Ebdilmecît ÞêxoQîrînên bêdengiyê min
Di dil de bilind dibin
Û stêrkên bêdengiyê jî
Di ezmana Nehlestanê de
Hembêz dikin.
Ciwaniya Hêvê
Li hember ciwaniya sûruþta bajar
Û Þahxatuna min
Pir þerm dike.
Hevdîtina pêþerojê
Li ser agirê kizota evînê
Li bajarê min
Li me pîroz be.
Lê tu were !
Serdilka min !
Pêlên derya evîna bajarê te
Sermest dibin.
Biyanistan nabe Efrînistan
Efrîn jî naxwze bibe biyanistan
Kevirên koþeyên xaniyên
Gundê te dilgeþ dibin
Birînên darên zêtunê
Tenê bi destên te derman dibin
Lê tu tenê vegere Þahxatuna min.
Helebistan jî nabe Efrînistan
Hîmên Çiyayê Lêlun, çema Efrînê
Û MEMÊ te
ji tîbûna dîtîna te re
Dimiçe, dinale
Lê tu were!
Were ! Were!
28.08.2021