Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Bežź Kurdī ji Girūpź Girkź-legź yź rewženbīrī, nivīskar M.Emīn mihvandarīkir

 


Li roja înê rêkeftî 23/6/2007 û bi amadebûna kesayetên rewženbîrî û siyasî her wiha nûner û rêveberên komelên çandî ,nivîskar û rojnemevanê kurd mamosta M.Emîn li bežê kurdî ji girûpê girkê-legê yê  rewženbîrî bû mêhvan,û mijara xwe ya di bin navnîžana (geryaneke xwež di nava baxê mamosta deham ebdulfettah de) xwend û li ser hat gengežekirin


mamosta M.Emîn di pêžgotina mijarê de pirsgirêka têkildariyê di navbera afranderê kurd û gelê kurd li rojavayê kurdistanê da xuyakirin ,û an ziman : bi rastî nizanim bi çi navbikim ,rewžt û tîtal yan rêz û rawaz yan jî xaleke nêvnas ….wek mirov tê di gihê û di bînê ku yek ji xalên nêvnas yên gelê kurd li rojavayê kurdistanê ewe ,ku ev gel qedir û qîmet cih û rola mirovên xwe yên afrender
,ronakbîr û pispor heya ku ew zendî û jîndarbin nagirê û nasnakê …..gelo ma kî alî di vê derbarê de sûncdar û gunehkare …? Afrander yan jî milet…?! Pažê mamosta m.emîn li ser jînegerya mamostayê hêja deham ebdulfttah axivî û anî ziman ku mamosta deham di sala 1942 ê de li gundê billê ser bi bajarê amûdê ve li rojavayê kurdistanê çavên xwe vekir ye , û xwendina xwe ya seretayî , nawendî , û amadeyî li dibistan  û xwendegihên bajarê amûd û hisiça bi rê ve biriye , derçûyê zanîngiha helebê , bežê ziman û wêjeya erebiye ,mamostayê zimanê erebî bû li dibistanên bajarê amûdê li berahiyê helbest û gotarên xwe bi zimanê erebî di rojname û govarên erebî de belav dikirin ,lê di sala 1978 ê de û di naverasta serhatiyeke derûnî de ket ta û kumanan …..û ev pirs ji xwe kir:(kesê ku tovê xwe di zeviyê xelkê de bi çînê , ji bilî požmaniyê ,gelo wê çi bi çinê ?!
….û ji wê rojê ta îro mamosta Deham berdewame di pêkol û têgerê de ji bo destnîžankirina dermanî , xwe bi xwendin ,danehev û hevberkirina ziman , rêziman û rênivîsa zimanê kurdî de westand û berhemin çak û ciwan di vî warî de nivîsandin û got :((nivîsandin bi zimanê kurdî du armancan bi hev re pêk tînin ,ya yekê ramana naverokê li xwendevanan diyar û pêžkêž di kê û ya di duwan alîkarî û xizmeta zimên bi xwe tê kirin û bi teybetî dema ku ew naverok bi zimên ve girêdayîbê û her du cok jî di herikin ber bi kaniya têrkirin û zengînkirina zimanê kurdî ve ))
pažê mamosta M.Emîn bi gelemperî li ser berhemên deham ebdulfettah yên çapkirî axivî , û diyarkir ku berhemên deham yên çapkirî ta vê demê evin:
1-axaftinek bi kurdekî re. Helbest bi erebî .wergerandi-žam1989 z
2-li ber dergehên lalež-helbest-žam 1990 z
3-nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî.Lêkolîn 1992z
4-hindek aloziyên zimanê kurdî . lêkolîn 1995z
5-di mûzîka helbestên kurdî de . têbînî û bersivdan bi erebî-žam1995 z
6-zimanê kurdî rênivîs . lêkolîn 1998 z
7-destana gilgamêž – wergerandin amadekirin – çapa yekemîn sala 2005 ê duhok- dezgiha sipîrêz. Çapa duwemîn sala 2006 ê sitembol- enstîtiya kurdî ya amedê
8-nav di zimanê kurdî de –lêkolîn –çapa yekemîn 2006 ê –duhok-dezgiha sipîrêz . çapa duwemîn 2006 ê –sitembol-enstîtiya kurdî ya amedê
9-cînav di zimanê kurdî de – lêkolîn –çapa yekemîn 2006 ê –duhok – dezgiha sipîrêz . çapa duwmîn 2006 ê- sitembol –enstîtiya kurdî ya amedê
   û li dawî girûpê girkê-legê tevî mêhvanan sipsiya mamosta M.Emîn û deham ebdulfettah kirin û  xebata wan ji bo ziman û çanda kurdî .
berhevkirin û amadekirin
bežê kurdî
ji girûpê girkê-legê yê rewženbîrî

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark