Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Evīn hebūn e ū hebūn zanīn e

 


Rêber Hebûn

yekem tižtê ku jîndar pêžî hizr dike têgihižtina wî ji heyînê re, mirov xwe nas dike bi rêya hebûnê , ji ber ew zemîn e yê li ser civak çêdibe, û jê nirx û pîvanên xwe werdigre, ji tek girêdanê yê mirov bi heyînê re girêdide, berî ku tižtan bidest xwe xwîne, û ew têgihižtina evînê bi rêya çêbûna hest e, ji ber ku hestkirina mirov bi derdorê bi têgihžtina ji gewdeyê pêžî destpê dike, û têgihižtina wî ji henas re û baweriya wî bi jiyanê, û bawerî encamek e xwezayî ye çêdibe bi rêya qûnaxên yê kesê jîndar lê derbas dibe, taku ji rastiya nirxên ji evînê peydabûye pižtrast be, a nûnertiya heyîna lihevhatî û bedew  dike, û bi dûmahîka xurandinê bi wê ve zanîn encam da, zikmakiya evînê bi rêya zorengê binyad bû, ji bona serkeftina nirxên sirûžtî,sîstem, û yasayên misoger ji heyîna komên mirovî re, û kedîkirina kiryarên wan, ji bo bidestxistina zanînê, û çawaniya bikaranîna alavên heyî, yên hatin e afirandin bi saya zanyar bi diyarbûna êgir û bikaranîna kevir, û avakirina mal û çandiniyê, derbas dibe bi afirandina elketrîk û telefonê, ta žoreža Kompioter û internêtê, wisa têkiliya mirov bi xwesera xwe diyar bû, bi rêya din û cîhanê bigižtî çêtirtir bû.


Mirov çi girêdan di navbera xwe û heyîn û zanînê winda kiribû bi encama serwerîkirina xerîzeyên desthilatdariyê, wisa ji kiyanê zanînî dûrketibû, yê ewa nameya saxlem û diyar e ji evîn û jiyankirina wê, û pir caran bi têgehên  afirandî pêguhertibû, ew têgeh dijî zikmaka pak bû yê mirov lê vedigere bi sernavê evînê, ev girêdan ji destxwe berda, pižt re têgehên zorengê ji bona žer destpê bûn, žûna wežandina nirxên evînê bi rêya žaristaniyê, yê cîhanê ji hatinên serdemên  dirindetî û hovîtiyê rizgar kiribû.
Serdemên terorê destpê bûn, û li ser wê navê pîrozbûnê hat e danîn, û ew nixumek e paž wê ve naveroka žer a bingehîn tê vežartin, û ewa bidestxistin , bindestkirina aborî û gera li  erdên nû û komkirina samanê ye.

Du žer mirovahî berhem dan, bi rêya xurandinê bi hebûnê re, zorenga zanînê yê tê nasîn bi zanist û sinc dijî nezaniyê yê tê nasîn bi girêdana zanist bi hilwežînê, ji ber ku desthilat nirx, ol û netew pikaranî, pê pergal û nerînên teng belav kiribû ta têgeha  cîgirbûyî berhem bike, lê zanyar di sinc, vekolîna zanistî de guherînek e ji pêvajoka mirov berve bažiyê ve dîtibûn, wisa zoreng di navbera çîgirbûn û guherînê, parastin û guhertinê, resenî û pêžveçûnê de çêdibû, û hemî bi zorenga herî mezin û rastqîn e ve girêdayî ne û ew : zorenga zanîn û nezaniyê.

Û heyîn ji van žerên xwînî talan bû, û êdî zêde berve parçebûn û gemarbûnê  ve diçû  û kambaxûna a ku ezeziya mirov berhem dabû, ji žer û qirkirin û bikaranîna çekên qedexebûyî ( Holokust.1, Hîrožîma.2, Helebçe.3).
1- Holokust:wateya xwe ji yonanî (hemî žewîtî ne) û bi ibrî wateya wê kembaxbûn e ,ew qirkirinek e gižtî ye,dema cenga cîhaniya duyem de çêbû, žež milyon cihû ji ewrûpayê hatin e kužtin li ser destê sîstema nazî a Edolf Hitler û yê pê re alîkar.
2- Hîrožîma: bajarek e li Yabanê ye, li girava Hunžo ye, li ser kendava Hîrožîmayê, paytexta parizgeha Hîrožîma,mezintirîn bajarê wê, li cîhanê de naskirî ye ji ber ku ew yekem bajar re bi ser de bumbeya dinokîhatibû, hijmara xelkê wê zêdetirî 1,136,684 serejmar (2003).
3-Helebçe : Bajarekî kurdî ye li bažûrê kurdistanê ye(Îraq) .

Beranberî wê heyîn berve sivîlbûn, avakirin, bedewbûn, huner û bêr ve diçe bi pêgirtina nirxa gižtî ji mirovahiyê re li ser piraliyên zimên û qam, û reftarên wê di evînê de û ew rehjena zanîna nemir e, ji ber ku evîn  û zanîn cêwiyê hebûnê ne.
Hest, ageh, têgihižtin, hizr, ponijîn, ramanbûn û pirsîn  ewan kilîtên nasîna hebûnê ne, û van kilîtan ji berhemê girêdana jîndara mirovî bi hebûnê ve ne, bi rêya evînê, û bi wan mirov heyînê ji bo zanînê vekolîn dike.

Û pevxurîna žaristanî a ku mirovê zanyar afirandibû,gerentiyê dida  berdewabûna jiyana rast, ji zanîna wî bi alavan pižtî zehmetiyekê, û bi encamê meraq û xwestina wî, li kelem û astengiyan de derbas dibû bi rêya pevxurîna wî ya berdewam bi hebûnê , û heta ku gîhabû nirxên rehniyê rastî gelek hewildanan hatibû, û berdewam hember rewrewka binkeftinê ,û mîkroba nezanî, xwebînî û ezeziyê rikberî dikir.

Û bi xwezaya xwe ya mirovî de têgihižtibû meyldariya xwe ji têrbûna tam ta ku ji birçbûna gewdeyî û zayendî azad bibe, û dest bi gerînê li  bažiyan bike, ji vir em dikarin binav bikin ku têgehên devgemkirin û celewkirinê bûn sedemê mezinbûna girêkên hundirî li cem xelkê, û pêkanîna nameya evînê û vekolîna zanînê di heyînê de asteng kirin.

Zanîn ew zangoya ku bin de hemî mirov tevlî dibin, bi rêya wê nakokiyên wanî nijadî, cîgehî, zayendî û bîrdozî kêmtir dibin , dikeve  di berjewendiya çêkirina sazî û yekîtiyên yên ji hemî netewan re derfetekê ji xwežî û cihbûnê  peyda dikir, û bidestxistina pêdiviyan bi jinavbirina birçîbûn, teror, nexwendeyî,û çekên qedexebûyî, û qedexekirina kedxwariyê û bazirganiya bi mirov û pêkanîna xwestekên malbatê žad yê cihbûna deronî diyar dike û nûnertiya astên herî bilind ji rehetiya mirovahiyê dike.

Nameya evînê yê mirovê hižmend mizgîniyê wê dabû bi žaristaniya ramanî, avahî û hunerê ve hatibû diyar kirin, wek rastiya bêsînor û žahid li ser keda zanyar, rastiya bêsînor ewa hebûn e di yekbûna xwe de.

Ji ber ku tewriyên derbiderkirinê rolek e neyînî û bive dilîstin û hevkarbûn bi  mirovahiyê  berve qeyranên ceng û birçîbûnê xirxirandin, bi hatinên serdemên nezanî û têkçûnê.
Û cengên mirovê ezez kaniyên evîn û zanînê bi hevdû re zuha kiribûn, û têgehên tundirewiyê di ol, rêgeh,com ,derdên nijadperestî û liyangirtinê û mîna wan belavbûn, û bûn e destikek çewisandin ji hatinrêzên rewanî û ramanî li cem zanyar de li hebûnê, û li ser mirovahiyê nezaniya giyanî û ramanî zêde kiribûn,  û zêdebû windabûn, tevlîhevbûn û gožegirtinê di tewriyên erdnîgarî û herêmîbûna teng de.

Nasnama mirovê zanyar  a nû  zanîn e , nûnera jiyana nû dike, û destpêka radeya dawiya  derdkižandinê ye û pêbirina azadiyan e, ta bibe zanîn civîndara gižtî ,taku  bin de taybetmendiyên gelan li ser zemîna heyînê de tevlî dibin, di nav de zanyar bi erk û mafê  xwe ve wekhev dibin, bi rêya danîna nimûneya Konfidresiyonê, ji bo pêkanîna bazara aborî a mezintirîn, a bi rêya wê pêkanînên zanyarên berhemdar yekgirtî dibin, ji bo pêkanîna hêz û xwežiyê û xwestekên mirovê bala û afrêner, û vejînkirina bedewbûn, zanist û wêjeyê, ji bo xizmetkirina hebûn û mayîna wê.

Evîn nûnertiya hêza vežartî ,afrêner û ne asayî dike, û kanînên xwe ji wê rêzkirina lihevhatî di hebûnê de bi xwe werdigre, û herwisa xweda diyar dibe, xwedawendê bedew û sermedî,  gorî navê wî yê kevin û naskirî, li dîmenên hebûn û xwežikbûnên wê de û di dabežên sirûžta dilkêž de diyar dibe.

Ji ber vê yekê mirov eger bi çi xwežî û rindiyê hest bike, bi balabûn lê dinêre, ji ber ku evîn žadî û zelaliya henasa mirovahî ye ,yê di xwezaya xwe de meyladarê karê baž û hezkirina azadiyê ye , ji pileya pêbirina mirov ji taybetmendî û žanên yê ku ji sirûžtê wergirtî distîne.

Mirovê zanyar hebûna kiyan, netew û taybetmendiyan di jiyanê de ranake, ji ber ku binema yekbûna hebûnê cûrebûn e, û gelemperîbûna dîtinekê têknabe bi pêwîstî dîtinê li cûrebûn û dewlemendiya heyî a ku zanyar jê gelek pêkanînên xwe werdigre, lêbelê li cem zanyar armanca herî dawî heye yê bi xurtî pêdigre paž wê cûrebûn e û ew hewldana ji bo zanîn û parastina hebûn ye, û liyangirtî nake ji ber ku zanîn bê sînor e, û dibîne li cûrebûna mirovî  di  ol ,kom û nijad de  wek taybetmeniyên ku bi guherîn , serdem , tevlîhevbûna zayend, û bandorbûna cîgehan li ser reftarên koman   ve darizandî ne, û li berdêlan ji   çareserî û ramanên nû digere, û tu carî ji bo wana berz bike nakeve dudiliyê, û her digere û rastî zanyaran tê yên li hemî derên hebûna gižtî de dijîn, hebûna ku  têgihižtina çêkerên sînor, erdnîgarî û qat derbas dike.

Mirovê zanyar nasnama xwe di zanînê de ye, ew di fêrbûna zimên de destikekê dibîne ji bo dan û standinê bi kesên yên di wana de rastiya wî ya nû û sermedî diyar dibe, a banga xizmetkirina heyîn û pêkanîna nameya wê di hezkirinê de dike, li ser olekî an partiyekê an netewekê an xêlekê nasekine, bi rêxistina xwezayî ve bawer e, xwe nake koleyekî kirêgirtî di xizmeta tofekê bi xwe.

Mirovê zanyar žorežger e li ser têgeha partîtiyê û qalibkirinê bi hemû pergalên wê, bi yekîtiyan re ye yên çêdibin ji bo binyadkirina nermbûnê di ramanbûnê de,û bi mirovê ležger û serok bi eynê demê ve bawer e, bi rexneyê baweriyek tam bawer e, û têgehên gotubêj û guftogûyê bicî dike berve pêžvebirina ramanan û gihižtina  tižtê herî baž , evîn û hunerên mirovî yên xizmeta hebûn û ramanbûna zanyarî dikin pîroz dike, û kar dike ji bona wan ji bo rêya pêgirtina zanînê, bi evînê wek rêbazekê ve girêdayî ye, û bi zanebûnê mîna armancek e bi dawî, û bi hebûnê wek hatinrêzekê.

Û evîn ew kargêrîkirina sinc e yê nûnera yekm erkên mirovê zanyar di jiyanê de dike, ji ber ew nûnera netew û hezkirina wî ji jiyanê re dike.

Lidûhevhatinên hêz û tundiyê di mirov de balatir raberî û agehên  xwe fetisandibû, û hîžtibû ku bikuje ji bo ku ziyan û pîsiyên xwe bi dû xwe ve bihêle, di hebûna a dibe penageyekê ji berdewamiya jiyanê re.

Û wisa têgehên wêranî û xerakirina ramanê belav bûn, û bûn e alavekî ji sexetebûna rastiyan û lîstina bi baweriyan ve,û ev kevirbûn hîžt e mirov darjêge , û mûmyabûyî be û nikaribe zanînê têbigihe,û yek ji erkên mirovê zanyar a rasteqîn e ewa jinavbirina hižmendiya tund û tûjiyê ta negihe gendelî,zordarî û ketina di xefkên têgehên teng de yên dijatiya nirxên evîn , zanîn û roniyê dikin.

Zanîn liyangirtinek e bêsînor e ji evîn û bedewiyê re, û nevêtinek e ji kedxwarî û dûrxistinê, û rizgarkirina mirov ji her tižtê ku wî tengav dike an dibe kelem pêž pêvajoka wî ya berepêž bi rêya peyrewîkirina wî bi sinc ve, û bikaranîna wî ji hiž re û karxistina wî ji kanînê re di xizmeta nirxên ku bi hebûnê ve girêdayî, û nirx jêderê xwe ji hogirbûna hiž bi zîzbûn ve ye di nav heyînê de.

Yek ji armancên zanînê li hebûnê de ewa berzbûna hevjiyan, jîrbûna bala û lêborînê di çarçoveya cûrebûna mirovî de, û gežkirina wê bi hevkarî, hezkirin , û  qamkirina jiyanê bi rêya xebat û sazgehê.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark