Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev (01.05.1947 - 08.08.2021)

 


Ebdûlazîz Qasim

Eger em dîroka xwe baþ binivîsin, pêdivî heye ku em rola kurdên Qefqasiya bi tîp zêrîn di nav rûpelên dîroka kurdî de binivîsin, ji ber rola mezin ya kurdên “Soviyeta berê” ji bo hiþyarkirina hest û pêþxistina aqilmandiya neteweyî ya kurdî bi taybetî xizmeta wan ya herî mezin li hemerî pastina ziman û edebiyata kurdî.

Li ser destê kurdên Qafqasiya li ser astê neteweyî yekem hikûmeta autonomî hatiye avakirin û herwisa xizmetek bêhempa ya wan ji bo pêþxistina çand, ziman û zargotin, ferheng û edebiyeta kurdî heye û hêjayê ku yekem bingehên kurdlojiyê û kurdnasiyê li ser destê wan hatine tomar kirin.


Dema em behsa kurdên Qafqasiya yan jî “Sovyet” dikin, em behsa bi dehan akademsîyen, zanyar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, zimanzan, siyasetmedar û rêveberên dewletê dikin, ku biqasî rêvebirina dewletek modern hene.

Helbet ji kurdên Sovyetê yên herî navdar û di rêza pêþîn de, pêdivî heye ku em behsa akademsiyon û cîgirê serokkomarê Qazaxistanê Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev bikin yê ku sala par ji ber nexweþiya koronayê di 8’ê tebaxa 2021’an de çû ber dilovaniya xwedê, ku yek ji zanyar û lêderên herî berçav yên kurdên Sovyeta berê ye.

Mamê Kinyaz ku bi Apê Kinyaz di nav civaka kurdî de dihat binavkirin, tevlî pila wî ya zanistî û edebî ya bilind wekî serokê zanîngeha Almatayê û herwisa wekî cîgirê serokkomarê Qazaxistanê, lê zêdetir Mamê Kinyaz wekî serokê kurdên Sovyetstanê dihat dîtin, ji bo rola wî ya mezin ji bo rêkxistin û damezrandina yekem federasyona navneteweyî ya kurdên diasporayê, ku îro li ser wê yekê çend komele û federasyonên revenda kurdî li diaspora û welatên Ewropa, Amerîka û Rûsya têne avakirin.

Li roja 06.06.2021 li bajarê koln li Almaniyê, þerefek mezin ji bo min bû, ku yekem car çavê min bi çavê Mamê Kinyaz ket, di wê çavpêketina wê Mamê Kinyaz behsa pêþtgiriya xwe ji bo referandom û serbixwebûna kurdistanê kir û hewlên xwe yên dîplomasiyê ligel serokkomarê Qazaxistanê û berpirsên Rûsiya û têkiliyên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî ligel Serok Masûd Barzanî kir, herwisa behsa têkiliyên xwe yên ligel berpirsên Rûsyayê kir yên ji bo rawestandina êrîþ û dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û paþî li ser Serêkaniyê û di nav de behsa hevdîtina xwe ya bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mixayîl Bogdanof re kir.

Ji bo avakirina kesayetiya kurdî ya neteweyî girîngiyek mezin heye ji bo lêkolînek berfereh li ser bingehên zanistî û dîrokî li ser kesayetiya Prof. Dr. Kinyaz Mîrzoyev û herwisa li ser kesayetiya bi dehan navdarên kurdên Qafqasiyê bêne kirin, ku pêdivî me heye bi aqilmendî
û hiþmendiya kesên wekî wan ji bo pêþxistin, yekxistina civaka kurdî û bihêzkirina bîr û hiþmendiya neteweyî ji bo dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê.


Nîþe:



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark