Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

PDPKS li Dîmeþqê jî 50 saliya xwe bi bîr anî

 


  Amadekar:Evdo Osman

Di çarçevoya ahengên 50saliya  damezrandina Partiya Demukrata Pêþverûya Kurd li Sûriyê de, PDPKSê di roja  23.6.2007an de  li paytexta Sûriyê li Dîmeþqê jî ahengek li darxist.
Di ahenga Dîmeþqê de kesayetiyên siyasî, bîrwer û rewþenbîr yên Ereb û sekreterên Partiyan jî amede bibûn


ji wan bîrwer, nivîskar û endamê komîta mafên mirovan Dr. Hisên Ewdat û Akadîmî, bîrwer û yek ji çalakvanên komîtên vejandina civaka sivîl mamoste Cad Elkerîm Cîba,î û Yûsif Fêsel Sekreterê Partiya komonista Sûriyê û bi dehan rewþenbîr û bîrwer amede bibûn.
Di despêka ahengê de sekreterê gîþtî yê PDPKS mamoste Ebdulhemîd Derwîþ gotinek pêþkeþ kir û tê de pêþwaziyeke germ li mêvanan kir, herweha di gotinê de kêfxweþiya xwe li ser hatina mêvamên destnîþan kir.
Di piþt re mamoste Cad Elkerîm Cîba,î gotineke kurt pêþkeþ kir û tê de got: “di 50emîn salvegera damezrandina  Partiya DPKSê de ez pîrozbahiya germ  li  mamoste Hemîd Derwîþ û li tevahiya Endamên partiya DPKSê  dikim"  di berdewamiya axaftina xwe de Cîba,î  got: " ez vê partiyê baþ nas dikim ku canekî wê yê niþtîmanî heye û ev partî niwênertiya beþekî girin ji hêzên siyasî yên Sûriyê dike û ew bi dilsozî ji bo ava kirina civakeke sivîl û pêkanîna demukrasiyê xebata xwe dike ".
Pîþt re mamoste Yûsif Fêsel gotine xwe pêþkeþ kir Fêsel got: " min nikarîbû ku ez neyêm vê ahengê ji ber ev aheng ahenga birayê min yê birêz Hemîd Derwîþe" , herweha got: " ev 54 salin ku mamoste Hemîd Cîranê mine û dema ku ew li Dîmeþqê jî bû em cîranên hevbûn ".
Di dawiya gotinan de Dr. Hisên Ewat gotina xwe pêþkeþ kir û got: " heta salên dawiyê jî zanîna min li ser pirsgirêka Kurdî tunebû û ez pirsiyar dikim ku çawa Kurdan di dîrokê de nikarîbûn bibin yek netew û dewleteke xwe ava bikin û ev yek ta niha jî cîhê netêgihîþtina mine " . di berdewamiya axaftina xwe de Ewdat got: " di van salên dawiyê de ez gihîþtim wê zanînê ku xebat ji bo pisgirêka Kurdî ne kêmtire ji xebata ji bo pirsgirêka Erebî û çê nabe netwek ji bo mafên xwe bixebite û li ser mafên netewên din jî bê deng bimîne û bi taybet ku ew netew cîran û hevpeymanekî dîrokî be " ) di vir de beþdaran çepik lêdan ). Herweha Ewdat got: " ji ber vê yê divê sedemên veþartî yên neçareserkirina vê pisgirêkê hebin, çima Kurdan dewleta xwe ava ne kir, çima Kurd ketin jêr îradeya netewên din de " , Ewdaty berdewam kir û got: "  dema ku ez ji bo vê ahengê hatin vexwandin û bi tevî ku rewþeke mine tendurustiye taybet heye min dît ku çawa jina min ) kulfeta min(  bidilgermî dexwest ku ez amede bibim û ew jî ji ber ku di van demên dawiyê de te ) berê gotina xwe da mamoste Hemîd Derwîþ ( te em gîhandin wê baweriyê ku mafên Kurdan hene û divê xebat ji bo bidestxistina wan mafan bê kirin  û te m gîhandin wê baweriyê ku xebat ji bo mafên Kurdan ne kêmtire ji xebata ji bo mafên Ereban, di dawiyê de hêviya min ku Kurd hêviya xwe pêk bînin herweha hêviya min ku em bi hev re ji bo mafên gelê Kurd xebatê bikin " .
Ji aliyekî din ve Di nava ahengê de ahengeke mûzîkî ji aliyê koma mûzîkê  ya Sulav ve hat pêþkeþ kirin, Sulav çend parçeyên mûzîka Kurdî ji beþdarvanan re pêþkeþ kir û ew jî bû cîhê dilxweþiya beþdarvanan.







 


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark