Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Beşek ji lîbralîzmê

 


  Idrîs Pîran

Lîbralîzim wek raman bi xwe tê nasîn bi dîmuqrasya azad bi wateya xwey giştî .
û di bandora xweyî ramyarîde di gere li ser azadiya mirov ji her hêlêve çi di warê abûrî û konevanî  (siyasî) û civakî û olî de û ji bilî wanjî . 


  Yanî lîbralîzim bingeheke ji azadiya mirovre bê ku kes bandora xwe li ser wî bi meşîne .
wek rêjîma dewletê yan rewşa civkî a ku swr destiyekê dimeşîne di bîr û baweriyên mirov
de yan serdestiya kilasîkî di nav civaka mirovan de .
Lîbralîzim hemû rengê serdestiyê û sitem kariyê Li ser mirov tine dike .
Tenê wek hevya mirov li ber yasa yê (qanûnê) di ke wek mirovekî azad û serbest ta dawî
Ramanên lîbralîzmê ava bûne liser bingeheke zanyarî bi tenê .
Bê ku ti felsefeyên dî bandora xwe lê bike çi olî be yan wekî din be ji van felsefeyên bûrî ne xasim yên ku li ser beşên  civakê di axivîn .
Lîbralîzim wek raman ne tiştekî nûjine lê berfireh kirina wê di vê demê de bi xurtî tê holê ji ber ku hemû ramanên dîtir berjewendiyên hemû mirovan nikarîbû bi cî banya ne xasim
azadya mirov û ji bilî wê jî diktatoriyet tim peyda di bû çi di warên beşên civaka mirovan de ji hêla abûrî ve yan olî ve yan netewî û konevanî ve û yên dîtir .
Lê ta nuha jî lîbralîzim giştiyeke fermî ji ramangêranre li ser nebûye ew jî tê xwiyanî kirin ji sedema hin aloziyên wê di warê bi karanînê de .
Lewra jî ramangêran dîmuqrasiyet tevlî wê kirin ji bo ew hin alozî kêmtirîn bi bin û ji bilî wê jî nêzî kirineke mezin di nav bera herdwan de heye ta ji hev cuda nabin .
Tenê lîbrlîzim azadiyeke mezin ta dawî ji mirovre di xwaze lewra jî ne ew qasî dûrî dîmuqrasiyetêye û wek bingehekê ji hev nabin û pêdeviyek wan bi hev heye ne xasim di warê rêjîm daryê de û ji bo yasa yê(qanûn) ku bandora xwe bilîze .
û ji ber  ku lîbralîzma pêşverû ( niyo – new – lîbralîzim) doza ava kirina giyanekî azad û rizgarkirî ji mirovre dike ji her hêlêve û bê qeyd û merc ta dawî lewra pêdiviyek dîmuqrasî û konevaniyek civakî pê gerek dibe .
Ji ber ku mirov bi giştî û civaka wan tê neghîştine nêzîkirineke wek hevî di bîr û ramanan de û baweriyek zanyarî bêtirîn ji hev û nêzikirineke abûrî û diristiyeke sinçî (exlaqî)?.
û ne xasim parstina ew kesên ji civaka paşketî di warê abûrî de .
Û ji bo ku mirov karibe jiyaneke bi rûmet û xweştirîn di civakê de bijî .
Lîbralîzim gelek beşên wê hene di karanînê de wek lîbralîzma abûrî an ku girîngtirîne û dgere li ser azad kirina mirov di warê abûrî de bê ku dewlet bandora xwe lê bike û bazar vekirîbin ji mirovre bê ku ti qeyd hebn .
Ji bo ku mirov karibe serkeftineke abûrî bi dest bixe û pêşkeve û ji ber ku mirov bi azadî li berjewendiyên xwe bigere bê guman di keve xizmeta berjewendiyên giştî û wilo jî peyda kirina civakeke qezenckiri di warê fersendên kar û abûrî de ava dike .
Ne wek ku dewlet yan civak destê xwe dixe warê azad kirina mirov û berjewendiyên wî bê guman bi çi rengî be û firebe yan teng be paşketinekê ji mirov û civakêre peyda dike û pêşketna wî ya abûrî û ramyarî li paş dixe.
Bazaar azad û yasaya (qanûna) temaş kirinê û xwestinê (qanûn – elerd we elteleb) di keve xizmeta pêşketineke firetir û bêtirîn peyda bûna kar dike û her weha nû kirineke berdewam dike û tiştên nû tîne holê û bi vî rengî ava kirineke abûrî bi giştî dike .
Yanî ava kirin û pêşketina abûrî ya azad ew bi xwe peydabûna fersendan dike û civakê ber bi pêşketinê de dajo.
Lîbralîzma konevanî(siyasî) ew jî ku azad kirina abûrê tinebe wê azadya konevanî û ramyarî ne be ji ber ku konevaniya azad nayê holê ku mercên wê nebin û mercê sereke yê ku bandoreke mezin di  jiyaniê de dilîze warê abûrî ye.
Lewra mirov di warê abûrî de ne azad be wê qet azadiyek konevanî bi dest nexe ji ber ku abûriya azad û bi reng. Xweyî azad bi xwe ava kirina konevaniya azad dike û ramanan tine holê ji mirovre û ji civakêre û bi şêweyekî mezin raman û nû kirinê û pêşketinê di civaka dîmuqrasiya azad de dike .
û wilo jî lîbralîzim mafe mirov û azadiya wî çareser dike ji hemû hêlaanve çi abûrî be û konevanî- olî- netewî- civakî_ çandî û ramyarî be .
û pêşketina lîbalîzma dîmuqrasiya azad tenê bi pêşketina mirov û civakê ve girêdaye .
her ku mirov li pêşkeve ew qasî civak li pêşdikeve û wilo jî lîbralîzim ava dibe û ciwantirîn dibe di warê azadyê de û hemû hêlên dîtir .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark