Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojnameya Kurdistan pźženga rojnamegeriya kurdī ye

 


Hižmend Žêxo

Di serdema pêžketina žoreža pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêženg radibe di pêžxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn  , helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêžin , Lewre ragihandin žêweyê herî sereke ye di  karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û ažtiyane de.
Rojnamevanên cefakêž : Silav li we
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi (124) salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..


wežandina Rojnameya Kurdistan ne tenê xebateke neteweyî û rewženbîrî ye lê belê ew žorežeke çandî bû di dîroka gelê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemû medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin.
Di wê serdemê de rojnameya (Kurdistan) bi rolekî girîng radibû di gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî de.
Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema wežandina rojnameyê wiha tîne zimên:

“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tižtên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tižtan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tižtekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîžanê we bidim û we težwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”
Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîžtinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîžanî kurdan bidim; li kuderê çi žer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa žer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»

Rojnameya Kurdistan li serhev (31) hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan (5) hejmarên pêžîn derxistine, Lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista , Pižtre birayê wî Ebdilrehman Bedirxan rojnameyê berdewam dike. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, pižtî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (Hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).
Hejmarên 1’ê heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Bažûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hate wežandin.
Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewžeke dijwar de 31 hejmar hatine wežandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.
Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û rewženbîrî ya nûjen û hižyarbûna netewî ya kurdî dest pêkir.
Di vê derbarê de li Kurdistana Sûriyê jî tevî ku astengî û çav soriya rêjîma Bes a žovînî li ser gelê kurd , Lê xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine wežandin wek :
Hawar , Ronahî , Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Kurdax , Zanîn , Nasname ,Pêžverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Newroz , Deng , Stêr , Xunav , Gurzek gul , Dengê Kurdistan , Sorgul û gelek rojnameyên din.
ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û zordestan gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndan kirin û kužtin , Di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatine kužtin.
Bi helkefta 124 saliya rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan pêžkežî gelê xwe û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , Herwiha ez cejina hemû nivîskarên kurd pîroz dikim û hêviya min ewe ku xebat û tekožîna malbata Bedirxaniyan bimîne ronahiyek di rêya xebata rojnamevanên kurd û rojnamegeriya kurdî de. 

Silav li giyanê Diktor Kamîran Bedirxan , Diktor Nûredîn Zaza , Apê Osman Sebrî , Rewžen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemrež Režo , Diktor Izedîn Mistefa Resûl û Mamoste Cegerxwîn .

Silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê , û mamoste Selah Berwarî

Sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan

Pêžketin ji Ragihandina Kurdî re

22 / 4 / 2022

Sernivîserê Rojnameya Pêžverû

Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê
-------------

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark