Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Rexne: Nīgarkźžiya Nīzar Yūsif di Hźlīna Xewnan de

 


Qado Žêrîn

Helbestvan ew e yê ku bi gotinan, ne bi kamîrayan wêneyê dîmenan dikžîne.
Tu çawa li jiyanê, li der û dora xwe, li dîmenan û li jinê temaže dikî, tu çawa dizanî hewqasî xwežik pesnê tižtan bidî, û wan dîmenan wek wêneyekî bedew, bi tîp û gotinan bikžînî. Belkû helbestvan bi tenê dikare wisa be.
Helbest derbirîna hest û wicdanê mirov e, dema wicdan hest dibe, helbest tê nivîsandin, çimkî helbest neynika derbirîna rasteqîneyê ye, û çimkî ne herkes dikare hestê wicdanê xwe wergerîne, derbibire, û bi helbestiyane binivîse, êdî mirov ji wî kesî/ê re dibêje helbestvan dema bi dilsozane, bi hostayetî û li gor xwestek û kêfxwežiya mirov, binivîse, û mirov navê wê nivîsê bike helbest. Êdî, helbestvanek ji dayik dibe, wê demê helbestvanên mezin tên peyda kirin.


Ezê di vê gotarê de, bi tenê qala aliyê wênekêžiyê di helbestên Nîzar Yûsif de bikim, wate, aliyê wêne, simbol û nehêniyê bikim, ango derbirîna bi rêya wêne, simbol û nehêniyan, çimkî ji bo min, belkû ji bo gelek kesan, eger helbesta nûjen ne bi kamîreya gotinan bê kižandin, ne helbest e. Li gor ez Nîzar Yûsif û helbesta wî dižopînim û dixwînim, ew ji helbestê hez dike, û ji ber ji helbestê hez dike, daye ser pižt û žopa wê. Žop û rêça helbestê jî dijwar e, ne hesan e wek ku hin kes texmîn dikin. Nîzar Yûsif jî vê baž dizane, ji ber wê, eger mirov helbestên wî dixwîne, mirov pižtrast dibe ku rêzê li xwe wek helbestvan digire, û di dûv re rêzê li helbestê digire, bi texmîna min ew mercek sereke ye ji bo nivîsandina helbesta baž, eger ne wiha be, hema çi be wê bi navê helbestê bê nivîsandin, di encamê de helbest bê ast û erzan dibe û xwedî jî nabe helbestvanekî baž û dilsoz.


Bažtirîn destpêk ew e ku em biçin mêvandariya helbesta “Hêlîna Xewnan” a ku pirtûk pê hatiye bi nav kirin.
Hêlîna xewnan :
Heger ji waran nependî bim!
Agir bi dara min werdibe,
Giyan di çepera te de kovan dimîne.
Ku bagera kederan rada ser te,
Bi wêne yên hevbež re bipûnije.
Li biskên xwe yên rûxwerên bipirse.
Li bûyerên bi feneran re, vekole.
Heger xwestek razî nebin!
Êvar di hedanê de te venehewîne!
Hestên te li raserî textê dilê min,
Ê xwe bi dar ve bikin,
Merem ê bîrdankê bi vekelandinê re biarînin.
***    ***    ***
Bi te serwext im,
Çendî tu bifirî,
Li hêlîna dilê min vedigerî.
Çendî firtone keleka te bibin,
Li rawestgeha derya ya min qaf dibî.
Çendî warên strêran bi telesm bin,
Dîsa li razê1 pêsîra min dizîvirî,
Li ser balgehê çipil ê min dipekî.
***    ***    ***
Tu giyanê pênivîsê yî,
Çavkaniya ramanan,
Tu rewa zuhabûna min î.
Çiraya ževên tarî,
Jêdera xeyalan.
Mak a temar ên* hestan,
Tu çîrok û mijarên jiyana minî.
Ti pirtûk têrî wênekêžî yên te nakin,
Desthilatdara li ser textê dilî.
Bi texmîna min, ev helbest bažtirîn nimûne ye ji hemû helbestên pirtûkê re. wate, Nîzar bi zanebûn navê helbestê ji bo navê pirtûkê bijartiye. Helbest tije wêne û simbol e. Emê ji  helbestê qala perçeyekî jê bikin,
Bi te serwext im,
Çendî tu bifirî,
Li hêlîna dilê min vedigerî.
Çendî firtone keleka te bibin,
Li rawestgeha derya ya min qaf dibî.
Çendî warên strêran bi telesm bin,
Dîsa li razê1 pêsîra min dizîvirî,
Li ser balgehê çipil ê min dipekî.
Nîzar rasterast êž û hest û ramana xwe nanivîse, dizane ku gerek helbest bi rêya wêne û simbolan bê nivîsandin, çimkî ew ne gotarê dinivîse, belê helbestê, ji xwe di helbestê de žaž e ku tu yekser û rasterast hestê xwe derbibirî û binivîsî, asta helbestê nizim dibe. Nîzar di evî perçeyê helbestê de dixwaze bêje; tu bi ku ve biçî, tê li min vegerî, lê, ne wisa rasterast dibêje, belê bi helbestî, ango bi žêweyekî din, wate, bi rêya wêne û simbolan. Ji xwe wêne û simbol û xeyalê dûr û dirêj asta helbestê blind dikin.
Em bên ser perçeyê dawî ji helbestê. Nameyek helbestvan heye, bi rêya helbestê radigihîne, mirov nizane bê ka mebesta wî kiye, dilber e? Dê ye? Welat e, keça mirov e? Ew hin maf dide xwendevan ku li gor xwe û bîr û boçûnên xwe žirove bike, û hin jî xwendevan tev li helbestê bike, wate rolekê dide xwendevan daku, bi helbestê re bilive, beždarî helbestê bibe, dibe ku li dawî û di encamê de xwe têde bibîne. Helbestvan wiha nivîsandiye;
Tu giyanê pênivîsê yî,
Çavkaniya ramanan,
Tu rewa zuhabûna min î.
Çiraya ževên tarî,
Jêdera xeyalan.
Mak a temar ên* hestan,
Tu çîrok û mijarên jiyana min î.
Ti pirtûk têrî wênekêžî yên te nakin,
Desthilatdara li ser textê dil î.
Helbest mirov li gelek deveran digerîne, û rastî gelek kaž û newalan tîne, taku mirov dighêje hevoka dawî, mesele piçekî zelal dibe. Di hevoka dawî de, êdî mirov nas dike ku, ji dilbera xwe re wan gotinan dibêje.
Helbestvanê nehêniyan û razan navêje ber xwendevan, wî nelivîne û wî žažomažo neke, lawaz e. divê helbestvan xwendevan matmayî bihêle û wî tev li xirecir û liv û tevgerê bike daku, bi helbesta wî re guncaw bibe, biêže, bijî û rihet bibe. Wate, divê xwendevanê helbestê bibêje; helbest ji min re, belkû li ser min hatiye nivîsandin. Ango ne tenê xwe têde bibîne, xwe wek giyan û egera nivîsandina helbestê bibîne.
Eger em ji pirtûkê, wek nimûne, hin helbestan bibijêrin û li ser wan rawestin, mîna: Gemiyên bi kun(62), Bac ên cengê(70), Du lib Hejîr(96), Çûk ê bê hêlîn im(103), Derya ževê bê kinar e(111), û gelek helbestên din, emê bibînin ku hemû bi wênekêžî û simbolîkî hatine nivîsandin. Çiqasî navnîžana helbestan zelal û rasterast bin jî, lê helbest ne wisa ne, wek ku helbestvan dixwaze mijar û naveroka helbestan zelal bike, lê ku mirov tê helbestê dixwîne, ne wisa ye, bi wêne û simbol û nehêniyan qala mijarê dike.
Eger wek nimûne, lê hema hema hemû helbest bi eynî žêweyî hatine nivîsandin. Wate, bi wêne, simbol û nehêniyan, mîna helbesta;
Derya ževê bê kinar e
Ξev derya ževê bê kinar e.
Bi dengvedana zengilê dengê te re,
Hevjal ên periyan dižêlin.
Di herîkandina meya çavên te re,
Pêlên Feražînê dibarin.
Bayê dilovaniya min bibe!
Hinek ji rengên gerdenê,
Bi henaseyan re bide kelbûnê.
Avgeh a gulan bifûrîne.
Rêwî me li dožava sor dihizir im.
Li hembêzeke bi peyar,
Bi keder im.
Bi hêzek nîvižkand di ajo,
Rêka temen hîviyên nîvser dižopîne,
Li pêrgî te nayê,
Dest ji sîbera te nagirin,
Lewma xewnên me binavî ne.
Ji ber helbest žirove nabe daku, asta wê neçe, lê çimkî helbest e, nabe wiha bê nivîsandin, îžev žev dirêje, bê pêžî û dawî ye, lê dema dengê wê hat min, ez kêfxwež bûm, tama hunggiv niqutî ser lêvên min, û me ževek xwe derbas kir. Ev sê çar hevok ne helbest in, lê hin mirov dikarin li ser wan hevokan helbestan ava bikin, Nîzar jî wisa kiriye, wate, bi wêne û simbol û ne rasterast eynî wan tižtan dibêje, û wiha helbest tê afirandin.
Di helbesta “Mîr ê zimên”(76) de, her kes dizane bê li ser kêye, lê navê wî nabêje, û ya rast wiha ye, çimkî helbest e ne gotar e, wek nimûne, dibêje:
Siružtê kirasê nû,
Bi ser xwe de berda,
Çand xemilî

Zeviya çandê,
Bi sinbilên gež tewandî
Bênderan verêj rijandin.
Bi hesanî mirov dizane ku mebesta wî Mîr Celadet Bedirxan e, lê wî bi nav nekiriye û navê wî jî di helbestê de tune, lê mirov bi xwe fam dike ku helbest li ser wî ye, pesnê wî, xebata wî ya ji bo ziman dide, û xizmeta ji ziman re kiriye, kovarên derxistine, hemû ji bo parastina zimanê kurdî ye, lê helbestvan bi žêweyê helbestan e van xalan derdibire, ne rasterast pesnê Mîr Celadet û xebata wî ya di ber ziman de dide, û wiha helbest tê der û derbirîn.
Ferq û cudahiya di navbera helbesta kilasîk û ya nûjen de ew e ku, ya kilasîk rasterast û li hev anîn e, mûzîka xwe ji terazû û ji li hev anînê distîne, belkû ya nûjen ji wêne, simbol û mûzîka hundirîn distîne, ango dema hevok li hev hatî û xwežik bin, tije wêne û simbol bin, mûzîkê distîne. Bi texmîna min, Nîzar hewl daye wê yekê bike.
Li dawî, ne hema ku gotin û hevokan durvê helbesta nû stand, bû helbesta nûjen, na û sed carî na. Nivîsandina helbesta nûjen bi gelekî ji ya kilasîk zor û dijwartir e.
12/07/2021
www.qadoserin.com

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark