Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û 124 Saliya Rojnameya (Kurdistan)

 


Konê Reþ

  Mîr Miqdad Medhet Bedirxan di dawiya sala 1897an de ji ber nexweþiyê, ji Stenbolê çûye Qahîre û li wir ji bo pêþketina Kurdan di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku berî 124 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye:
(Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).


Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Misir/ Qahîre/1898.
  Rojnameya (Kurdistan): Rojnameyeke 15 rojî bû.. 31 hejmar jê hatine çap û belavkirin: Xwedî û berpirsyarê her 5 hejmarên pêþî ji 1-5 ku li Qahîre hatine çap û belavkirin (Mîr Miqdad Midhet Bedirxan) bû.. hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî (Mîr Abdulrehman Bedirxan) bû, cihê weþandina wan ji 6-19 an li Cinêvê çap bûne, ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne, hejmara 24an li Londonê çap bûne, hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara dawî (31) di roja 14ê Nîsana 1902an de çap bûye.
  Mane gereke ku zana û nivîskarên kurd di kovar û rojnameyên xwe de, li ser weha  roj rawestin, ku di roja 22ê Nîsana/ 2022 (124) sal di ser weþana rojnameya wî KURDISTAN re derbas dibe, jînenîgarîya wî, rojnameyên wî bidin naskirin, da ku nifþên nû ji nêzîk ve wî, nasbikin û serwextî têkoþîn û xebatên wî bibin.
 Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Miqdad Bedirxan hene me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek ku pêdiviye, me guh li wan nekiriye wek: Mîr Celadet Bedirxan û herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) li Þamê, Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 - 1946an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî û Hemze Behê Miksî berpirsyarên Kovara (Jîn -1918) li Stembolê, Mewlana Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî - 1909) li Stembolê, ev mirov di sala 1930î de li Helebê çûye ber dilovanîya Xwedê û îro kesek gora wî nasnake, Mîr Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908an û li Stembolê û sala 1917an de li Qahîre rojnameyek bi navê (Kurdistan) weþandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Abdulrezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paþa, Ekrem Beg Cemîl Paþa, Qedrî Can û weha bi dehan ji welatparêz û rewþenbîrên gelê Kurd, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine hene. Ji mafê waye jî, ku em wan bi bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
Erê bavo, kirîzeyên mezin, li pêþ fêrkirina zimanê hene.. Li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî ye, li Baþûr bi Erebî ye, li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî ye. Ji bo vê yekê zarokên me ji zimanê dayika xwe dûr dikevin, zimanê biyaniyan hîn dibin. Sebaretî kurdên Rojava û zimanê Kurdî; bi mixabînî dibêjim: Guhdana Partiyên Kurdên Binxetê bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Di warê pratîk de, zimanê kurdî di pileya dawî de ye..! Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin.. Ez ne bawerim ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne.. Mixabin ku Kurdewariya rêxistinên Kurdên Rojava bi zimanê erebî ye..! Di vê derbarê de bi min xweþ e bêjim: Ziman; berdewamiya hebûna mileta ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, þevreþkî dibe, þev lê digere û êdî nema kare bi serbestî derbasî civaka welatiyên xwe bibe.
Qamiþlo 16/4/2022

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark