Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN)

 


Cemîl Ibrahîm

Roja 24.04.2022an, li Sîwana Kurdan, li bajarê Essen-Elmanya, komîteya çalakiyan ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, simînarek ji bo bi bîranîna roja Rojnamevaniya Kurdî, li darxist, ez yek ji sê bêjeran bûm, ko ew kiribûn mêvan, min di vê simînarê de ev gotar pêşkêş kir û min ew xwend:
HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN)

    Xuşk û birayên hêja,
    amadebûyên birêz
    Ev dem û hemû demên we xweş û baş bin


    Di vê rojê de, di roja rojnamevaniya Kurdî de, roja 22ê nîsanê, divê em hemû bi hev re, pateyeke mezin ji xwediyê yekemîn rojnameya Kurdî re (rojnameya Kurdistan), ji damezrênerê rojnamevaniya Kurdî, Mîr Midhet Bediexan Paşa re, lêxin, û wî gelekî bi rêzgirtin û hezkirin bibîr bînin, em bejna xwe li ber vê keda wî, vî karê wî ê pêşeng û behremend û hêja biçimînin, û herweha em destxweşiyê ji hemû rojnamevanên Kurd re bêjin, karê wan bilind binirxînin, û vê rojê li wan hemûyan pîroz bikin ....
    Rojname û karê rojnamevaniyê, di nav gelê Kurd bi tevayî de, berawird bi gelên herêma Rojhilata Navîn ên din re, gelekî dereng ma, ango gelekî dereng destpêkir, mêjûnas û lêkolîner dibêjin ko du sedemên sereke ji vê yekê re, ji vê derengmayînê re, hebûn:
    1-Yek jê ew rewşa tevayî a ko gelê me û civaka me ya Kurdî li seranserî Kurdistanê tê de bû, ango ew rewşa paşdemayî yê, ew rewşa nezanî û nexwendwariyê, ewa ko bi salên dûr û dirêj, weke ewrekî reş û tarî xwe berdabû ser civak û welatê me, welatê me hemû vegirtibû, belkî hemû ew welatên hawîrdor jî vegirtibûn; vê rewşê alîkariya hebûn û peydabûna rojnamevaniyê nedikir, belkî asteg û zehmetî dixistin rêya wê ....
    2-Sedema din jî qelsbûn û lawazbûna qata rewşenbîran, hejmara gelek kêm û gelek hindik ya xwendevanan bû; ji ber ko, bê guman û weke ko baş hatiye zanîn jî, damezrandin û derxistina rojnameyekê, herweha karê rojnamevaniyê bi tevayî, wek bizavekê, yan jî wek karekî rewşenbîrî, pêdeviya wî bi hejmareke berfireh ji kesên xwendevan heye, pêdeviya wî bi peydabûn û geşbûna qata rewşenbîran heye, ew qata ko karibe têbigihê bê çiqasî pêwîst e û giring e ko rojnmeyek hebe, lê gelekî mixabin ev tevgera xwendewariyê û rewşenbîriyê, li welatê me, gelekî bi lawazî, bi gavên biçûk û giran birêve diçû ....
    Hinek jêder û çavkanî dibêjin ko dema di çend sedsalên bûrî de şoreşek rojnamevanî mezin pêşî li cîhanê û piştre li welatên hawîrdora me jî destpêkiribû, gelek kurdên rewşenbîr, nivîskar û siyasetvan têde beşdar bûbûn, têde kardikirin, û çalak û xuyayî bûn jî, lê ne bi zimanê xwe, bi zimanên dewletên ko welatê wan xistibûn bin destên xwe; û dibêjin ko ew rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanên Kurd karîbûn di wan deman de rojnameyekê, yan bêtir ji xwe re, bi zimanê xwe, derxînin, lê, mixabin, kesî ji wan di wê demê de ew gava pêşîn û giring neavêt ....
    Di qonaxa nîvê duwemîn ya sedsala nozdehan de, hebûna rojnameyeke Kurdî êdî bû pêwîstiyek gelekî giring, û bû cihê guhdan û lêpirsîna gelek ji siyasetvan û rewşenbîrên Kurd, û bi taybetî gava ko zanîn, xwendin û xwendewarî bûn daxwaz û armanca tevgera Kurdî ya wê demê bi giştî, ji xwe di wê qonaxê de tevgera netewî Kurdî du baskên wê hebûn :
    1-Herwekû tê zanîn ko li seranserî Kurdistanê dibistanên ayinî gelek hebûn, û baş belav bûn, ji wan dibistanan gelek zanayên ayinî derdiçûn, gelek ji wan wek rewşenbîrên baleberz û xuyayî dihatin dîtin, û navdar bûbûn jî, herweha xwediyên hestên netewî ên bi coş, xurt û bilind bûn, belkî ew bixwe weke dibistaneke netewî dihatin hejmartin, ji wan zanayên ayinî wek nimûne: Şêx Ubêdullahê Nehrî, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Gewre, û gelekên din ên berî wan, yan ên hemdemên wan, yan jî ên ko piştî wan hatin, û ji bo hişyarkirina gelê xwe, û belavkirin û handana hestê netewî, û têgehên Kurdewariyê, gelekan ji wan guhdaneke mezin didan wêjeya Kurdî, û heya bi serhildanên çekdar jî radibûn ....
    2-Gelek ji xwendevan û rewşenbîrên Kurd, di wê qonaxê de, li bajarê Istenbolê rûniştibûn, û li wir li hev kombûbûn, hinek ji wan karmendên dewletê bûn, hinek ji wan xwendekar bûn, li zankoyan û li dibistanên bilind ên zanistî û leşkerî jî dixwendin, hinekî din jî çûbûn Ewropa ji bo xwendinê yan jî karê diblomatîk dikirin, weke Mustefa  paşa Yamlukî, û weke malbata Bedirxan paşa û Cemîl paşa, van hemûyan dîtin ko hebûna rojnameya Kurdî erkekî netewî ê gelekî giring e, belkî binyada xebat û têkoşîna netewî ye ....             
    Van herdû hokaran rê li pêşiya peydabûn û derketina rojnameya Kurdî vekirin û xweş kirin, lê deshelatdariya Sultan Ebdulhemîdê duwemîn ya diktator û xwînrêj, û hinek sedmên din jî, nehiştin ko rojnameya Kurdî li ser xaka welatê Kurdan bixwe derkeve, ji loma yekemîn rojnameya Kurdî li bajarê Qahire, paytexta Misrê, derket, û ji wir hate belavkirin, û bi vî awayî, hejmara yekem ji rojnameya bi navê (Kurdustan), di roja pêncşemê de, rêkeftî 22ê Nîsanê sala 1898an, ji çapxaneya Elhilal, li Qahire, li ser destê Mîr Miqdad-Midhet Bedirxan paşa, derket ....
    Bê guman derketina rojnameya (Kurdistan), bûyerek gelekî giring û mezin bû, û gelek karvedanên cuda û cor bi cor ji her alî ve, li pey wê peydabûn; û ji ber ko tiştekî wilo ji babetê ragihandinê berî wê demê di nav gelê Kurd de nehatibû dîtin, ji ber wilo ew bûyer bûbû sedema guhertinek bingehî mezin, û nuhkirinek berfireh di jiyana Kurdan de bi tevayî, û xwîneke nuh û  germ xistibû laşê tevgera Kurdî de bi taybetî, û gelekî bala dost û neyaran bi ser xwe ve kişandibû, bi çavekî bilind û seyremend lê hatibû nêrîn, û wilo hatibû nirxandin jî, û herweha lê hatibû nêrîn weke gotebêjekê ko bi zimanê rewşenbîrên Kurd diaxive, bîr û baweriyên wan belav dike, datîne ber çav û destên herkesî; mero kare bibêje ko bi rastî jî ev rojname wilo bû, ji ber ko ji destpêka derketina wê ve, hema bêj ji hejmara yekem ve, rojnameya (Kurdistan) rêbazek rast û durist ji xwe re hilbijart, rêbaza azadî û bihevguhertina bîr û baweriyan, rêbaza azadiya derbirîna raman û boçûnan, û ji ber ko xwediyê wê gelekî dilsoz û dûrbîn bû, gelekî bal dikişand ser xwendin û zanînê, û herdem tekez dikir ko milet hemû bi xwendin û zanînê pêşdikevin û biserdikevin, herdem xort û gencên Kurdan handidan û ji wan dixwest ko berê xwe bidin xwendin û zanînê, ji wan dixwest ko xwe hînî hemû coreyên pîşeyan bikin, lê di ser hemû tiştî re, daxwaza yekîtiyê ji gelê xwe dikir, rêkeftin û yekîtiya hemû Kurdan, û di vî warî de, herdem gotinên hozan û helbestvanê Kurd ê mezin Mela Ehmedê Xanî, yên li ser vî babetî gotibûn, dianî ziman, dianî bîra herkesî, û rûpelên rojnameyê bi wan dixemiland ....
    Ji destpêka derketina xwe de, rojnameya (Kurdistan) li ser du helwêstên gelekî giring xebitî, û her hejmar li ser wan radiwestiya, û bi berfirehî ji xwendevanên xwe re şirove dikir, û tekez dikir ko divê gelê Kurd hemû pabendî van herdû bîrokeyan bin, û li dijî siyaseta Sultan Ebdilhemîd bi xurtî rawestin û nehêlin ko armancên xwe pêkbîne, û biserkeve :
    1-Sultan Ebdilhemîd dixwest ko bi zorê û bi xurtî desthelatdariya xwe ya diktator li ser her buhistekê ji xaka wan welatên ko di bin destê dewleta Osmanî de bûn bisepîne; û bi taybetî li Kurdistanê, ji bo wilo dixwest ko nakokiyek xurt û dijwar têxe navbera gelê Kurd û gelê Ermenî de, û bi xap û xîpan, bi vîlikan agirê dijminatiyeke xwîndar di navbera wan de vêxîne, û geş bike; rojnameya (Kurdistan) li himber vê yekê bi xurtî û bi mêranî sekinî, û gotarên dirêj li ser vê mijarê belavdikirin, û ev siyaseta qirêj rût û tazî dikir, li ber çavên xwendevanan eşkere dikir, û wek nimûne şoreşa Şêx Ubêdullahê Nehrî dianî, ko çawa dewletê nikarîbû wî bixapîne, û li dijî Ermeniyan, weke gawir, wan bi destê wî bide kuştin û qirkirin, û berê wî ji daxwazên wî û şoreşa wî ên netewî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê biguhere   ....
    2- Ji bo vê siyaseta xwe bibe serî, Sultan Ebdilhemîd li gelek deveran, bi taybetî di nav hoz û eşîrên Kurdan de, komekên çekdar bi navê Siwarên Hemîdiyê durist kirin, bi mebesta ko wan hemû hoz û eşîran bi xwe ve girêbide, ji bo desthelata xwe bêtir bide sepandin, û ji bo bi alîkariya wan şer û dijminatiya navxweyî di navbera gelê Kurd û Ermenan de bi taybetî vêxîne û gûr bike, da ko li dijî wî nebin yek, û bi hev re şerê wî nekin; rojnameya (Kurdistan) derbarî vê yekê banga xwe bi zelalî û bi dengê bilind gihande gelê Kurd, bi taybetî xwendevanên xwe, û hemû rewşenbîr û siyasetvanan, û bê guman wan serok hozan jî, û ji wan xwest ko divê gelekî hişiyarî vê siyaseta qirêj bin, û li dijî van daxwaz û mebestên Sultan Ebdilhemîd bisekenin, û bi ti awayekî nabe ko em bibin destekê pêkanîna van armancên xerab û qirêj; di gel ko ev karê eşkerekirin û tazîkirina vê siyasetê ne karekî wilo hesan û rehet bû, belkî erkekî gelekî estem û zehmetbû, lê erkekî netewî gelekî giring û pêwîst bû, di gel wilo jî, rojnameyê bi xurtî û bê bêhnvedan şerê van mebest û armancên Sultan Ebdilhemîd û vê siyaseta wî a pîs û qirêj kir, û hemû mebestên wê eşkere kirin; di gotarekê de, rojnameyê berê xwe da wan hemû kesên ko bi erênî li pêkanîna Siwarên Hemîdiyê dinêrîn, û ji wan re got:
    -``Duristkirina van Siwarên Hemîdiyê di nav Kurdan de, mebest û daxwaz jê mijûlkirina gelê Kurd e, da ko ji xebat û têkoşîna xwe a netewî dûr bikeve, jibîrbike, û nakokiyê têxe navbera Kurdan û Ermenan da ko li dijî sitemkarî û zordestiya wî nebin yek, û bi hev re şerê wî nekin; ji bilî şer û xerabiyê tiştek ji vê rêxistinê nayê pêşbînî kirin´´ ....
    Herweha rojnameyê berê xwe dida hoz û têkoşerên Ereb jî da ko li dijî duristkirina van Siwarên Hemîdiyê rawestin, û şerê vê siyaseta Sultan Ebdilhemîd bikin ....
   Hinek aliyên din jî ji rojnameya (Kurdistan) balkêş û serincrakêş bûn, weke çawa seraqet dixwest ko bi awayekî demoqratîk û hêminane hestê netewî li ba Kurdan bilind û germ bike, hana wan bide da ko bi dilgermî û bi dilsozî xwedî li pirsa gel û welatê xwe derkevin, loma bi dirêjayî li ser gelek rûpelên xwe wêjeya Kurdî û mêjûya Kurdistanê diweşand, bi taybetî gava ko carê di her hejmarekê de parçeyin balkêş û xwedî wate, ji destana(Mem û Zîn)ê, ên ko peywendiya wan bi Kurd û Kurdistanê ve hene, diweşandin, û bê guman e ko bi vî awayî, bandorek mezin li ser xwendevanan çêdikir ....
    Ji ber wilo, ev rojname bûbû derdekî giran û mezin ji Sultan Ebdilhemîd û çeteyên wî re, hema ji naveroka hejmarên ko li Qahire derdiketin tê xuyakirin bê çawa wan çeteyan dijminatiya mîr Midhet dikirin û şerê xwe têdidan, heya giha asta ko ji desthelatdariya Misrê xwestin wî, wek tawanbarekî, radestê wan bike; belkî ev bû sedema sereke ko Bedirxanî neçar bûn rojnameya xwe ji wir bibin û herin li Ewropa wê derxînin ....
    Bê guman e ko ti carî kes nikare têkoşerê rasteqîne bê deng bike, loma ev rojname ji kuderê derketa, ew bi firehî dihate belavkirin, û bi taybetî li seranserî Kurdistanê; Bedirxaniyan bi gelek awayan rojname derbasî hundirî welat dikirin, heya carina ji bo derbaskirina wê bi hesanî û bê zehmetî û pirsgirêk, hinek xapînok jî bi kar dianîn, û xwe ji qedexeya ko li ser rojnameya wan hebû riha dikirin, û ji nivîsa li ser rûpelê pêşîn tê xuyakirin ko ji her hejmarekê du hezar dane belaş û bê pare dihat belavkirin, wilo didan xelkê; û belaş ba yan ne belaş ba jî, kengî digiha destên wan xwendevanên wê, herkes pê kêfxweş û dilgeş dibû, li gelek cihan jî dihate xwestin ko hejmar bêtir bêne şandin, ji ber car bi car xwendevan bêtir dibûn, û weke ko mîr Ebdilrehman Bedirxan di hejmara sêzdehan de dibêje:
    -``Gelek ji xelkên biyanî jî rojnameyê dixwînin û di kirîna wê de beşdar dibin, wek hinek ji Elmanan, Nemsawiyan, û Ingilîzan´´ .
    Navê hinekan ji wan jî gotibû, yek ji wan zanyarê Elmanî (Martin Hartman) bû, belkî wî 26 hejmar ji rojnameya Kurdistan di pirtûkxaneya bajarê Marburg de hilanî bûn û parastibûn, û hîn jî li wir in .
    Bi zelalî nayê zanîn û nayê xuyakirin bê ji ber çi sedeman bixwe rojnameya Kurdistan, di sala 1902an de, û piştî derçûna 31 hejmaran, rawestiya û nema derket, lê tê gotin ko yek ji sedemên sereke û herî balkêş, sedemên darayî bûn, diyar e ko pareyên derhênerên rojnameyê neman ko êdî wê derxînin, ev sedem jî xweş tê bawerkirin, ji ber ko di gelek hejmaran de, xwendevan dihatin agahdarkirin ko divê buhayê her hejmarekê bê dan, da ko rojname karibe derkeve, bi dû hev de û di dema xwe de, bê rawestan derkeve; lê xuyaye ko gelek, yan jî birra bêtir ji xwendevanan, pabendî dana buhayê rojnameyê nedibûn, pareyên xwe nedidan, û ji derhênerên rojnmeyê re nedişandin; mane ev tiştekî heya niha jî di nav me Kurdan de çêdibe, em, bi tevayî, yan jî belkî para bêtir ji me, em nizanin bi hinek pare piştgiriya tevgera xwe, xebatkerê xwe, bikin, di çi warî de be, û bi çi awayî be jî, em nizanin, em nikarin, yan jî em bîrnabin bi hinek pare piştgiriya têkoşerê pirsa gelê xwe û welatê xwe bikin, hema bi hinek pareyên ko ji herkesî ji me tê em alîkarî û piştgiriyê bikin, lê, gelekî mixabin, weke ko me li jor gotiye, gelekan ji me nekirine, û heya niha jî gelek ji me nakin, Seydayê Ehmrdê Xanî, berî çarsed salî, ev yek zanîbû, loma gotibû:
 ``Çibikim ko qewî kesad e bazar
   Nîne ji qumaşî re xerîdar ´´ ....
    Gelekî sipas ji we hemyan re ji bo guhdarîkirina we, hûn her hebin, û dîsa roja Rojnemavaniya Kurdî li her kesî pîroz be ....
 Nivîskar û romannivîs
Cemîl Ibrahîm
Dortmund-Elmanya
 24.04.2022
*Jêrder û çavkaniya sereke : gotarek D. Kemal Ehmed Mizher 09.05.2006 hatiye weşandin bi navê ( goşeyek ji mêjûya rojnamevaniya Kurdî) .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark