Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Dara xweziyê

 


Dr. Xelîl Omar

  Ev demeke ko Hemzo mijûl bûye û serê xwe ranake û her ji bîstekê dike niçe-niç û serê xwe dihejîne. Ev rewþa Hemzo gellekî li tellê Ebaso hat û di dilê xwe de hêvîkir, ko ev bêdengiya hevêl dûdirêj be û ya hîn çêtir, ko Hemzo kerr û lal bûbe! Lê Hemzo nema xwe gìrt û bû firte-firta wî û zîvirî zer hevalê bêhnteng û got:
- Li wê dinyê, çira hinekan bi avê vêdiket û qirdê wan li hustên mirovan dixist û jiyana wan bi kêf û xweþî derbasdibû û çira kesên mîna min, bi donê gazê jî vênediket û min tu xêr ji xwe nedît! Hemzo got û keserek rada.


- Çima tu wisa dibêjî bavê Bedro? Elhemdûlilla tu bi jin û zarok bû û halê te diqediya! Ebaso vê carê bi dostanî di berdilê hevêl de da.
- Heþî gotina te, ji kûçikan re jî diqediya! Heger  min xwendina xwe timam kiriba ezê ji xwe re bûbama textor, (xwedî qedir û pere), ma qey wê dinya xerabûba? ..Çima wê teksiya "Marsîdis" ne li ber derî ba? Çima wê tumbila du dûlab li ber derî ba (ya ko bergîlê ez bûm)?.. Çima minê jiyana xwe di holikan û di qullika xaniyê pî te de bihurtiba? Çima wê xaniyê min ne qesrek, bi dîkor û “çakûzî” ba?.. Çima wê karê min avdan û cenatî û wê alavên min merr û bêr ba? Çima wê alavên min ne pênûs û qelemteraþ ba? ..Çima wê ne nûrsên mîna kebokan bi bihna lewento di ber min re ne çûna û ne hatibana?.. Çima wê li dora min jin û keçên tevir û eþêfê û bihna xwêdana wan î tûj mîna quzelqertê ba?.. Çima wexta rawestina min wê ne li "Keseb"¹ û "Bilûdan"² ba? Çima wê bi te re li ber dîwarên gund ba? ...Çima wê zarokên min, ne li instîtût û zanîngehan perwerdebibana? Çima wê bi çol û polan ketibana û wê sênîk û firaxên xwaringehan þuþtibana?.. Çima wê  cilên zarên min ji "balan" ba? Çima wê ne ji markên "Samî" û "Lord" bana?.. Çima minê her roj þîþik û kubab û nanê firnê nexwariba? Çima minê her sibe þorba nîskê û her êvar meyira xavlorkî xwariba! ..Çima minê ji xwe re Caziya keça Hesen axa (xwediya gerdenî û bazinên zêr) ne anîba? Çima minê Ferȋda keça sofî Xidir xwediya tepik û piþtiyên pûþ anîba! Hemzo li vêderê li firêmê xist û li dora xwe zîvirî, baþbû ko ji Ebaso pê ve kesek nebû.
- Hemzo hemû gotinên te vala ne û dara xweziyê tu caran ber negirtibû! Tu mir jî û te kulla Caziya bi xwe re bir gorrê û xuyaye va bi te re gihîþt Axretê. Baþ e ko diya Bedro ne li vir e! Welleh wê kûçik ji te çêtir kiriba! Malava tu xurrufiye an tu dêhn bûye? Ma tu nizanî ko tev ket û tev rabû û ew Dinya çû û nema  vedigere?! Ebaso got û mezel þanȋ xwediyê xewnên hiþyarȋ kir.
- Birra tu ehmeq e! Ma ez nizanim ko ev Axret e û qîr û qiyamet e! ..Min  xwest hinekȋ ji xwe re ez wensa bȋnim û piçekî bihna xwe fireh bikim. Hemzo lêvegerand û xwe qulapt ser kêleka din û dûr dûr li asoyê nerî
.¹&²  Du deverên rawestinê li Sûriyê nin,

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark