Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: QASO

 


Dr. Xelîl Omar

  Payîz hat û pê re cilên belengazan qetiya û bû wexta kelandina danuwan û raxistina pastêq û mewîjan..bû wexta icacok û hilfirandina qirþ û qalan..bû wexta berdana bexçe û mixtiyan û bû wexta seyandina xaniyan.
– Law Ezîzo, qey divê ez ji ber Qaso ji gund barkim?! ..Çêleka xwe berra ser cêza genimê min dide, mirîþkên wî her roj di hewþa me de ne, kûçikê wî bi zarokên me digre! ..Eger ji amê xwe re, te ew alpozan kiriba; minê orta herdû çavên te maçîkiriba!  Hanî gilî û gazinên xwe, bi biraziyê xwe kir.
..Qaso, mirovekî kal e, dûrîþer e, mêþ jê na êþ e û pênc wext diçe mizgeftê. lê mêrik eþkere zikê nade û dibêje "xêratî ela benatî"¹ û ji bo wilo jî hinek dibêjin, têkiliyên wî bi kemûnistan re heye û herhavîn ew bêþê dide wan


   Rojeke melûl e, bê deng e û tevgereke nezelal li pala gir digere û ji wêderê pîkaba gewr riya Marîtê girt û toz bi dû xwe xist û berî ko bighê gund li destê rastê zîvirî û li ber benda Qaso got zîq û sekinî û di cih de, zamûtên Ezîzo xwe jê avêtin û bê vir de û wê de raserî mêrikê "kemûnist" hatin û kero te çi xwariye! ..Xanimê kire hewar, zarokan kirin qîrîn, bûka malê bi xwe ket û porê xwe kiþand; lê hemû ji bo mêrikê serbixwîn bêkêrbû.
– Evaya nîna ye, hîna tirnîna bi þûnde ye, ez ji …-ê te bim, ko rojeke din apê min gazinekê ji alî te de bike yan ez bibihîzim, ko dîsan siwarên piskilêtan li cem te bûne mêvan! Ezîz gef li mêrikê "sor" xwar û mifte li pîkaba þifirlê xist û pêxwasên wî bi hev re xwe avêtin paþiyê.
– Xwedê mirov biparêze ji ya, ko hayê wî jê nebe! Qaso got û piþta xwe sipart bendê û destê xwe bi birînên serê xwe xist.
– Gurê har bi wan bigre, devê wan li kevirên reþ keve, bibin weke peza qurbanê! Xanimê nifir li wan kir û hibriya xwe vekir û li dora serê biîndar gerand.
 -------------------------------------
¹ Bera xêra min ji keçên min re bin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark