Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sembolê netewî

 


Nizar Yosif

M.Þêxo hunermendê lehing û astbilind, ku jiyana xwe, berjewendiyên malbata xwe, kesayetiya xwe, ji bû doza welatê xwe terxan kiribûn. Hunermendek mirov, xwedan helwest, bi siyanet û rêzbilindî nêzîkî xelkê xwe û welatê xwe dibû.  M. Þêxo Girêdayê doza welêt û xwedan prensîb bû, lewma gelek tengavî û zindan û binçavkirin ji aliyê hêzên ewlekarî ve didîtin. Ji bilî van, barê birçîbûn û hejarî jî hilgirtin, daku wan bîr û baweriyan û prensîbê xwe bi parêze, reviya, surgûn bî, lerizî, koçber bû, ta rêwîtiya wî li nava refên pêþmergeyên þoreþa baþorê K,rawestiya.


Ev me dikêþîne ser babetê ku, di her serdemekê de, Hinek hunermend di dema xwe de, weku gulan geþ dibin û bihnê direþînin, lê mixabin bi derbasbûna demê re weku xwe dimînin, xwe li gor demê nuh nakin, dema koçên xwe bardikin, hunerên wan jî kevin dibin,stiranek yan didu û yan qet tiþtek balkêþ li paþ xwe nahêlin, hêdî hêdî bihna wan diçilmise.
Di vê rewþê de, hinek hunermend birçîbûnê gorî erk û xizmeta hunerê xwe dikin. Ewan hunermendan biryar dane, ku aliyê aborî û xweþiyên cîhanê bikin gorî hunerên xwe, û bêhtir balê bikþînin ser huner û afirînerînan. Bi gelemperî ew di encama xerckirina hemî pere/dravê xwe de, ji bo pêþxistina huner û projeyên xwe yên hunerî, di kêmtirîn mercên jiyanê de dijîn.
Lê digel bextreþiya jiyana wan, ew baldariya hunerî û armanca xwe ya bingehîn ji bîr nakin. Hunerên wan di bindariya gel û dozê de tê afirandin, bi gel ve parçûm dibe, ji ber ku perjewendiyên mirovan û civakê, êþ û janan tînin ser zimên. Lewma ew hunermend bi hunerê xwe, bi her ayayî bi derdên wan ve girêdaye û dide nîþan û dayîne ber çavan, di heman demê de, gel wî diparêze û ew jî bi keda xwe ya hunerî, nûnertiya gel dike, jêre dibe saziman û nemir dimîne.
M. Þêxo di çêkirina awazan de, di hunerê pîþesaziya awazan de, gelek balkêþî û yekane ye, di hostaya lihevsiwarkirina çend meqaman di stiranekê de, gelek balkêþ bû, bi þêwazek rehet ji meqam di guherîn, bêyî ku guhdarvan pê pêjndar (bihise) bibe û guhên wî pê bi êþin.  Di stiranên M.Þêxo de hosa diyar ku, evîn ne dildariya jinê tenê ye! Lê ew hezkirine û dilpiçûkatiya nêzîkbûnê ye, ji dîtinên mirovan û hestên wan re, bi awayeke spehî(Astetîkî), rêz û rûmetê ji hawîrdorê derdor re û dîtinek xweþ ji jiyanê re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark