Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Seyid Remezanê Berzencî (1930 - 2004)

 


Konê Reş

  Seyid Remezanê Berzencî; di nav kurdên herêma Cizîrê de, yek ji navdarên Melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet dihat nas kirin.  Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm e, bi navê Seyid Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin. Ew ji malbata Berzenciyan bû. Ev malbata ku di Kurdistanê de bi nav û deng e. Ew di sala 1930î de li gundê Miherkan, nêzîkî Tirbespiyê hatibû dinyayê, xwendina xwe li gundê Xizna, ber destê Mela Reşîd bi dawî anîbû, ji mela Ebduqudusê Cemîlê Seyda û Seydayê Cegerxwîn fêrî kurdewariyê bibû û di bin bandora helbestên Cizîrî û Cegerxwîn de xwe berdabû nav cîhana tore û wêjeya kurdî.. û dabû pey şopa navdarên kurdan.


Di sala 1949an de li gundê Cimaayê, bareşî Qamişlo cîwar bibû. Di sala 1965an de mala xwe barkiribû herêma Kîkan, gundê Şora Şerqî û lê melatî dikir.. ta ku di roja 6/10/2004an de gundê Şora Şerqî çûye ber dilovaniya Xwedê û di goristana gund de hatiye veşartin.
  Seyid Remezan; zanyarekî olî bû, herwiha kurdperwerekî dilsoz, wefadar û wêrek bû.. Di destpêka damezirandina Partîya Kurdî de li Sûriyê, ew ji kesên pêşî bû ku bûye endam û xebat ji dil û can di ber mafê gelê kurd de li Sûriyê kiriye û di nav re, gelek caran toşî rêtengî û bersivdanên emniyeta rêjîmê bûye..


  Ji sala 1992an ve xwe dûrî karê rêxistinî kiribû û dest bi danheva jînenîgarî û serboriya zanyar, oldar û helbestvanên kurdan kiribû.. Di encam de 5 pirtûk bi navê (jînenîgariya zanyar û oldarên kurdan di Kurdistanê û sirgûnê de), amade kiribûn, beşek ji wan, bi navê (Jînenîgariya helbestvanên kurd) e. Digel ku wî car caran helbest ji xwe re dihûnandin..
  Ji şîretên wî ji keç û xortên kurdan re:
(Divê mirov nebe hevalê pîsan, heta ji mirov bê, qenciyê bike û ya herî baş ewe ku mirov netewa xwe biparêze û xizmeta gelê xwe bike.. Razîbûna Xwedê jî têde heye, ji ber ku her kes berpirsyarê dema xwe ye, berpirsyarê mal û malbata xwe ye..).
  Seyid Remezan baş ji çax û demên xwe di ger û serdana Mela, nivîskar û helbestvanan de derbas kir, da ku jînenîgarî û berhemên wan tomar bike. Min ew wek (Xocakî Xizir) nas kir.. dema ku ji nişka ve, bi rîha xwe ya spî, şaşika xwe ya kesk û cibeyê xwe yê dirêj li deriyê min dida û derbas dibû.. Sawa wî diket dilê min de.. û min ji xwe re digot; Eger Xocî Xizir hebe, Seyid Remezanê Berzencî bi xwe ye.. Sed rehmet li giyanê wî bibare, buhişt mala wî be.
Wêne ji çepê ve: Mele Remezanê Berzencî, Seydayê Cegerxwîn, Kazimê Hisênê Esed, Mele Şêxmûsê Qerqatî, Mele Şêxmûsê Şêxî û Mele Sebrî. Ev wêne di sala 1954an de, di xwepêşandekê de li bajarê Qamişlo hatiye girtin.

Qamişlo 17/3/2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark