Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serhildana Dersîmê û komkujiya Tirkan

 


Keyhan Mihemedînijad

Serkutkariyên li pey hev ku kemalîstan bi ser Kurdan de anîne çi carî nayêne jibîrkirin û herwisa şoreşên ku li dijî wan serkutkariyane jî hebûne û bi tundî û bi hemû hêzekê ve li dijî zordariyê sekînandine û nabe ev jî bêne jibîrkirin.
Piştî serhildana Agiriyê, Kemalîstan li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê serkutkariyên xwe her berdewam kirin.
Çend Kurd, çendsed Kurd, çend hezar Kurd piştî şoreşa Agiriyê li warên xwe hatine dûrxistin? Gelo bilî serhildana Agiriyê çi serhildanê din jî hebûn? Gelo çima Tirkan serhildana Dersîmê û komkujiya Kurdên wê deverê vedişêre? Ev hemû pirsiyarane hene ku divê bêne bersivdan!


Dewleta Tirkiyê di sala 1934an de, general Ken`an Paşa yê Fermandê Spaha Çarem ya Diyarbekirê bo Şirnaxê bi rê kir, ku li vir bi mebesta jinavbirina serhildanên Kurdan hatibû şandin. Spaha Tirkiyê bi fermana General Ken`an, nêzî 5 rojan pişt serê hev çiya û gundên Kurdan li devera Şirnaxê topbaran kir û wî her bi wê mebestê xelkeke zêde ber bi deverên din ên Tirkiyê ve dûr xist û û her wî generalî li sala 1934 û 1935an de bo çavtirsandina Kurdan dest avêt bi îdamkirina sedan lawên Kurd.
Lê bo vêdebirina vê perdeyê û derxistina heqîqetê, divê em basa şoreşa Dersîmê ya sala 1937an bi serokatiya Seyîd Riza Dersîm bikin, ku desthilata Tirkiyê şiyana veşartina wê serhildanê nebû.

Dewleta Tirkiyê di sala 1937an de yasayek pejirand ku gelek desthilat di wê yasayê de hatibûne pejirandin. Wê yasayê tev demûdezgehê navxweyî desthiladar kiribûn û fermandên leşkerî kirin bi hikimdarê bajaran û wan hikimdaran desthilata encamadana her tiştekê hebûn, û dadgehên navçeyî dikarîn fermana îdama serbixwe bidin. Bilî zimanê Tirkî, hînbûna tev zimanên din hatibûne qedexekirin, û herwisa xwendina pirtûkên bîhanî û ferhengî jî hatibû qedexekirin, û çend xalên din yên wiha hebûn ku di yasaya sala 1937an de hatibûn.
Lê kesek jî hebû ku li dijî wê yasayê û serkutkariyê bisekîne ku divê ew jî bê naskirin, ku ew jî Seyîd Riza Dersîmî ye.
Seyîd Riza jidayîkbûyê Dersîm û kurê Seyîd Îbrahîm e, û bavê wî Serokê eşîreta “Hesnane” ku li rojavayê Dersîmê dijiyan. Seyîd Îbrahîm li gundê Derî Ahrî dijiya û kesekî xuya bû û desthilateke berfireh di nav xelkê xwe de hebû.
Seyîd Riza li cem zanayê olî, ên wekî “Mihemed Elî Eferndî” dersa olî xwendiye û wî mamosteyê bandoreke baş li ser hişyarkirina Seyîd Riza di warê neteweyatî de hebûye.
Seyîd Riza piştî mirina bavê xwe û li ser wesiyeta bavê xwe dibe cihgirê bavê xwe û li gundê Agdad a di bin çiyayê Tucîk de cihgir dibe. Seyîd Riza kesekî dilovan û rûxweş bûye û heta wî piştî şoreşa Şêx Seîd ya sala 1935an gelek alîkarî da wan Kurdên avare.
Li sala 1936an Spaha Tirkiyê bi eşkere komek binkeyên leşkerî di deverên sereke yên Dersîmê de ava kirin.
Seyîd Riza rêber û serokê Kurdan bo wê karê Spaha Tirkiyê di sala 1936an de digel General “Ebdullah Alp Doxan”, Serokê Candirmexaneya Xarpêtê dikeve nav danûstandinan. Seyîd Riza di dema civînkirinê de mebesta şerxwazane ya dewleta Tirkiyê bo derdikeve û her bi wê mebestê jî Dr. Nûrî Dersîm bi mebesta têgihandina raya giştî ya cîhanê li vê meseleyê bo Ewropayê dişîne.
Piştî wê hevdîtinê General Ebdullah Alp Doxan, daxuyaniyekê belav dike û daxwazê ji tev serokeşîretên Kurdan dike ku pêka rêjeya hejmara wan, divê ew 200 hezar çekan teslîmê dewletê bikin û di heman demê de jî birêveberên dezgehên ewlehî yên Tirkiyê  bi afirandina fitneyan serokeşîreyên Kurdan li dijî hev han didan.
Seyîd Riza jî daxwazê li General Ebdullah Alp Doxan dike, ku wê daxuyaniya teslîmkirina çekan hilûşîne û herwisa daxwazê jê dike ku demûdezgehekê wisa di navçeyê de ava bike ku mafê netewayetî ya xelkê Kurd dabîn bike.
Dewleta Tirkiyê zû bertek nîşan da û çend hêzên polîsî bo Dersîmê dişîne û di heman demê de yekeya Spaha Nehem li sînorên Dersîmê cihgîr dike.
Rojane balafirên Tirk bo çavdêrîkirin li ser vê deverê difirin û eva jî dibe sedema kerb û kîna xelkê Kurd û di wan deveran de şer û pevçûneke sivik rû da û nêzî demsala zivistanê bû û sir bo sedema wê şer û pevçûnê, lê Dersîm her di bin dorpêçan de bû.
Dema ku Bihara sala 1937an hat û befr li çiyan nema, kiryarên leşkerî yên Tirkiyê dîsan hatine destpêkirin, û candirmeyên Tirkiyê bi hêceta çekkirina eşîretan dikevtine nav xelkê û ew binçav dikirin, û her bi wê kiryarên qirêj ên Spaha Tirkiyê, dîsan şer û pevçûn dest pêdike û bi taybet li devera Melazge roj bi roj şer û pevçûn zêde dibû.
Li Bihara heman salê kurekî Seyîd Riza yê bi navê Barîbirahîm bi fermana bavê xwe diçe cem Tirkan û li fermandê deverê daxwaz dike ku dawî bi wê kiriyarên leşkerî bînin û vê yekê bi danûstandin çareser bikin, di dema Zivirînê de rastî boseya efserên Tirkan ku bi alîkariya hin Kurdên xwefiroş bo wî danîbûn, dikujin.
Seyîd Riza bi bîhîstina vê nûçeya tal dest avêt bi dorpêçkirina devera di bin desthilata Tirkan de.
Êdî şer bi serokayetiya Seyîd Riza li dijî serkutkariya Tirkan dest pêkir. Tirkan bi lezgînî hêzeke mezin di devera sînorî ya cihê serhildanê de cihgir kir. Hêzên Tirkiyê pêk hatibû ji 7 Spah, melbenda serkirdayetiya wan hêzan li Diyarbekirê bû, lê yekeya wan hêzan li Orfa, Sîrt, Wan û Xarpêtê û nêzî Edanayê  jî Spaha Şeşem belav bû. Eva jî bi wê mebestê bû ku rê ji serhildan Seyîd Riza bigrin û nehêlin ber bi başûr ve herin.
Êrîşa sereke ya Spaha Tirkiyê bo ser şervanên Kurdan dest pêkir û bi balafiran jî piştevaniya hêza bejayî dihate kirin û heta bo yekem car zirêpoşên şer bi kar anîn.
Seyîd Riza tevî şerkirin li dijî dagîrkeran pêwendiyê jî bi General Alp Doxan ve digre û di nameyekê de jêre dibêje ku hekî rêz ji mafê netewayetiya Kurd bigre û bikujên kurê wî bidine dadgehê, ew amade ye ku tev efser û serbazên ku dîl hatinî girtin û çek û teqemeniyên ku dest bi ser da hatinî girtin, bide dewleta Tirkiyê. Lê General Alp Doxan daxwaza teslîmkirina 80 hezar tifengan dike, êdî ev tişte ser nagire û şer dîsan dest pêdike.
Di arşîva Birîtaniya de nameyek Seyîd Riza tê dîtin ku wê demê bi hûrdî daxwaza alîkariyê ji wî welatî dike, lê ew welat ti alîkariyekê nade û bê deng dibe.
Deqa nameya Seîd Riza wiha ye:
“Çendîn sal e ku dewleta Tirkan hewil dide netewa Kurd bihelîne û herwisa gelê Kurd serkut bike, çapemenî, belavok û zimanê Kurdî qedexe kiriye û her kesek bi zimanê zikmakî ê xwe biaxive digre û azar û îşkence dide û ji rêya koçperkirina bizorê û pilandar ve xelkê deverên bi bereket yên Kurdistanê bo deverên hişk û bê av ên Anadolê veduguhazîne, û her li wir jî koçber deste bi deste ji nav diçin û dimrin û di wê dawiyê de dewleta Tirkiyê dixwaze bê devera Dersîmê, ku li siya bereketa rêkevtinekê digel dewletê de heta niha ji wê azar û îşkenceyê dûr bûye. Îcar xelkê biryar daye da ku li hember wê kiryara Tirkiyê û li rêyên dûr û dirêj û di haletê koçberiyê de bimrin, bi merema berevanîkirin li xwe çek bi dest girtine, her wekî çawa di sala 1930an de li Agirî û dolên Zîlan û Bayezîdê de jî wisa kirin. Eva sê meh e bi giştî şereke giran di devera min de qiyametê diafirîne. Tevê vê ku ev şere bi awayê yeksanî û beramberî nayê kirin, dewletê penah biriye ber bi balafirên bombavêj û bombeyên şewatêner û gazên festisînî. Her lewma jî min û welatiyên min, hewlên hêzên Tirkiyê têk daye. Balafirên Tirk nikarine me û di hember tolhildana me de gundan bombebaran dikin û dişewitînin û jin û zarokên piçûk û bê desthilat dikujin. Hikûmeta Tirkiyê toleya şikestên xwe bi vî awayî ji hemû gelê Kurdistanê hildide. Girtîgeh tejî bûne ji xelkên bêtawan yên Kurd. Xwendekaran bi reşaşn dikujin yan jî îdam dikin, yan jî bo deverên dûr yên Tirkiyê vediguhezînin. Ew sê milyon Kurdên ku di nîştimana xwe de rûniştî ne hêvîxwaza ti tiştekê nînin, bilî jiyana bi xweşî û şadî, aştî, azadî û parastina dab û nerît, ziman, rewşenbîrî û şaristaniyeta xwe ne û em rû ji cinabê te dikin û daxwazê ji cinabê te dikin ku bi dawîanîn wê bêdadiyê desthilata exlaqî û bilndî ya welatê xwe bo parastina netewa Kurd bi kar bîne”.
Fermandeyê Giştî yê Dersîmê
Seyîd Riza

Desthilata Elî Şêr û kuştina wî
Elî Şêr kesekî qehriman û zana bû û wî xerîteya şer dadirêt û ew jî wekî Seyîd Riza ji eşîreta Hesnan bû. Li sala 1937an Elî Şêr bandoreke baş li ser şerê dijî dagîrkeriyê hebû û wî bi nivîsîna helbestên şoreşvanî û darêtina xerîteya şer ruheke nû didia şervanên Kurd. Li meha 6ê 1937an, Seyîd Riza daxwazê ji Elî Şêr dike ku bi mebesta rêgirtin ji xwînriştina zêdetir, here bo Îran yan jî Îraqê, heta karekî wisa bike ku Feranse yan Birîtaniya hawara wan de bên û nehêlin xwîneke zêde birije.
Lê şeva ku bi rê bikeve bi handan General Alp Doxan di işkevta Egdat de bi destê hin ji xwefiroşan tê kuştin û mirina Elî Şêr ziyaneke mezin û dilêş bo şoreşa Kurd bû.

Dawiya şer û encama wê
Li dawiya meha 6ê 1937an tev xelkê Enqereyê ji vê yekê alxahîn bûn ku şoreşa Dersîmê bi teslîmbûna şoreşvanan li 24-6-1937an dawî pê hatiye.
Çi zaniyariyek li derheq çawaniya operasiyonan ji ber dest nîne, lê navendên siyasî yên Rojavayî li ser wê baweriyê ne ku balafir û candirmeyên Tirkan rastî ziyaneke zêde hatine.
Pêka belgeyên Birîtanî derkevtiye ku şer di sala 1937an de dawî pê nehatiye û şoreş û şer her berdewam e û General Alp Doxan di wê salê de nekariye dawiyê bi şer bîne û sala piştê wê bi serkutkirin dawiyê bi şer tîne.
Serkutkariya Tirkan ya wê salê gelek tund bûye û gundên wê deverê û hasila xelkê dişewitînin û li dola Îskor de hezaran jin û zarok ku bi sedema dokelê penah biribûn ber bi işkevtan ve, li vir  jî hêzên Tirkan ber deriyê işkevtan agir hildikin û bi sedema dokelê ev der dibe goristana jin û zarokên Kurdan. Kurek Seyîd Riza jî di wî şerî de bi sedema bombebaranê canê xwe ji dest dide.
Binçavkirina Seyîd Riza
Pêka hin çavkaniyan, Waliyê Erzencanê di destpêka Îlona 1937an de radigehîne ku dewletê biryar daye daxwazkariyên Kurdan cî bi cî bike û agirbestê radigihîne.
Seyîd Riza jî baweriyê bi wan sozên direw yên Tirkan dike û bi merema civînkirin digel Walî, diçe Erzencanê û li vir di 5-9-1937an de tê girtin.
Dîsan Tirkiye wê serhildanê girêdayê dewletên bîhanî dizane û wan bi wê tohmetê tawanbar dike û Seyîd Riza piştî 4 rojan dadgehîkirin 14-11-1937an de digel 10 kesên din ji serkirdeyên Kurd bi cezaya îdamê mehkûm dikin û li 18-11 de wan bi nemirovane îdam dike.
Lê piştî vê ku wan îdam bikin Seyîd Riza derfetê peyda dike û çend gotinên binirx dibêje û ev jî wiha ne:
Temenê min giha bi 75 saliyê, ezê herime nav refên şehîdên din ên Kurdistanê, Dersîm rastî şikestê hat, lê Kurd û Kurdistan dimîne, ciwanên Kurdistanê dê toleya me hildin, nifret ji xaînên sitemkar.
Û herwisa gotiye: “Min ji fêlbazî û hîleyên we fêm nekir û ev ji min re bû derd. Lê min jî li hember we çok neda erdê, bila ev jî we re bibe derd.
Cardin bêdengiyê tev Kurdistan ji xwe ve girt. Şervan û xebatkarên Kurd di heyama wan 20 salên avabûna dewleta Tirkiyê de gelek fedakarî û qehrimaniyetî afirandin li sala 1920an heta 1937an hekî em rewîna Îhsan Nûrî Paşa lê bînine derê heta bo carekê jî wan serê xwe bo dujminan netewand û tev serkirdeyên Kurd yên wê demê yan bi îdamkirinê yan jî li meydana şer de canê xwe goriyê axa welatê xwe kirin.
Xebatkarên Kurdên Bakurê Kurdistanê ku bilî vê ku pişta xwe bi çi welat û bi çi kesekê re girê nedabûn, di tev serhildanan de qehrimaniyetiyên mezin afirandin. Îro rojê ew rêberên Kurd bûne mînakek bo me û em jî rêvîngên rêya wan in û heta navê wan hebe emê dê li ser rêbaza wan berdewam bin û heta gihîştin bi armancên wan ku rizgarkirina Kurdistana mezin e, em jî wê rêyê ber nadin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark