Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çendî pêdiviya me bi bijîjkên wek Dr. Ciwan Hemê heye

 


Konê Reþ

  Piþtî ku min navê Dr. Ciwan Hemê ji xelkên Qamiþlo û pensberên Efrînê bihîst ku ew wek texrorekî kurd ji Swêdê hatiye û xwe ji rehetkirin û çareseriya birîndarên kurd re ku di þerên Daiþ û hêzên tarî de birîndar dibin, vala kiriye..
  Min xwest bêtir wî nas bikim.. Erê.. piþtî ku min da ser þopa wî, min naskir ku ew ji gunekî ji gundên Beriya Mêrdînê ye, kurê welatparêzekî kurd e, xwendina xwe di bijîjkiyê de, bi pileyeke zor baþ standiye û ji çend salan ve jiyana xwe li Swêdê derbas dike..


  Belê piþtî êrîþên Daiþ û hêzên tarî ku malwêranî anîn ser herêmên Kurdan, Dr. Ciwan Hemê, Swêd li piþt xwe hiþt û vegeriya nav welatiyên xwe Qamiþlo.. ji erkê xwe dît ku, di wiha rewþ de li kêleka welatiyên xwe be û birîndarên wan bi zanîbûna xwe derman bike..
  Di encam de, di germbûna þerê Daiþ û hevalbendên tirkan de wî rojên zor dijwar derbas kirin; li kêleka þervanên Efrîn, Kobanî û piraniya cihên ku þer li wan li dar bû, amade bû û bi sedan û hezaran operasyon ji birîndaran re çêkirin.. Vajî wî, bi dehan ji bijîjkên me çûn Baþûr û Bakurî Kurdistanê û Ewropa.. Ew rûmet û deyaxa Dr. Ciwan Hemê li cem wan nebû ku di nav welatiyên xwe de bimînin û roja îro, gelek bijîjkên xerîb ketine þûna wan de..
  Di vê derbarê de, Dr. Ciwan Hemê ew çend bijîjkên Kurd yên pêþeng anîn bîra min: Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza yê ku navê wî tucarî nayê jibîrkirin.. Ew ji bijîjkên pêþî bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.. Di wî heyamî dûr de Dr. Nafiz xwe li nav xelkê Cizîrê girt û bi hezaran ji xizan û belengazan, ji destê nexweþîyên wek: Sorik, Xwirî, Tîfoîd, Melarya û êþa zirav parastin.. Her roj bi dehan zikqelaþtin ji nexweþan re çêdikir, tevî ku zikqelaþtin ne ji karê wî yê bijîjkî bû, belê ji neçarî bi wî karî jî radibû.. û destê wî ji welatiyên Cizîrê nebû ku careke din vegere Þamê û di kilînîka xwe de li taxa Ernûs bimîne..
  Di pey wî re, du bijîjkên din serê xwe di nav xelkên Cizîrê de bilind kirin, wan jî da ser þopa Dr. Nafiz.. Ew jî ev bûn:  Dr. Qasim Miqdad Cemîl paþa Diyarbekirî (di 13.10.1992an de li Qamiþlo çûye ber dilovanîya Xwedê) û Dr. Dara Arif Beg Abbas bû. Van her sê doktoran, tev hêza xwe berdan ser saxlemî û rehetkirina can û bedenên xelkê Cizîrê bi tev nijad û netewên ku tê de dijîn, ji Kurd, Ereb, Ermen û Siryan ve.
  Roja îro, ez Dr. Ciwan Hemê wek nimûneyekê ji wan doktoran dibînim.. Ne ku min Dr. Ciwan tenê wk texrorekî bi rûmet û welathez naskir, belê ew di warê mirovahî û mirovheziyê de jî xwedî wijdan û bawerî dît.. Berî salekê di gerimbûna þerê Ermniya û Ezirbêcaniyan de wî ji Ermeniyan xwest ku wek textorekî Kurd here Ermenistanê li kêleka þervanên Ermeniyan bisekine û birîndarên wan derman bike.. Piþtî ku Ermeniyan daxwaza wî di nav xwe de giftûgo kirin, spasnameyek gerim jê re þandin..
  Hem jî, Dr. Ciwan ne dûrî tore û wêjeyê ye.. Di piraniya çalakiyên rewþenbîrî û wêjeyî de amade dibe û baþ bi zimanê Erebî dinivîdîne, bi hêvî me ku wiha jî, bi zimanê kurdî jî binivîsîne.. Her wiha ew bi zimanê Înglîzî û Fransî baþ baþ zane.. Dawî dibêjim; Çendî pêdiviya me bi bijîjkên wek Dr. Ciwan Hemê heye.. Xwedê kesên wek wî di nav me de pir bike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark