Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Reþroj…!

 



Mihemed Hesko (birasoz)

Heþdehê avdarê, tu çi reþroj î
Him dil û him cegera me disoj î
Xençerê kuþtina  me, tu çi tûj î
Hebûn û nemana me jî dikuj î


Çar salin, Efrîn can birîndar e
Çar salin bi qîrîn û bi hawar e
Çar salin dirindeyî lê dibar e
Çar salin bê newroz û bê bihar e

Birîna Efrînê kûr û xedar e
Dinale bi êþ û jan, zare zar e
Lawên wê  pijiqîn, çi tarûmar e
Bê þûn û sêwî man li ber dîwar e

Revde xweþîyan bi ser me de hatin
Gurên devbixwînin, kewên rebatin
Dilkor û kîndarên me li hevhatin
Erebên diz, tirkên xwînî û tatin

Çavan veken, pêre dengê xwe hildin
Kurdên azadîxwaz, milan bi mil din
Hêza hêvîyan bi can û bi dildin
Çavên xwe bi vegra welêt kildin

Efrîn rûgeha dildaran bindest e
Ji ber jana bindestîyê sermest e
Bo roja azadîyê hêza  hest e
Bi xemil û rewþa xwe, xweþ helbest e
     *********
Almanya, 27.03.2022


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark