Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tehran Yan Tilavîv, Di Kîjan Baskî De Şer Germ Dibe?

 


Serbest Urmiye

Demek e ku qala hegera serhildana şer di navbera Îran û Îsraîlê de germ e. Nemaze piştî êrîşa meha borî ya Îsraîlê bo ser navenda lêkolîn û berhemanîna enrjiya navikî ya Netenz a Îranê. Helbet êrîşa han destpêka pirsgirêk û aloziyên di navbera her du aliyan de nine û dawiya arîşeyan jî nabe.
Di rastî de ya ku vê dawiyê  pitir dewleta Îsraîlê hay dide meydana şer, metirsiya hilgirtina kirîzên aborî  ye li ser Îranê û valakirbûna destê rejîma Îranê di herêmê  de xurtkirina destek û taqimên şerajo yên girêdayî bi sipah a Quds a Îranê ve ye. Lewma arteşa Îsraîlê serbarê vê çendê ku îd`ia dikin ku hewil didin bi êrîşên xwe bo ser bingehên leşlikrî û cibilxaneyên sipaha Quds di nava axa Sûriyê de, pêşiya şer bigirin, lê dîsan jî pilanên heger  serhilana şer tevî Îranê jî dişopînin.


Di vî şerî de!
Heke li gor gefên ku her du aliyên şer wate rejîma Îran bo nehêştina Îsraîlê ser xarîteya cîhanê û Îsrayîl hiloşandina rejîma Îranê ji hev dikin, şerek biqewime,  aliyên şer dê çawan li ber hev bidin?

Aliyê Îsraîlê ku hevalbendekî bihez ê Emerîkayê ye di rojhilata navîn de û ji bilî bihêzbûnê di warê teknolojiya şer de,  pişta xwe daye piştevaniya madî û teknîkî ya Emerîkayê û hevalbendên wê di herêmê de. Bi xasmanî ku di sala borî de arîşeyên xwe bi hin dewletên Ereb ên herêmê - ku piranî rejîma Îranê weke gef li ser tenahiya xwe û herêmê mpêpze dikin- re bi davî anîn û pireke aborî jî  di navbera xwe û hijmarek ji wan re ava kir.
Di aliyeke din vey a ku heya niha hatiye mêze kirin, dewleta Emerîkayê, heta   di dema serokatiya Obama de jî ku  bi rejîma Îranê re lihevhatin wajo kir, amade nebî bi mercên Îranê yên li dijî Îsraîlê razî be û Îsrayîl bi teknolojiya dije mûşekî bi hêz kir.  Di heyamê serokatiya “Donald Trump” jî derbasî nava “CENTCOM”ê hate kirin.
Niha di hegera serhildana şer tevî rejîma Îranê de “CENTCOM”,  wate navenda fermandariya rojhilata navîn, rojhilatê Efrîqayê û  herêma Asiaya navîn, ya  arteşa Emerîkayê ,mafê vê çendê dide خsraîlê ku hewcehî û alîkariyên xwe yên leşkirî û evlekariyê, him ji hêzên Emerîkayê yên li herêmê de û him jî ji hevalbendên wê, dabîn bike.

Aliyê din yê meydanê rejîma Îranê ye ku piştî hiloşîna rejîma Be`s  li Îraqê û serhildana biaha Erebî li Sûriyê, derfeteke zêdetir peyda kir ku xwe nêzêk sînorên خsraîlê bi cih bike. Bi awayekê ku mirov dikare bêje her çar kinar jê girtin. Lê sitiratejiya Îranê di vî şerî balkeş e.
Îran baş ji çendê fêm dike û xwe ceribandiye jî ku ji aliyê teknolojiya şer ve, nikare li navenda Tehranê hevrikiya teknolojiya şer a خsraîlê bike. Nimêneya herî berçav havêtina mûşên du salên bihorî bû ku hin ji wan axa Îranê jî derbas nekirin. Lewma hewil dide ku agirê şer di welatên cîran ên خsraîlê de geş bike û bi damezirandin, piştevanî kirin û tekûzkirina taqimên şerajo yên girêdayî bi sipaha Quds, teknolojiya xwe ya şer bibe ser yan nêzîk sînorên خsraîlê. Bo vê mebestê jî di hewil daye ku wiha derkeve:

Li Lubnanê:
Weke tê gotin Hizbulah a Lubnanê bedeleke bihêztir dixuye di şerê خsraîlê de. Li gor ku hatiye texmînkirin bi sedema rejîma Îranê  yê bûye xwedî 100 hezar mûşekên dûrhavêj ku dikare di dema serhildana şer de, derbeyeke balkeş ji خsraîlê bide. Di vê derheqê de ʺ Nicholas Blanfordʺ şarezayê pirsa Hizbulahê dibêje ku di hegera serhildana şer di navbera Îsrayîl û Hizbulahê de, Hizbulah dikare derbeyeke mezin ji خsraîlê bide û texmîn tê kirin ku kuştiyên şer ji yşn sala 1948`an pitir bin

Li Sûriyê
Sipaha Quds a rejîma خranê  bi alîkariya Hizbulaha Lubnanê, li ser navê parastina tirba pêşewayên olî yên Şî`e li Sûriyê de  taqima Mudafianê Herem damezirandin  ku pêkhateya vê şî`eyên Îran, Efxanistan, Pakistan, Îraq, Sûriyie û Lubnanê ne. sergêriya vê taqimê navenda leşkirî ya bi nave ʺخmam Hisênʺ Li Tehranê diku ku fermandehiya vê kesek e bi nave Hisên Hemedanî/ li gor gotinên Hemedanî taqima han  di çarcoveya 48 girûpan û 128 desteyan pêk tê ki di Sûriyê de şer dikin û 130 hezar besîcên Îranî jî bi amade hatine kirin ku biçin Sûriyê.

Li Îraqê
Damezirandina taqima Heşd Şe`bî ku yek ji bihêztrîn taqimên çekdar di خraqê de tê hijmar kirin û her wiha tekûzkirina vê taqimê bi mûşekên dûrhavêj û balistîk weke ʺ Fetih 110ʺ, ʺ Zilzalʺ û ʺ Zulfeqarʺ û di heman demê de veguhastina teknolojî, zanizst û hewcehiyên berhemanîna mûşekan bo taqima han, aliyên pirsa şer aloztir dike. Ji aliyeke din ve dana firokeyên bê firokevan bi vê taqimê li خraqê de, gefên mezin ji خsraîlê dike.    

Li Yemenê
Li Yemenê de bi piştevanî û dewlemendkirina cibilxaneyên şer yên taqima Hosî, rejîma Îranê hewil dide ku di hegera serhildana şer de, di çeperê Hosiyan de jî şer li dijî خsraîlê hebe. Her wiha bi dabînkirina keresteyên mûşekan û firokeyên bê firokevan, gefan ji خsraîlê dike. Li gor danezanîna heftînameya ʺNewsweekʺa Emerîkayî, dana firokeyên bê firokevan ên curê ʺ Şahid - 136ʺ dikare ji milê Yemenê ve jî êrîşî خsraîlê bike.

Di rastî de rejîma خranê hewil dide ku di hegera serhildan şer de, hemû herêmê ji şer bialîne û cehnema ku bi xwe tê dikeve, derdor jî tê bikevin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark