Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Qedera Kurdan

 


Ebdûlazîz Qasim

Hemû dizanin ku nakokî û herwiha hevpeymanî yan rêkkevtin di navbera dewletan de li ser binyatê berjewendiyan ava dibin, û wekî dizanin ku îro devera Rojhilata Navîn di nava çend qeyran û krîzên mezin de derbas dibe û bi taybetî qedera miletê Kurd ber bi çarenivîseke nediyar ve diçe.

Îro ji ber heman rewþa Rojhilata Navîn ji aliyekê ve û ji aliyê din ve ji ber zêdebûna destêverdana Tirkiyê û Îranê, em dibînin ku dewletên Erebî sînoran ji bo berjewendiyên xwe danayin û niha yek bi yek digel Îsraîlê rêkkevtina îmza dikin, dibe ku heta hikûmeta Sûriyê jî bigihêje rêkkevtinekî digel Îsraîlê, û herwiha ji ber gaz û petrola deriya Sipî dibe rêkkeftin û girêbestên mezin û sratîjîk di navbera Misr, Yûnanisan û Îsraîlê de bêne îmzakirin.


Ji daxuyaniyên dewleta Tirkiyê xuya dibe ku Tirkiya dixwaze xwe nêzîkî Îsraîl û Ewropa û Erebistana Siûdiyê bike, lê xuya ye ku wê cihê Tirkiyê nabe di nav van rêkkevtin û hevpeymaniyên nû de, herwiha ku gelek ji van rêkkevtinan wê li ser binyatê kêmkirina destdirêjî û destêverdana Tirkiyê û Îranê bêne avakirin, lewra bi baweriya min divê Kurd cihê xwe di çarçoveya van hevpeymaniyên nû de bigire, nemaze ku Tirkiya û Îran di nav de nîn in.

Her parçek ji Kurdistanê divê bizane ku Tirk û Firs û Ereb nabin dost, lewra pêdiviye her partiyeke Kurdî li ser vê binyatê siyaseta xwe ava bike ji ber dijminê bira nabe dostê mirov, herwiha erkê herî mezin dikeve li ser stuyê Herêma Kurdisanê û bi baweriya min divê hikûmeta Herêmê têkiliyên xwe bi taybetî yên aborî û siyasî digel Tehran û Enqerê kêm bike û dûbare siyaseta xwe digel Bexdayê binerxîne û biryara rêfrandomê bi zûtirîn dem bicih bîne.

Piþtî dagîrkirina Kerkûk, Þingal, Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê, îro Hewlêr rasterast ji çar aliyan ve rastî êrîþên dagîrkeran dibe, Bexda bi dorpêça aborî û mûçebirînê, Tehran bi gefên milîsên xwe û mûþekbarandinê, û Enqera bi dagîrkirina axa Kurdisanê bi hênceta PKKê, tevî hewldanên PKK bo lawazkirina Herêma Kurdistanê.

Pêdivî ye Kurd bi wêrekî li ser rewþa xwe rawestin, ji bo yekrêziya gelê Kurd bixebtin û bêdeng nemînin li hember siyasetên PKKê yên dijî destkeftên netewî û herwiha pêdivî ye Kurd dest berdin ji siyasetên biratiya gelan û biratiya digel Ereb û Firs û Tirkan ku ti nanî nadin û ku ev yek xewin û xeyal in bi tenê di mejiyê siyasetmadarên Kurdan de têne xwedankirin.

Bizava Kurdî hemû hewldanên dostaniyê ceribandin, digel Rûs, Amerîkî û Ewropiyan, lê ev hewldan man di çarçoveyên teng de, û hemû qurbaniyên miletê Kurd û qehremaniya pêþmerge ya li dijeterorê û têkþikandina rêxistina DAÎÞa terorîs nekarî rêbigire li dizîna xelata qehremaniya pêþmerge ji aliyê rejîma terorîst ya Tehranê bi wê sînariyo derewîn.

Belê, miletê Kurd li ber man û nemanê ye, qedera Kurdan wiha ye, îro, sibe, dusibê ... divê miletê Kurd li her çar parçên Kurdisanê û li diyasporan bikevin di þerê man û nemanê de, ji bo vê yekê pêdiviya me bi yekrêziyê û bi naskirina dost û dijminê heye û bi tenê bi vê yekê em ê bibin xwediyê xelata herî hêja (Kurdisan yan neman).

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark