Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dîtinek ê li rastiya rêxistinên kurdistanî «2»

 


Rêber Hebûn

Xwedîkirina pepûkiya ramanî li cem piraniya rêxistinên qezencî makzayîyek e zordarî ye kevin e ,sîstemên bavanî berve dîrokê çêrandibûn, û ne seyr e ev tiþt, ji ber ku piraniya rêxistinên kilasîk a rojhilat navînî yên di hembêza hevrista zordariyê de xwedî bûn , karibû ew hevrist têkeve nav refên wan de bi rêya stixbaratê, û giyanê valahiyê têde biafirîne û wan bihêle bibin wek qalibên mîna hev bê rewan û afirandin.


 ji ber vê yekê hebûna van rêxistinên vala û sist ji bona berdewamiya lawazî û parçebûnê ye, ta civak ji koçberiya deronî rizgar nebe,ewê ku rêxistina nezanîbûnê cîgir kiribû bi rêya serkotkirinê û saxkirina pergalên nexweþ ew rêxistinan nikarîn tiþtekî ava bikirana, lê erkên xwe timî ku bilerizînin û belav bikin heta bê dawiyê, ji ber ku bi hêsanî nikarin van þêweyên iþk ji holê rabikin, ku desthilata serkotker di nav de çandibû,û bi vî rengî dibin destikek e gerentîkar ji parçebûna civakê û valakirina wê ji ronakbîran û bê guman ev tiþt qumployk e li ser zanyar û civakê berve demek e dirêj û dûr û ne diyar de, û ji sedema tunebûna baweriyê di nav tof û qaþên civakê ta ew civak bibe tenê guhek e vekirî bi a ekranên medyaya reþker bike, a mirin û cengên demdirêj belav dike ji bo berdewamiya serdestkirin û serweriyê.

Ew hêzên serwer bi rêya wan tofên ên gêre û kêþe di hundirê civakê de diçînin  temenê xwe dirêj dikin û ev tiþt di hundirê civakên rojhilat navîn  de bi giþtî û a kurdistanî bi taybet diyar dibe.

https://www.youtube.com/watch?v=T-XDro6PK_M&t=17s


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark