Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Silav.. Beşa Duemîn

 


Îbrehîm Şitlo

Silav bi piranî li Civakekê ji yek din diguherin.
Rewşa heyî û hevjînê merivan roleke diyarker dilîze.
Min die Beşa yekemîn de gotibû, ji ber ku silavek ji bo destpêkirina Dan û Stendinê awayek giring e.
Hevalê ku me ji zûve hev û din nedîtiye min bi maçên rast û çep "silav" bi hembêz bû.
Tevlihev-di-silav ... Lê di heman demê de çawa ku ez silava xwe hildibijêrim divê ku ez rewşa heyî jî berçav bigirim.
Ma ez dema li Civîna partiyek an dema hevpeyivînek Kar û Barê kesek nû beşdarbim?


Eger ez Serdana Hevalekî xwe bikim,ma ez li pêş Xêzana wî an li mala me silav didim li Gora her demekê û Lêhatinekê Reng û Awayê Silavê ji hevûtir cuda dibe.
Ma min demek hevalê xwe nas kir, an em yekem car hev dibînin (di vê rewşê de, heya karkerên civakî jî pêşî destên hev digirin)?
Gava ku du kes cara yekem li hev dicivin û her du jî neçar in ku rêgezên çandî yên cuda û nirxandinên li ser rewşê giran bikin, ew heyecan dibe. Dibe ku her kes van rewşên tevlihev dizane ku tê de em bi kurtasî bi kesê din re li hev nakin ka em çawa silavê bidin hev ?
Birêvebiriya silava meya nerm bi zelalî qelsiya pejirandina maçên taybetmendiyê û şablonên çalakiyê yên zelal nîşan dide. gelekan li welatên rojava jî xwendine an jî geriyane.
Silavdan wateya aştî û gazîkirina qenciyê ye.
Lewma dibe beşek ji baweriyên Endamên Civatê.
Divê Silav bibe daxwaza Têkiliyên Dilxweşî,Endamên Civakê ji hev û din nêzîk bike , dilxwaz e ku hezkirin û ahengê di Canên - Giyanên Mirovan de biçîne.
 
Armanc ji Silavê:
Dilan bi duristiya Dilan Mirovan ji hev nêzîk dike.
Silavê bi Dilsozî Kesan ji çavnebarî bidûrdixe.
 
Ew jî bi Zimanê me wilo tê:
Silava Xweda li we be
Hûn li ser Seran hatin.
Hûn li ser اavan hatin.
Hûn li ser Seran û herdu اavan hatin.
Cejna we pîroz be.
Cejna we û Malbatê pîroz be.
Sala we nû pîroz be.
Rojbûyîna we Pîroz be.
Salvegera Bûyîna we Pîroz be.
Her sal û hûn baş bin,
Hêvîya min ji Xweda tujî başbî. Tu û Zarok û Malbata xwe başbin.
Mala we ya nû pîroz be. Hûn Jiyaneka xweş têde derbaskin.
Xweda we biparêze.
Xwida tu Taliyan li we nemîne. Xwida tu Êşekan negihîne we.
Serê xwe radest bikin
Pîrozbahî  li şahîya we be.
Ez hêvî dikim ku her Tendurustbî.
Nesaxiya te derbasbûyî be.
Ez hêvî dikim ku tu jî Êşeka nebînî.
Xweda we ji Bêtara biparêze.
Xweda we ji اavên Qirêj biparêze.
Xweda we ji Kînê Neyaran biparêze.
Xweda Rêya we rastke.
Xweda li gel webe.
Oxir be, Rêya we ser rast be.
Hûn bi xweşî û Aştî bigihin Mala xwe.
Hêvî dikim hûn bi xweşî bigihin nav Zar û Malbata xwe.
Ez dawet / şahiya kurê we pîroz dikim…
Bûka we pîroz be.
Sineta Kurê we pîroz be. Bi Dê û Bav xwedî bibe.
Fermo derbas bin Mal.
Mala we Ava be. Mal bi xêr û Xwedî be.
Mal bi xwedî be.
Ez اavê Zarokên we maçî dikim-Radmîsim.
Zarok destê we maçî dikin.
Destê Xwedê maçîkin.
Buhîşta mezin cihê Miriyê we be.
Serê we û Malbatê sax be.Dilovaniya Xweda lê be.
Yê çû cihê wî Buhîşta mezin be, yê Mayîn ser saxî û Bihna fereh hêvî dikim.
Di Kultûrê mede Kurdistaniyan de Ji Silavê re Systêmek rêk di Jiyana Hezar Salan pêkhatiye, ew jî bi kûrtî wiloye:
·Yê Sal biçûk- Kêm, dest bi Silavê ji yên mestir re dide.
·Yê li ser Piya helsaye, dest bi silavê ji yên Rûniştî re dide.
·Yê Siwar, dest bi silavê ji yên Peya re dide.
·Mêr – Zilam, dest bi silavê ji Afretan – Jinan re dide.
·Yên Hejmar kêm, silavê didin yên hejmar bîtir.
·Li Silavdanê divê hinek Rêzberî diyar be. Wek :
Dema yê Sal biçûk-Kêm  Silavê bide yê jê mestir bide divê Bejna xwe rastke,destê xwe ji Berîkan derêxe û nîşana Berêziyê diyar be.
Ev Rengsilav divê di Warê Silavên ku Mêr-Zilam li Afreta-Jinan didin bi cih bibe.
 
·Ji Kutûra Kurdan jî Qedr û Berêziya Kalemêran,Navsalan bi her Şêweyekî tê nîşankirin :
·Dema Yek Navsal Derbas be  an jî destûra Çûyînê bixwaze divê Kesên ku Rûniştîne – çi bi Çûk. çi Navsal bin -  helsin serpiyan û rawestin ta ew Kesê Navsal Danişe-Cihê xwe bigre.
·Li dawiyê  ez Ji camêriya  we hêvî dikim ku hûn  bi min re ji xwe bipirsin :
„ma ne şerm e ku mirovek kurd li malbat û civaka xwe de nizanibe an bi zimanê xwe yê kurdî de silavan bi Zimanê xwe nebêje ? »
 
Ser Sala we hemiyan pîroz dikim,
hêvîdarim Sala nû 2021 Sala Tendurustîyê, Serkeftin û Dilxweşiyê be.
 
Îbrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic studies

10.01.2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark