku carekê serî
hildin an rexin e bikin, ev tişta ti carî fermandaran guman nakin, an bi
çêbûna wê naramin, ji ber ku çênabe mirov bi keriyek î ajalî re
gengeş bike, gel tenê li pêş çavên wana ew keriya fermanber e, lê eger
rojek ê ji kiryarên wê matmayî bûn, tê wateyê ku buyerek e herî giran
roda, û wisa biryara a dibe bê standin ewa qirkirina kerî ye, ji ber ku
ji rengê xwe yê hatiya pê nasîn derketibû, ew xuristiya pêdivî bû wekî
xwe heta hetayê bimîne, ev li gor nerîna dersthiladarên çewser in, ewan
serhildanê wekî dînbûnek ê û derketina ji rêya rast binav dikin, wisa
pevçûn gur dibe , ta her tiştî belav û der bi der bike, wek î encamek e
ji encamên serkotkirina zordar , ji ber ku rêxistina sitamkarî û
gelemperatî di pergal û saziyên xwe de li ser wê girêdana di navbera
takekesên yên fêrî tirs û bizdan û bê bawerî bûne de, nexwaz ev
sitamkariya a dorpêçkirî bi takekesên yên di nav wan de peywendiyên
malbatî hene û bi hevdû re wê desthilatiyê diparêzin, û armanca wanî
giştî parastina desthilatdariyê ye li hember biveya serkêşiya civakê ê
ne dûr, û yê desthilatdar hewila çareseriyê ji bona wê nake, di
baweriya wî de ku ew hewildana wekî mikûrhatinekê ye ji tirsa wêna ji
gel re, û eger tiştekî xwe deyne wateyê wê ew gelek tiştên li gor
berjewndî û pêdiviyên gel wê deyne, bi taybet tofê ciwanên ronakbîr, û
desthilatdarî pala xwe li ser pîrozbahiya olî datîne , ji ber ku timî
li bihaneyên olî ji deqên pîroz digere, jê re rê doz bike ji bo
serkotkerî û çewseriya xwe berdewam bike, ji ber ku têkiliyek e hevcêwî
heye di navbera desthilatdar û mêrên ol, pêdiviyên xwe ji deqên pîroz
dibînin ji bo ku kiryarên xwe yên zordar pêkbînin, û ev deq
desthildatariya zordar qayimtir kir, û hîştibû zêde bimîne, û van deqan
wî kirin e paşmayî li ser ol, reftar, jiyan û civakê hemî, û bê guman ku
zêdebûna komên mizgîndanê û pirbûna rêxistinên olî , nûnertiya
pêwîstiya bi lez dikin ji desthilatdaran re ji bo xwe nû bikin, ji ber
ku ewan dikarin kirdeyên gelan kedî bikin, ta desthildatar wisa
bimînin,ji ber ku karîbûn baweriyên rewanî bikarbînin ji bo ku êrîşê
bikin li ser hemî xal û cihên yên divê bêne tunekirin û parçekirin(
Turkiya- Îran) û lingên xwe li deveran de bi cih bikin, û civakê bi rêya
ragihandinê (Radio- Tv) kontrol bikin, ji bo serkeftina bijardeya ciwan
sînordar bikin, û bi hemî awayan têkevin di nav xelkê bi awayên nerm ,
bi awayê bikaranîna ol , mînak hewildana bandorkirina olî yê kevinşopî
li ser civaka kurdî li başur û bakurê kurdistanê,armanc ji vê yekê ,
windabûna civakê û lawazkirina hest û bûçûnên netewî ne. Banga ji bo
cengê ewa karê desthilatdaran e (Rûsiya- Putîn li hember Ukraniya)
(Turkiya- Erdoxan li hember Kurdan li başur, bakur û rojavayê
kurdistanê) lê gelo pêdiviya gel bi cengê çi ye?!, bihane û armancên
wê ji bo gel û berjewndiyên wê çi ne?!, tiştê ku zorkarî û gendelî
çêdike , ewa derbiderî û qerebalixî ye û parçekirina civakan e, û
rêxistin yek ji alavên wê dûrxistinê di nav takes û civakê de, û
feylesof Tomas Hubz yekem kes bû yê behsa vê qerebalixiyê kiribû, lê
Eristo 1 got : (Mirov ajalek î siyasî ye, hez dike di nav komek e siyasî rêxistinkirî de bijî, û ewa helbet sivîl e .) Lê
ceng li vir di navbera cemawer û desthilatdarên serkotker de cenga
hebûnê ye,û bi xwe re encamek e ne diyar tîne, naxwe dema serhildana
cemawerî bi hêzên din ve tevderbas dibe bi vê cengê yê di navbera gel û
desthilatê de diqewime, û meydana hingemiyê tê veguhêztin û berfirehtir
û gîştî dibe, di xwe de parçebûnên herêmî hildigre , mîna aloziya Sûrî
wekî nimûneyekê, wisa cengê Nift û parvekirina hatinan awayek î xwînî
distîne, bi beravêtina dîmena şoreşgerî û tevderbasbûnên berjewendiyên
herêmî û guhertina wê bi hewildana cemawerî berve rewşek e reş û hevgarî
ve, û armanc ji vê yekê ewa parçekirina civakê ye û wêrankirina kokên
wêna ye ligel saziyên wê jî, û Farabî 2 diyar kir ku ( Mirov civakhez e
di xuristiya xwe de û ew nêzî temamiyê nabe eger xwe di civakekê de
nebîne.) û wêrankirina takes û girêdankirina wî bi talanî ,
wêranî û bêzarî ve ewa pêraxistinek e ta têkeve di rewşek e ji
belaweliya bê dawî de, û herwiha hewildana têkbirina hevgirêdana xuristî
di nav koman de, û bê guman ku pûrekirina cemaweran bi hêza wêna ve ewa
nîşana talankirina helistên rabûna wêna ye û gefdankirina pîvanên wê
ya civakî ye, dema Hubz tekes kir ku perwerdekirin stûnek e bingehîn e
ji avakirina civaka siyasî a saxlem re û ev ceng bin saya hingemiyê de
tenê bersivek e ji armancên aliyên yên ketine cengê dijî hevdû ve, û
dewletên yên piştgiriyê wana dikin sûdê ji vê parçebûna civak ve li gel
penaberiya takesan werdigrin, tiştê ku şerê takesan dijî hev gurtir
dike, ji bo berzkirina nîşanên şerê hemî li hember hemî, û wisa awayên
ew mirina tek cur bi cur dibin, û ev jî me dihêle ku em guhê xwe bidin
dîrokê û pê biramin, ta em wê bibînin ew bosta dagirtî bi şehnaziyên
fermandaran û hewildanên wan ji bo hertimî serwer li ser xwînên
sawîlkeyan bimînin. ----------------- 1- Eristo: 322- 384
berî zayînê, Eristotalîs, an Eristotalis, ewa feylesofek î Yonanî ye û
şagirtê Efletûn e û mamostê Iskenderê mezin e, û dameznerê dibistana
Lisiyûmê ye û felsefa meşê û reftarên eristî ye, û yek ji gewrtirîn
ramanyaran e,bi gelek aliyan ve nivîsên wê diçin, di Fîzîk û
Mîtefîzîqiya ,Helbest, Şano, Awaz, Rewanbêjî, û Rêzimanvanî, Konî, û
Serwerî, Sincî, zanista Biyolojî, û zanista Lawir . 2- Farabî :
tê nasîn bi bavê Nesir, û navê wî ya bingehîn Mihemed e, sal 874 de ji
dayik bûye, li Farabê li herêma Tirkistanê, Kazexistana niha, û di sala
950 de koç kirî ye,ew Feylesof e û yek ji giringtirîn kesayetên Islamî
ye, yê gelek zanistan dizanî bû mîna Nojdarî, Fîziya, Felsef e, û Awazê û
ji bilî wê . Wekî ku mirov ti caran huner û avakirin
nasnekiribe,û negîhabe şaristaniyê ta bi henas ve bala bibe, ne mîna
kolan be, ji ber ku çand û wêjeya cengê berzkirinek e ji wêraniyê re ye
bi awayek î rastî û pir bi êş ve , û herwiha hewildanek e ji bo
livandina rewanê mirov yê metirsiyên girtinhevî û bi serxistinê dibin e
kelem di pêş wî û mirovahiyê ve, di dema ku gulistan dibin rewrewk li
pêş gurbûna agirê dadayî de û bumbebarankirinê yê ku ji hemî aliyan ve
tên e bi ser mirovan ve , û êş li vir ne li rex xweşiyê ye bi şopandina
bedewbûna cîgehê, lê belê banga şaristaniyê û reseniyê bi hêztir e ji
nihadiyên dirindî ve yê ku desthilatan û dewlemendên cengê û bazirganên
çekan ji xwe re wek taybetmendî dîtine. - Vergera li rêyên zelaliyê û hînbûna çanda jiyanê dewsa fêrbûna mehfbûnê û wêrankirina jîndarên mirovî û xuristî. -
Tekeskirina li ser gewrebûna jîndar, dema xwe bi pîvanên sincî ve
girêdide, û bi erkê xwe radibe, û bi vî rengî aştî di navbera jîndaran
de li ser bingeha aştiya mirovî de pêktê. -Standina amadekariyên bi
nirx, di dema gurbûna girtinheviya nihadî de ji bo parvekirina hatin û
desthilatiyê , û berzkirina wêjeyekê ji bo aştiyê mîna rastiyekê ji
hevjiyana aştîxwaz re serbixîne , di nav gelên yên li ser erdnîgariyekê
de dijîn, bê dûrxistin, û sertbûn , lê bi girêdanek e civakî hemî
dîmenên zorkarî û nijadperestiyê di nav xwe de ji holê radike. -Tekeskirina
li ser aliyê baş ji mirov ve li pêş biberîkirinên dîmena bizdayî û
banga ji bo celewkirina nêrîka sertiyê û hewildana li jiyanek e din
dikeve dewsa wêranî û talaniyê, ji bo çêkirina serpêhatiya mirovî û
belavkirina wê di jiyanê de. Gurbûna van girtinheviyan heta
astekê ku naye rawestandin an tikûzkirin nîşana babidestiya şaristanî
ye, barê wê van aliyên yên pabendî cîgîrbûyên mirovî di mafê jiyanê de
nabin parve dikin, lê diçin e dûr li cem çavbirçîbûnê û zêdebûna
aloziyan û xurtkirina wan li ser hesabê gelên yên derdê vê rewşa xirab
dikşînin, di nav vepêçanên desthilatiya zordar û hingemiya har de, û em
nevêtinekê dibînin ji alavên serdesbûna a ku bi pîrozkirina peykerên
xwedawend ve tê berz kirin, û di vir de rageha bîzdandinê di navbera
serok û alîkerên xwe de diyar dibe heta asta pejirandina çi binavkirinek
e kirêt, ji ber ku seqayên reftarî a taybet bi rewşê biçûkirinê bi
xweşî pê radibin di navbera kesê pile bilind û yên jêrê wan li gor rewşa
bê bawerî û metirsiya berdewam de , ji ferehiya malgirtinê an
lephilanîna nişkavî ve, û nexwaz ku periya pîrozkirinê yê li dor serokê
nîşan ji derewiya bitûm û tirsa ji dest çûna kar ve bişkivî ye, û karê
zanyarî bi giştî li gor vê rêbazê ne ,tenê bîranîna gotin û derbirînên
yên mîna hevdû , lêbelê lêkolîna zimên e yê ku hest bi vê yekê zêdetir
kiribû, û hîştibû ku rexne di holbûn û nêzikbûnên xwe de azad be, û bi
vî rengî rêbaza rewşanî bêhtir berz dibe, dema li ser rexnekirina
cemaweran ji desthilatiyê re û dîmenên tevlîhev derbirîn dike, û
herwiha ji bo rakirina encamên xuristî ji têkoşîna zanyaran a zehmet di
rûbirûbûna hemî têkreçûnên yên di mirovan de belav dibin û weha
axaftina li ser kêşeya çand , ol û reweştan de bi xwe hewildanek e ji bo
cudabûna di navbera qenc û xirab de, tiştê jiyanê zelal dike û ê jiyanê
ne xweş dike, û huner ji nirxê jiyan , bedewbûn û xêrê ve naqete, û
nîşankirina li ser şermiyên desthilatiya gelemperî û rêyên xirakirina
wê ji hemî saziyên dewletê , û derbasbûna wê ya li hundirê civakê bi
rêya nimûna dewleta netewî a comî, yê armancên xwe ji bo hebûna li
desthilatiyê de vedişêre , bi xirakirina nirxên wekheviyê di nav gelan
de, ta bibe kelem li pêş guhertina demukratî, û wisa em hewildanê
dibînin li paş rexna rewşanî , armanca wê amadekirina guhertinê mîna
ramenekî bi rêk û pêk, ne wekî helçûnek e derketî ji kiryarê kujtinê,
mînaheva rewşê li gor nerîna wî di xewinê de li gel rewşa a ku mirov
têde dijî bi rêya alav û tiştan û cudabûnên wana ye û eva rojeriyek e
girîng e rewşên pevçûna mirovî hewildede ji pêkanîna meraqê ve bi rêya
çalakiyê û weşana tevger û kar ji bo zayîna xewinê bi temamiya wê bi
rewşê re û pêkanîna çawaniya lihevhatinê di navbera cîhanên takes a
xweserî û rewşanî bi rêya yekbûna henas ligel komê û dibe ku nirxa herî
nimûne li cem mirov de ewa kar e ji bo xewinek î xweş û temam û
lihevhatî û berdewam , hişiyariyê vejîn dike, ji ber ku jiyan zoreng e ,
û ti tevger nîne bê bersivek e berketî ji komên mirovî ve ji bo bi
erkên xwe rabin û bi dawî bikin û bi vî awayî armanca şiyariyê guhertina
rewşê ye ji bo xewin bê pêkanîn piştî kedayînê û hewildanekê ne bi
qutbûna xewin ji tevgerê ve mîna kirdeyek e tekesbûnê û bicîkirina mirov
ji xwe re, bi rêya derbasbûna wî li gelek rewşên deronî de ku ji êşên
siyasî û aborî ve der tên, bi gendeliya bi rêk û pêk ve girêdayî ne, û
ev jî nîşan in gelek lêpirsîn didin e me di derbarê civakek e têde
kêmasî cîgir bûn e, û pişt re fişara girs dikeve hundirê wê û nav lê
dibe şoreş , û wisa hingeme dibe jêre çarenûs, û ev şoreş jêre dibe mîna
zayînekê û bi gelek beravêtinên zor ve derbas dibe û bi dawî jiyana nû
encam dide û bi rêya wê yase li ser hemiyan bê awarte pêk tê. Evîn
û xewin herdû destpêk in û ewan serhevsara zorengê ne li hember
gendeliya pîşedarî, sincî û siyasî û herwisa, û bi vî rengî nîşanîbûna
evînê heta radeyekê bi dîtina hêzê ve girêdayî ye, û li vir jî nîşanek e
ku girtinhevî di navbera xewin û sertiyê ye, û ji bo jiyanê li dû hev
tên bi rêyên cuda û bi azar ve, û ji me re gotina Nîtşe berz dike dema
go: (Tenahî tiştek î naçîne, lê tiştan gehî dike.) Artêşkirina kesên
yên li gor niyazên xwe yên sawîlke kar dikin ewa destikek e ji hebûna
kesên bizmitkar û fermandar ve yên li navendên girtinheviyê de dimînin, û
agirdû helbet ew kesên xwedî bawerî ne, yên bi şan û nitirkên beloq ve
hatibûn e xapandin, û di nav rûbirûbûnekê de dijîn, û li sengerên
bihevketinê de xwe serbaz dikin, ji bo tiştê ku çêkerê girtinheviyê
xwestibûn pêkbînin,bi awayekî lihevhatî bi daxwaziyên wana û nirxên
xuristî ve mîna destik ji bo pêkanîna girtinheviyê bi awayekî berdewam,
û axaftin li ser gendelî û bertîlê û van pirsgirêkên herroyî li welatên
ku nezanî wekî kultor û serpêhatiyekê dijîn, û ragerîna sadetiyê dike
li ser binema qinyatê di sînorên wê ya nêzîktirîn, û hebûna navikekê bi
navê guhertin, çaksazî û şoreşa kokanî diaxive, û ti karî ji bona wê li
ser erdê nake tenê li ser ropelan vê yekê datîne, û takesê derdkêş tenê
bi nexweşiyên civakî ve guman dibe, van nexweşî ji binkeftiyên
desthilatiya siyasî ve derdikevin , bi kiryarên ku dizane wê pêkwerin, û
ev jî nîşanek e ji belavbûna çewtî û binpêkirinên yên dighînin li
wêraniya giştî, û efsan ne biyan e ji narvîna civakên pepûk ,ên bi
bendên olî ve hatibûn e dorpêçkirin, wan ji rizgariyê dûr dixînin, ji
nepeniyên li paş sirûştê û bi zanîna sedemên çêbûnên ceng û koçberiyên
yên cîhanê hîştin ku bi nihêniyên tarî ve fetisî be, û zimanê nîşankirî
me dihêle ku em rastî rastiyan bên û li ser aloziyên desthilat û
gendeliyê û xuristiya civakê û rêya sabarkariya wê ya deronî û şopa
cîgehê li ser wê û herwiha wergerîna wê ya dîrokî yê ku nîşanên girîng
dide li ser çawaniya heyîn û warbûna desthilatiyek e kûr di jiyana
civakê de, ji ber ku pir caran kesê zindanvan ji nav gelek zindanî
derdikeve û cihan peyda dike ji bo şopên lingê hilweşînan cîgir bike û
ev yeka ligel pepûkiya ramandina civakî ya giştî ve bi yek dibe li rex
pepûkiya qatî. Alîgirî ji pêşiyan re, pêşbîniya bi tiştê ku çêdibe,
tewriya Elfirêd Idler 1 tîne bîra me û ew ji şagirtên Firûyid 2 bû, lê
bi wî re cidabû û ji xwe re nerînek î serbixwe ava kiribû, û ji wî re
dibistanek î çêbû di zanista deronyar de bi navê sîkûlociya Edler an
sîkoûlojiya takes a civakî û peyrewiyên xwe jî hebûn, û Edler
bervenêriya bi rêya jiyana takes dike dema ligel civakê dijî, û
naveroka sîkûlojiya Edler li ser felsefake berfireh de tê sazkirin,
cîhan berdewam tê guhertin, ew berdewam li pêş dikeve, ji jêr ve berve
jor ve, ji lawaziyê ve berve hêzê ve , û derbirîn dike li ser encamek e
girîng û ewa dîmena pêşveroyê yê heye bi heyîna mirov, û herwiha
hestbûna bi veguhêztinê ji baweriyek e girêdayî bi karê xêrê ve li
baweriyek e ku şerê gendelî, zor û derewê dike, û xêr, bedewî û maf
pîroz dike, ji ber ku nihadiya mirovî li cem mirov ewa nihadiya
serdestbûnê ye, ewa cureya a ku civak naskirî ye , yê rolên dîlbûna xwe
temam dike heta rizgarîbûna wê hêdî hêdî bi pêvajoya pêşveroyê, û wisa
Edler dibêje: ------------------- 1- Elfirêd Edler: 7 Sibatê
1870- 28 Gulanê 1937, ewa pijijkek î nemsawî ye, dameznerê dibistana
zanista deronyara takesî ye, bi Firûyid û Karil Yung lihev nekiribû li
ser tekeskirina ku hêza piştgir di jiyana mirov de ewa hestbûna bi
kêmaniyê ye, û ewa di dema ku zarok berdikeve hebûna xelkê din destpê
dike, yên li cem wan kanîbûnek e baştir heye ji bo haja xwe hebin û bi
cîgehê xwe re li hev werin. 2- Sîgmund Şelomo Firûyid bi kurtasî
tê nasîn Sîgmund Firûyîd 6 Gulanê 1856- 23 Êlûnê 1939, ewa pijijkekî
Nemsawî ye zikmakê xwe cihû ye, bi xwendina nojdariya rehî û ramanyarek î
azad e, dameznerê zanista lêkdaneva deronyarî ye. (Girîngtirîn
tişt di jiyana hişmendî de ewa hestbûna bi kêmaniyê û xebata berdewam
ji bo rizgarkirinê ji wê û bi şêwazek î taybet bi kes ve, nav lê dibe
cureya ku kesayeta takes têde tê diyarkirin.) Nivîskarê Lubnanî a
zanyar Emîn Malof 1 di pêşgotinê pirtûka xwe de Nasnameyên Kujer di
derbarê axaftina li ser kêşeya hatinrêzê ji aliyê siyasî ve ku ew amanek
e têde hemî sergehên tewrî bi cih dibin, yên azweriyan digrin û
hewildidin ku bi hestê berpirsyariyê ve bilind bibin û weha dibêje : (
Dema em mirovên yên demê me jiyan kirin e li ser tekeskirina
nasnameyên xwe wekî ku em îro pir caran dikin wana li ser dajon ,
mebesta me ji vê yekê ewa ye ku divê em tiştê di hundirên xwe de heyî
bibînin, ew hatinrêza bingehîn ya em wê binav dikin, û ewa pir caran
olî an netewî an comî ne ji bo ewan bi şehnazî di riwên yên din de
rabikin.) lê ew hatinrêz yê ku siyasetmedarên rewan vala
hewildabûn ku pikarbînin ji bo xwe li ser xwestek û xewinên rewa
hilbezin, yên girêdana hatinrêzê di kûrahiyê de bi hêz dike, û a ku
Emîn Malof li ser piştrast kiribû, ewa kêşeya hatinrêzê ji bîrdoziyê re
ye, û pikaranîna wê mîna destikekê ji zordarî û sertbûnê re . Û
zanyar li ser cudabûna cîgehên wana yên serkotker , rexne li
desthilatdariya gelemperatî dikin û hilweşîna wê binav dikin, ji ber ku
destêkelkirina mêrên desthilatê bi şaxên xwe yên stixbaratî ligel
mêrên partiyan yên xwe dikirin miqate li ser çand, bedewbûn, û keda
karker, bi lez dibin mîna bendek î bijardeya ronakbûr kelepçe dikin, ew
bijardeya yê ku bi derbasbûna dîrokê rastî paşguhkirin û derbideriyê bûn
e, û bê guman ku hişmendiya gelemperatî a zordar rolek î girîng bi
hilweşîna civakê û valakirina wî ji nirxên xuistî ve dilîze dema xwe li
ser civakê dike parêzer û nobedarek î ji nirx re. ----------------------- 1-
Emîn Malof : wêjevan û rojnemavenek î lubnanî ye, li Beyrûtê jidayik
bûye di sala 1949 de, û li Firanse dijî, gelek berhem daner kirî ye
roman, û şanoya helbestî û siysetê , lê bêhtir bi berhemên xwe yên
romanî ve navdar e, hinek ji berhemên wî bi çil zimanî ve hatiibûn e
wergirandin. Pêvajoya peygerandina li guhertina armancbûyî di nav
cîhanek e li ser kêmanî û û bêzarbûna xuristî ve avakirî ye wekî ku
mirov li pey nemiriyê bikeve ku cihê xwe dewsa nemana raghandbûyî bigre,
û axaftin li ser nîşanan û peywendiyên wêna bi şaristaniya mirovî û
girêdana wê bi şaristaniyên dûrî girtinheviya bîrdozî yê li ser
çewisandin û şer hatiye avakirin, li pêş me kêşeya çand û zorengên wê
di nav nakokiyên ibrahîmî de nîşan didin, li ser navendiya fermandariya
olî, û pirsgirêka girêdana jêhatîbûna afrênerî bi lihevpirsînê ve, û
dihêle wergirtî li pêş rewşek e ji wergirtin û matmayîbûnê be, û li
vir gelek lêkolîn tê kirin û kûrbûn lê ne diyarbûn bi berzkirina
rastiyan xalekî girîng naşî me dike di girtinheviya bîrdozî yê ol ji
dîrokê ve bikartîne ji bo serwerî û çewseriyê, û wisa ev tişt me
dighîne rastiyekê ku pîrozî ewa cîgirkirina zordarî û girtinheviyê ye, û
ev tundirewî hîştibû şaristaniya mirovî di rewşek e meyîn û bêcanî de
bimîne , ji berjewendiya paşdemayîna ramanî yê egeriya pêkanîna
xwesteka afrênerî qels kiribû di rêwiştina zanyar de û heta ku rola
civakên rojhilata navîn asteng kiribû, bi peygerandinê li rêyên
geşepêdana wê û rakirina aloziyê siyasî ji ser wan ve, û li vir zanyarê
lêkolîner vê kêşeyê binav dike û xebatê dike ji bo bigere li kokên
kêşeya wê bi paldana li ser nîşanên kevin yên li ser dîwêr û avahiyên
dîrokî û şopî û mizgeft û perestgehên kevinar de,ewa bi xwe pêvajoya
vedîtinek e nimûnî ye ji mijarên felsefî û kêşeyên girêdayî bi aloziya
ramandinê, yê di çarçova bijardeya fermanber de, û ked dide bi temamî
ji bo civakên wêna bêcan û di tenahiyê de bimînin. Û axaftin li
ser zorenga Ibrahîmî di navbera olan de me dighîne rastiya rabûna
dezgehên desthilatê bi serdestkirina xwe li ser rêxistina ne hestbûna
giştî li cem civakên xwe de, û wana bi awayekî ne zindî birêve biribû û
dibû nobedar û wekîl li ser coma wanî zordar de ,di desthilatiya wana li
gor cîgirbûna hevgirtina naverokî di navbera olan de li ser bingeha
deqên pîroz, û dîtina ku em berdewam li pey dikevin ewa kurtasiyek e ji
gengeşeya a ku bi mirovan re dibe hogir û hevgariya a ku bi wan re
desbas dibe, û wisa çand di hembêzê xwe de danasîn û reweşt û
serpêhatiyên gelan diyar dike, û hewildana serweran ji bo bi hemî awayên
serdestiya xwe dewam bikin, û yek ji sertirîn awayê ewa a ku bi rêya
olan pêk tê, û ji me re deqa heyî gengeşa cudabûnê mîna rewşek e xursitî
berz dike, di nav xwe de girtinhevî û ne lihevhatîbûn û piştre şer
diyar dike, û li ser têkiliya mirov bi nîşanan re radiweste, û
nepeniyan berz dike, û bedewbûna di hundir de diyar dike û ji me re
naveroka sîstema endeziyarî xuyakirin dide , yê li dor wê hemî zanyar
dicivin, ji bo sazkirina lihevhatina giştî di nav civakan de , di rêbaza
dan û standin û hevnasîna wê, dûrî armancên malgirtîkaran yên hewil
didan timî destê xwe li ser zanîn û bedewbûnê deynin, bi rêya berdana
jehrên tundirewiyê, û ev jî nîşanek ê diyar dike û me li ser cîgeha
şaristaniyê bi axaftina xwe bi hemî çêj, bijarde û astan , û herwiha ji
me re rastiya avakirinê rave dike, avakirina a ku li ser bingeha zanîn û
sûdwergirtina hevbeş tê duristkirin, dûrî diyardeyên tijandin û
xirakirinê, û li ser xalek e girîng tekes dike û ewa cîgeh e , li gor
resenî û kevinya wê, û ev jî ji rabûnekê dertê, ne tenê di warê
avakirin û reweştên wê , lêbelê şaristanî pêş diket ji bo keda diravî û
moralî li cem mirovê pêşeng, ji bo rabûnek e saxlem bişopîne, û ewa bi
awayê xwe ve li hember efsan û gendeliyê şer dike, û desthilatiyên
tarî bi derbasbûna serdeman ve pala xwe li ser herdûkan dabûn, û li vir
em di derbarê nivîsandina a ku baweriya xwe bi lêgerîn û lêkolînê tîne
diramimin, ji bo zêdetir gengeş e û pêkanîna gurdanê li ser asta
lihevpirsînan, û li meydana vê zorengê de em gurbûn xwestinek e xurt
dibînin,ligel gotûbêjkirina ramanên yên li dor rastiya lihevhatina gotin
bi kiryar re, û di vir de jî çîrokek e têkçûyî heye, ji ber ku nirx
ji naverokê xwe ve erzan û vala dikin ta keda zanyar vala biçe, û
kêmasiya a ku bi mirov dikeve ,bi bandora serdestbûna hevrista têçûnî
ve li ser jiyana civakan de,û ev tişt bandorê xwe li ser rêxistinên wêna
dike, yên ala birina bi destê civakan ve danîbûn e li ser milê xwe ,
berve rizgarî û azadiyê, û wisa hêsan yarîpêkirin bi pîvanên sincî
dibe, û dibe benîşt di devê gotarbêjan de, yên bi nivîştê rewanbêjiyê
bi hişmendên xewindar dilîzin, û ew hişmend baş dizanin ku zoreng ji bo
baştirînê zemînek e rêxistinkirî jêre dive, û ew zemîn divê bi nirxê
xebat û xêrê ve bê girêdan, lê eger ew alavê rêxistinî lawaz bimîne, û
bibe siwar ji komên kedxwar re, wisa wê bêzarî rehet belav bibe û bê
bawerî di nav xelkê de zêde bibe, û serkeftina mirov armanca hemî
baweriyan e,lê ew bê kar û rêbaz dimîne tenê xewinek ,û gendeliya
belavbûyî ji lawazbûnekê ve di henas de pêktê ligel çewtiya ramandinê, û
koçberiyek ê ji pîvanên sincî ve, û rewş perda radike li ser yaseya
qezenckirin û ziyanê û bi xwe re helwestên bêzar û mayîna di cih de
diyar dike, û li vir de em neçar in ku vê rewşê bi dijwarî pesindan
bikin, ji ber ku peyketina li dû dirav û sicêfan ketibû dewsa têkoşînê,
û di vê rewşê de divê em li ser aloziyê rewestin , ne tenê takes bi
awayekî destanî pesin bikin, tevî ku pêwîstî heye ku em li pey kesên yên
di destên wana de rizgarî tê peyda kirin bikevin, takesên yên li
rastiya zanyarî digerin, û dibînin ji xwe re armanca têkoşînê, tevî
girsiya kêmasiyan û zehmetiya rêketinê di tariya girêdanê yê ketibû
hestiyê. Berketina me ji cîgehê re berzkirinek e diyar e ji
peywendiyê me bi xelkê wê re, û bê guman ku diyarkirina nirxên civakî û
hewildana ji bo rizgariyê xwestekek e bedewî ye girêdayî ye bi
piştgiriya nirxên şaristaniyê ye li hember nirxên şêwegorînê, bin saya
gurbûna vê hevkêşeyê di jiyana civaka paşdebirî de. Hewildana
lehengiyên takesî bi gîştî di çarçovê rêbaza rûbirûbûna zordarî û
sitemkariyê ye , piranî roman û nivîsên rewşanî li ser vê hewildanê
derbirîn kiribûn, û hewayê zorengê geş kiribûn, û herwiha çareyan ji
kêşeyên civakî re danîbûn, jiyana heyî kurtas kirin, yê têde lihevketin
di navbera xwediyên berjewendî û xwediyên vînên ji xwe bawer û azad
diyar kirin, bi danîna bingeha rûbirbûn û lêpirsînê mîna du bijar e , bi
rêya wana takesan rêbaza sîstemê armanc dikin. Ji ber ku
desthilatdariya siyasî ya sert çêja gîştî ji cemaweran xwar dikir li
ser cudabûna qatên wana de, û hîştibû di tenahiyê de be û dûrî rastiyên
jiyana dema niha be, û xwestekên wê jiyanê ji ronakbîrî , zanîn û
kedayîn û ramandina rexnî, û ev hevgirêdana di navbera desthilat û
civakê de nifşekî xeniqî û ketî peyda dike, di cenaqên têgehên çewt
û mîtafîzîqî yên ji olan derhatibûn berhem dabû, ligel nezanî û
bilmeziya siyasî bi wateya wê ya berzbûyî ve, ev bê bawerî peyda kiribû û
herwiha jî mazoşiya civakî yê em dikarin wê bi vî awayî pênase bikin: (
Rewşek e ji jihevketina nirxî ye , û bê bawerî ji pêşerojê ye, û
tewandina giştî ji bavîtiyê re, yê diyar dibe bi a kirina kor ji serwer
re, û kesên mîna wana ji mêrên desthilatê re , yên bi bergê reşgerî
diyar dibin, qatek î ji mêrên jêr bi wana re dibin alîkar, û ewan bi
awayekî xurt bi rêveberên yên aloziyan di civakan de gurtir dikin ve
girêdayî ne, û dibin kelem li pêş wan ku ronakbîr bibin, ta bibe qêrîna
wan li hember desthilatiya serdest diyaredeyek e dengî be , di nav xwe
de serhildanek e reşepêş û ragehî, û dîtina bê dunde ji rûxandina ricîma
sitemkariyê berz dike,û jêre dibe bihaneyekê ji bo bimîne), wek mînak
:( Islamkirina şoreşa Sûrî, hebûna desthilatê, û belavkirina şerê li
dijî terorê, mebest ji vê yekê bidawîkirina vê rabûna serberdayî ji
berjewendiya berdewamkirina sitemkariyê.) Nîşankirina tiredînî û
tembelîkirina hişmendî diyar dibe bi rêya berzkirina dîmenên sextiyê bi
zîrekî li ser çehrên ku ji bilî cûtina sloganan û xapandinê tiştekî
nakin, ji ber ku ketibûn e bin desthilatiya serkotker û jê re bûn e
teriyek e erzan, û bê guman ku cîgirbûna sofîtiyê di reweştên partiyên
gelemperatî hîştibû sawêrbûnên sitemkariyê piştre cîgir bibin,û wisa
dibûn e kelem li pêş rabûna zanyaran û li pêş pêşveçûn û bilindbûna wan
ji wan pergalên bîrdozî disekînin , ji ber ku zanyar xwe natewînin û
wekî totî gotinan dûbare nakin, ji ber vê yekê ew timî li ber dadgehên
partîtî berdewam gunehkar bûn, û neyarên doz û rêbazê bûn, ji ber vê
yekê hewildana takekes ji bo avakirinê pêdiviya xwe bi piştek e civakî
heye ligel jêhatîbûnekê bi felsefa tevgerê , ji ber serhildan ne
peqijokek e dengî ye lê ew berpirsyarî , berketin, û hevgirtinek e
civakî ye, û di bin saya serdestkirina desthilatiya sitmekar de û bi
rêya serweriya xwe, partiyên mîna xwe çêlik kiribû, û civakek e tirsonek
kedî kiribû, û herwiha ew civak jî bi kîn e, lê nizane bi çi awayî li
hember wê desthilatdariyê serî hilde,ji ber gendeliya rêxistinên wê li
ser cudabûnên nav û armancên wêna, tiştê ku hîştbû mîna encamekê ku
koçberiya deronî di nav wê de cîgir bibe, ji ber dûrxistin û
paşguhkirina afrênerên xwe û qermandina berketin û raberiyên wana, û
wisa wêranî bi dawî bû riwê herî kirêt jêre, û wê gîhande encamên bive ,
tê diyar kirin bi nebûna baweriyê di nav xwe û cemawer de, ta astek e
metirsîdar ji tol û mehnegirtinê, tiştê ku hewaya awanteya girs durist
kiribû, ji teqîna girs yê guhertina civakê aşkere kir ,dema ji kîva
derbideriyê diçe radeya jêhatbûn û geşepêdanê. Û em dikarin vîna
serberdayî danasîn bikin ku ewa : rêbazek e partiyên gelemperatî
bikartîne ji destpêkên çerxa bîstan ve, ta ku li ser têla wijdanî yê li
cem cemawer de bilîzin, ta vînek e kawikî demkî biafirînin, hawara xwe
bi bijardeyên ciwanên bilmez tîne, ta ku bilmeziya siyasî cîgir bike,
yê bi dûbarekirina sloganên şermezarkirinê ve diyar dibe, û çewisandina
wan sloganan bi awayekî tîrbûyî ligel dûrkirina giştî ji hişmendiya
rexnegirî ve, û dûrxistina tofa ronakbîr û şerkirina wê bi rêya pêngavên
reşkirin û neyarkirinê, û gunehkarkirina wê bi tembelîkirinê û
dozkirina çaksaziyê, bê ku tevlî şoreşê bibin, ta cemawer bimînin di
tenahî , qerimandin û reqbûnê de ,ta bighin qam û pergalên cemidî û ji
vaca kedîkirina bîrdozî ti car î dernekevin. Û bi ketina me di
hundirê vê danasînê de em dikarin têbigihin alavê girêdanê di navbera
resenî û baweriyên yên dibûn e ji encamê reweşt û reftarên civakî , û vê
sînorê di navbera dewlet û gel berz dike, ji ber herdû zorengek e
dijwar dijîn, û ti carî ew girêdanên sincî di navbera rêxistinekê hemî
kanîbûnên xwe ji bo qirkirina jiyana aram terxan dike û di nav civakê
bi takes û rêxistinên wê de çênabe, misoger e wê vegirtina desthilatê li
hundirê şaneya wê ya biçûk, partî û malbatê de bê veguhêztin, ji bo
peywendiyên civakî bimînin bin saya tirs, bizdan û serweriya nirxên
bavanî li ser awayê ramandinê bi giştî , serdestiya hişmendiya mafiyawî
di rêya dadiya civakî, ta takesan deyndar li pêş çavê van desthilatiyên
sert de bimînin, yên bi mafê mirovan , nirx û rûmeta wanî sirûştî ve
dilîzin (Sûrî- Îraq) , tiştê ku hîştibû ev civak bibe mîna barûdekê
hindik maye ku biteqe, her tiştî beranberî pereyan û destdanîna li ser
pariyê birçiyan û zêdekirina xezaniya wan , û ev jî reweşta
desthilatiya gelemperatî ye yê kêrên xwe tûj kirin e li ser stûyên
bijardeyên xizan, ji ber civakên barketî û dorpêçkirî bi baskên girêdanê
ji rewrewkên desthilatê û piyên wê yên nimînandî bi ramandina mîtolocî,
û ew bi xwe têkelek e ji ramanên olî û mîtolocî, jiyanê biribû li
pûçbûnek e giyanî û ramanî , pêvajoka jiyanê li cem komên yên dijî zor û
sertiyê rawestiyan e bêxewî kiribûn, tu rê nîne ji bilî ketina li
meydanên xewin û gumaniyê, li rex rewşek e dijwar derbas dibe berve
aloziyê, û girtina pencereyên hêviyê. Em aloziya desthilatê , û
li ser kokên wê yên dîrok de lêkolînê dikin, peywendiya wê bi
bergirtina ayînkarî ve li cem civakan de, ji reftar ,reweşt û ol , û
şopandina kêşeyan bi çavê yê li gotûbêja civak û a din de lêgerînê dike,
yê guhertinê dixwaze , û herwiha sûda çûnê ji bo rûbirûbûna zora
ragihandî û gendeliya a rengên pepûkiya diyarbûyî li xwe dike, di
çarçova gotûbêja zorenga qayîm de di navbera hêzên parêzvanî û hêzên
guhertinê di paldebûna xwe li ser heyîna hevgirtina xuristî di jiyana
civakan de bi takes û komên xwe ve, wekî encamek e dînamîkî ji sûda
dîtina xweşiyê di çarçova sîstemek e rastîn bi destê civakan ve dibe û
xwestekên wana bi cî tîne, û pêkanîna aşkerekirina ricîma damezrandî li
ser têgihiştina pêdiviyên civakê yê xuristî bin saya hişmendiya
rajorbûyî û dehfandina wê li guhertinek e rastîn ,rêbazên wêna yên
rewşanî hene, ji hel û mercê cîgehê ve zayîn dibe, ji ber têgihiştina
xuristiya xelkê û kiryarên wê ewa rêyek e ji dehfandina wê li berve
baştirînê , û aşkerekirina hevgariya civakê bin saya rêxistina
devgirtinê, ewa diyarkirina rastiya ku civakan rastî bahatîn, û bê
bawerî di nav xwe de tên, aşkere dike civaka xuristî (gund) û civaka
bajarên mezintirîn bi rêya du şepêlên nakok ve nagihin hevdû, ji ber ku
hêsanbûn û sadebûna mirovê xuristî napejirîne sertiya sitemkariyê û
gendeliya rêveberkarên wêna yên di bajaran de dimînin, û zehmetiya
jiyanê li gund de, bi sedemê xizanî û pêdivî, ev heta radeyek î dûr hîşt
ku mirovê xuristî dûrî jiyana xwe ya heroj be, yê li ser bingeha
peywendiyê ve saz dibû, ev jiyana gelerî û baweriyên yên bi dûlaneyîya
mirov gemarî ne bû ye,di çarçova reftarên yên rêxistina têçûn û
çavkariyê çêkiribûn. Û têgihiştina rêbaza xuristiyê û kirina wê
mîna bingehekî ji her pêşveçûnê ve ye ew bi sûdtir e, ji ber ku gera li
mirovê zanyar ewa armanca balkêş e ji hizran re, li gor berdewamkirina
rodanên dûrêzîhevdû û yên ji me re xuristiya hebûna berfireh bi
meydanên wê yên cuda bervajî dike û ji me re rehet şerê girtinheviya
rastîn di navbera hêzên avakirin û wêrankirinê diyar dike, ew ramanên
yên bi hurgilî derbasî henasê pêşwazîkerê hişyar dibin, di xwestekê
serkeftinê ji heyîna xuristî re yê bi hebûna welat ve berz dibe, û
gotûbêja bandorkirina wê bi heyîna giştî ve di çarçovê diyarkirina
rastiya tam li gor tekeskirina naveroka ku evîn hebûn e û hebûn zanîn
e, ji ber ku kirdeya rabûnê yê hewil dide ku sitemkariyê rake bi wan
kedkirinên armanckirî ji bo dîtina cureyekê ji azadî û nemûneyî û
livandina çevanên xuristî ji mirov re ji bo berketina kiryarê xêrê û kar
ji bo wê, û tekeskirina li ser girêdana di navbera mirovê afrêner û
reseniyê de di cih de, û girêdana peywendiyên xurt di navbera yên hewil
didin destkeftiyên mirovê zanyar biparêzin, wekî binavkirinekê ji
nîşanên dîrokî ve yên li ser gewrbûna kiryarê çêker piştrast dike, û
xwedîtina wî li ser her xirabî an çewtiyekê, û ewa berve rêbaza
lêgerînê li nirxên xuristî dike di rewşek e windayî û aloz de, hemî
takesên wê derdê dikşînin, ji zehmetiya ramandinê ji ber zordariya
desthilatdariya siyasî û bêzariya wê ji şopandina guhertinên demê niha,
ji ber têkçûna wê ya sincî , tiştê ku hîşt civak li meydanên koçberiyê
de bijîn, û bê bandor bin li ser wê sîstema yê jiyana wanî rojan e bi
rêve dibe, û wisa kesên yên daxwaza guhertinê dikin zêdetir rastî
işkence û qirkirinê dibin, bi rêya derdê yê bilavbûye li hemî rojhilata
navîn , yê bi sitemkarî û hişmendiya gelemperatî ve hatiye naskirin,ji
pîrozkirina peykerên serbiran , û pabendbûna kor ji wan re, tiştê ku di
hundirê wan de tijandinek e hêdî hêdî wê biteqe peyda kiribû, û aloziyên
sincî diyar kiribû, yên di civakê û saziyên wêna de derbasbûn, tiştê me
dihêle ku em dîrokê vegerînin ta em encamên wê yên bi bêtar nas bikin, û
pevçûnên yên di navbera desthilatan de rû didann civakê hiştin ku di
penaberiyek e xirab de bijîn, jiyana wê û berhemdanê û gerentiya mafan
ji hevdû ve cuda kirin, ji ber ku di nîvê ew girtinheviya bive di nav
desthilatan de, em berhemkirina zordariyên cur bi cur dibînin, civakê
hîştibû bibe êzingên timî ji meydanên pevçûnê, û kesên çaksaz û
bangdayên guhertina ji kokê xwestin reftar û bingehên rabûyî saz bikin ,
ji bo bi hevsarê bigrin, lê van kedan tu sûdê nedan, û nebûn e rêgir li
pêş bêtarê gewr e, ji ber ku sitemkarî ew derdê mezintirîn e yê di riwê
civakan de sekinî ye, ta negihe rabûna hevjiyanê di bin yaseyek e
dadmend de, û berdewamkirina alava serkotker bi kiryarên xwe ve dihêle
war bê ser û ber bibe,û pêşeroj tarî û nediyar be, ji ber pepbûkiya
desthilatê û bêzariya wê ku xwestekên heyî û pêdiviyên serek e ji bo
jiyana civakê bicî bîne, bi binavkirina vê zorenga mezin di navbera
sîtemkarên yên tim dibêjin ku em hene ji bo bergiriyê bikin li hember
dijminê ku ji derve tê, û gotina wê ku ew li beranberî qumploya gerdûnî
radiweste, û ala sosiyalîzmê radike,û zordarî her û her di hundirê
saziyên xwe de binyad dike, û bi xurtî reftarên serweriya olî diparêze
bi navê zanistdariya sexte, hewil dide herwiha ku tovên tîjandinê di
nav bijardeyên civakê de biçîne, dema bijardeya rewşenbîran kelepçe
dike, û dihêle beşekî mezin ji wan bibin e kole ji wê re, û beşê din di
zîndan û girtîgehan de bin, bi rêya weşandina tirs û penaberiyê di nav
wan de, û kirina cuyeryên azariya gewdehî û deronî dermafê wê de, ji bo
ew desthilat bimîne mîna zengilê wêraniyê di nav civakê de, ji ber ku
kêmbûna kirdeya tevgerî yê ku hêmanên guhertinê tîne , ji bo berjewndiya
rabûna sertiya desthilatê û zêdebûna serweriya wê , û cenga wê ya
rastîn li hember cîgehê , dihêle ziyan û gemarbûna belav bibe li her
derê , dema hatinên sirûştê bibe pirojeyên bazirganî qezencê tîne , ev
rê vedike ji çavkariya bê sînor û herwiha gumanek e bive derdixîne ji
diyardeyên cengên sermedarî, û nemana hatinên dewletan û wêranbûna wê ,
û ketina di aloziyên metirsîdar ji serkotkirinê pêktîn e ew
serkotkirina yên desthilatên sitemkar pêktînin ji bo nemana gelan ligel
birina hatinên wê yên xuristî, ji ber ku ew ceng , cenga li hember vînê
ye, cengek e li hember reseniyê, nirxên sirûştî, û evînê ye, û çareya
mirovê pêşvero ewa ye ku di rûbirûbûna de be bi xurtî û bawerî, di
rêbazek e armancbûyî naveroka wê ku dema pergalkirin û kedîkirina
bîrdozî hindik maye bi dawî bibe, û serkeftina tenê a armanbûyî ewa di
saxlemkirina civaka xuristî bi nirx û takesên wêna ye yên hewildidin
berve baştirînê biçin. https://youtu.be/tvhfECbYpEs
|