Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: nerîna mamosta Ismaîl omer û mamosta Nisrîn Têlo li ser rojnemegeriya kurdî

 


Di berdewamiya wan hevpeyvînên ku Girûpa dêrik ya çanda kurdî kirine bi çend siyasetmedar û nivîskarên beþdarî di ahinga gundê Elî Bedranê bi helkefta roja rojnemegeriya kurdî kiribûn. hûn û van herdû nerînan:
 
Nêrîna mamosta Ismail Omer
Serokê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê ( Yekîtî)


- rojnamegeriya kurdî nikarê bi dewrekî bi lehîzê ji ber tengaya çê dibê, desthilatdariya Sûriyê tengayê dikê û destên xwe li qirika xelkê dijdînê û herweha destên xwe li qirika gotinê jî dijdînê . ew azadî ji bo peyvê tuneye, serbestî ji bûna derbirrînê tuneye . rojnamegeriya kurdî ew jî alozî û astengên wê girêdayîne bi aloziyên dîmograsiyetê bigiþtî di hundirê welêt de, wê bi rola xwe ranebê û cihê xwe negirê ta ku berxwedan û xebata dîmoqrasî pêþnekevê di Sûriyê de
Tiþta ku mirov hêvî dike, ewe ku rojnamegeriya kurdî û kesên ku têde di xebitin û kardikin, ku karibin bi rengekî rast û durist êþa miletê me derbirrin, hevrikî û nakokiyên kesayetî nemînin û wan ji navbirê rakin . karibin deng û rengekê pak û xweþik li ser rewþa miletê me, li ser doza miletê me, li ser pêþeroj û hêviyên miletê me bidin û bigihînin xelkê .

Nêrîn mamosta Nisrîn Têlo 
 
pêþî pirr xweþe ku em aniha þahiyê bi roja rojnamegeriya kurdî dikin, pir tiþtekî baþ û hêja ye wilo, lê ev tiþt ne meselake ku em bes çalakiyekî bi vî rengî bikin , divê em bi cediyet li ser mesela rojnamegeriyê rawestin û lê binêrin . wek çê…. em hineka, xortin wilo xwe valebikin ji vî karî re û pê rabin, ji bo xatirê Govarên me yan Belavokên me bi rengekî rêk û pêk derkevin, yan tiþtên ku em bi xwazin bi nivîsînin bi rengekî berdewam derkevin, rojane bin, her în derkevin, mihane bin, salane bin, em bi zanin çilo derdikevin, bi rengekî sîstemî bin, ne wilo serberedayî û tevilhevî tê de hebe. Ev yek, ez di xwazim yek yek partiyên me tev li wê yekê xwedî derkevin, vegerin û lê binêrin, hinek xort helbijêrin yên ku vê yekê li cem xwe di bînin û di Karin vî karî bi xwe ve bigirin .
Ez di xwazim wilo bi gelek cediyet lê binêrim, ji ber bi teybetî aniha rojnamegeriya Elektronî ez li ser radwestim, ji ber ya herî peyda di nav destan deye îro û ya herî erzan jî dîsanê ewe, lê bes divê em li wan bigerin, ewên ku tektîka gotinê nasbikin û bi Karin gotina xwe bi gihînin, ew gotin berê xwe bide û cihê xwe jî bigire, rayên xwe berde û bi karibe tiþtekî li pêþiya xwe veke .
Eger em gotinan bi hijmêrin, yan em helbest û çîrokan bêjin, hingî emê dîsanê xwe bi cûn .
Ev yeke ne ma me divê û em di xwazin xwe ji vê çandê dûrbikin, û ji me re ne ma êdî lazime ….bese …..
Em dixwazin eger hevgirtinek jî di nav rojnamevanên me de hebe wê tiþtekî baþbe, wek mafekî, anko mafek hebe, wek mafragirtin û mafparastinekî, mafê çapkirinê jî hebe, bi izna xwedê wê ev yek jî çêbibe, aniha tiþta ku em di nivîsînin, ez bala xwe didimê  de caran mirov di tirsê ku bîr û ramanên mirov hatine dizîn, yan pêgera (mihwera) çîroka mirov hatiye dizîn…we naskir….!! Ew tê berherkirin, kirasê wê tê guhertin, an jê caran helbest bi xwe jî li cem me tên dizîn, ev tiþt gelekî li cem me çêbûne û çê dibin, ji ber mafê nivîskaran tuneye, mafê çapkirinê nayê parastin.
 bi Erebî jî ew yek divê hebe, ji ber em bêjin û ne hêjin beþek ji rojnamegeriya me, çanda me bi zimanê Erebiye jî, ew yek, ya diduwan, ez di xwazim guhdan û hawildariyek gelek hebe ji zimanê kurdî re, aniha zimanê kurdî yê ku em helbestê yan çîrokê pê di nivîsin, divê gotinên Erebî têde tune bin, ew ziman ji peyvên Erebî valebe, çênabe em jî rabin û ferhengekî ji wan re deyînin, û bi din xuyakirin ew gotin wateya wê eve û ya he ewe, ji bo xatirê ku her yek vegere ji ber xwe ve û lê bigere, ji bo xatirê zimanê xwe xurt bike, divê em tucarî þerim nekin dema ku em bi zimanê kurdî yê þêrîn û xweþik, yê rast û hevgirtî bi axivin, ji ber ku dema em bi zimanekê rast di axivin yên li dora te wilo di nêrin xelas mîna yekê ku di xwazê xwe pêþ xelkê bikê ku ew rewþenbîre, divê ew nêrîn tunebe .
Divê bibê tiþtekê normal û em zimanê xwe yê kurdî bi axivin bi rengekê pak û paqij .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark