Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr.Nurî Dêrsimî – Jînenîgarî / Biography-Beŝa Sêyemîn.

 


Ibrehîm Ŝitlo

Piraniya wan Kesan derbasî dilovaniya Xwedayê gewre bûne û ez tu pêwîstiyê bi navkirina wan li vir nabînim.
Lê ji ber cawaziya yekî ji wan Kesên Çavnebarî û dilreŝ dixwazim ezê weke Nimûne li vir bînim Ziman:
Rojekê ji Sala 1964an, ez û Apê Dr. weke her Car li Salonê rûniŝtîbûn, Zengila Derî lêda. Ez rabûm serpiya û Deriyê Malê vekir. Zilamekî bejinbilind,Laŝgirtî, Serî mezin, Lêvê Devê wî pir Balkêŝ…weke yên Yasir Erefat bûn hema bi vekirina Derîre derbasbû kete hundirê Salonê.


Doktor helsa dest da wî, Mîvan jî cihê xwe li hemberî Doktor girt. Ji Peyva wî Mîvanî ez têgihîŝtim ku ew berê gelek caran Serdana Doktor kiriye. Piŝtî Bihnekê, berê xwa damin û ji Apê Dr. pirsî: Ev Xort kiye?. Min berê nedîtiye!
Doktor navê min bi hinek Pesin jê re got. Dûvre Mîvanê me li dû Qehwê gelek nama Xatir xwest û çû.
Piŝtî çend Hefteyan ew Kes hatina xwe du-sê Caran dubarekirin. Lê her Dem ku Çavên wî li min diketin bi Awîr limin dinêrî.Min nizanîbû ku ev Kesê Temena wî mîna Bavê min bû ji bo çi wilo bi Awir limin mêzedike, çi ji min dixwaze?.
Ne ji temenê mine !...Ka Çîroka wî çiye?
Lê beriya wê  Apê min Dr. li ser wî Kesî wilo ji min re got:
Ev Mamostê dibistana Seretayîye - Zarokaye, li Helebê dijî, tu wî pir ceddî megre, ew gerare(gelek Peyv û Axaftinê Vala!).
Carekê hat, piŝtî runiŝt bi dengekî nexweŝ gote min:
 tu li vir çidikî?
 Bavê te ez xistim Hepisxanê, Tu Casûsî tu tê Mala Doktor…?
Dr. Gotinên wî birî û jê xwest ku ew Êriŝî min rawestîne û dengê xwe nizim bike. Lê Mamoste Heyder H.Q nikanîbû Hêrsa xwe bîtir bigre helsa,bi dengekî nexweŝ xatir ji Doktor xwest û berê xwe da Derî û Xeyb bû.
Piŝtî vê Bûyerê, min Îvara Kira wî ji Bavê xwere bi tevahê nîŝan da.
Bavê min ji min re wilo got:
*„Lawê min tu Pêwîstiyê nede gotinên wî, wî Xinizî û sextekarî di der heqê Dostê min Dadger Omer Kerkuklî - Kurdê Kerkûkêye, Kesekî paqije, ji ber wê li li ba hemûyan bi hurmet û Rêze. Navê wî:Omer Kerkuklî(‚(Ji ber Taybetmendiya Çîroka Dilreŝiya wî bi Sextekariya ku di der Heqê Dadger de kiriya ezê wê di Pirtûkeka cawaz binivisînim).عمر كركوكلي – قاضي محكمة الإستئناف
Zivistana Sala 1966an saleka Sermakî gergîn û pir bervbû. Rojekê telfunek jimin re hat û ji min re hat gotin ku Mirovek dixwaze li gel te biaxêfim:
 
Min pirsî: tu ji ku dipeyivî ?
Bersiv : ez ji Gundê Ŝiyê telefûndikim. Mîvanê me dixwaze bitere biaxêve. Min gotê, Baŝe, ka bela Mîvan bipeyive :
Ez Memedim, ez Xizmê Musa Anterim, Silavê Birayê te ji Istembûlê  ji tere hene, wî nimra telefûnê da min û gote min ku ji bo Pirtokê ez li gel te bipeyivim..
Min gotê fermo xwesteka te çiye?
Memed: Mamoste Musa Anter Kitêbek li Istembûlê çapkiriye, çapxane Pirtokê serbestnake ta Musa Buhayê çapkirinê bitemamî saxneke. Min Sêsed(300) Heb ji  Pirtokê bi xwere anîne ta hûn jî Buhayê wan bidin min ta ez ligel xwe bibim û vegerim bidim Mamoste Musa.
Min jêre got:Bela Mîvandar te li gel çend Pirtokan bigihîne Helebê ba min.
Wilo bû, ku piŝtî Du rojan Memed gihîŝte Heleb û min ew bire Mala Dostekî li Suryana Kevin ta ez hêdî hêdî Karê wî bicih bînim.
Pirtûka Musa Anter bi navê: KARA YARA – BIRÎNA REŜ bû, biçûk bû. Nîvî bi Tirkî û Nîvî bi Kurdî bû.
Min Partî(Partî Demuqratî – S) agahdarkir û Nimûnek ji Pirtokê li gel xwe bir û çûm ba Apê Doktor. Piŝtre min Berêz Memed li gelxwe bire ba Doktor û dûvre jî ducaran me bihevre serdana Mala Doktor kir. Apê Qehreman bi berzî,Qedr û Hurmet Pêŝwaziya Pêŝkêŝa Mamoste Musa Anter kir.
Apê Hêja bi Nûçeya ji Kurdistana Bakûr Tî û birçî bû, çiqas wî Bersiva Pirsan ji Berêz Memed li ser Rewŝa Millet,Kesayatî û Tevgerên Kurdî dibihîstin hîna jî dixwest her guhdarî Mîvanê me bike.
Ji Partî, wê Demê Heval Ebdilrehman Ehmed(ji Gundê Çolaqa-Çiyayê Kurd, lê Helebê dima) berpirsyarê min bû. Partî bi pêwendiya Musa Anter xebatek pêŝketî dît û Pirtoka: Birîna Reŝ
Ŝîrova Civaka Kurdan dikir, bi taybet Rewŝa Gundiya û belengaziya Cutkoran li Kurdistana baŝûr dida xuyakirin.
Li ser Pêŝneyara min,Mîvanê min hêja Memed jî ji Mîvandarê xwe li Gundê Ŝiyê xwest ku hemû Hejmarê Pirtûkê rêke bamin Helebê.
Min hinek Pere ji Doktor, Partî û ji çend Dostên Welatparêz civandin û dane Berêz Memed – lê ew Pere ne li gora Dilê Memed bûn – lê ji bona ew wan Peran zû bigihîne Mamoste Musa Anter  min ew cardin kire Rêya Gundê Ŝiyê ku çawa derbasbûbû aliyê Sûryê, wilo jî vegerî û giha Istanbûlê ba Birayê min – ku navê wî Nurî bû, xwendina Pijîŝkê dikir - û Mamoste Musa Anter.
Serdana Dr.N. Dêrsimî ji hinek Kurd re bi tirs bû, ew bi Gûman bûn ku Mala Doktor her di bin Çavên Asayîŝa Rêcîma Ŝamê deye, ji ber wê Çûyîna  ba wî yan ji Kesên Niŝtmanperwer an jî Kesên ku ji Neyaran re Nandoz bûn(Tirkiyê – gelek diyar bû ku Qunsilya Tirkiyê li Helebê ŝopa Jiyana Qehremanê Dêrsimê dikir).
Xwendevanek ji Gundê Zerka – Çiyayê Kurd, li Bulgaristanê dixwend. Wî jî her ku çawa dihat Sûriyê serdana Mala Doktor dikir.Navê wî:Henan bû, lê bi:Hananê Zerka dihat naskirin.
Bi dehan Car ez û wî li Salona Doktor rastî hev dihatin. Kesekî ne wekî her Kesekî bû. Wî gelek Rexne bi tungî li Bûyerêd di nav Civata Kurdan de dikirin. Pir banga parastina Kultûra Kurdî – li gora Nêrîna xwe - Cenga Goranîvanan ku hinek Stranên Evînî siksî – bi tungî dikir.Berêz Hananê Zerka ew Bûyerên nexweŝ weke Tola Kuŝtinê, Nandozî,Sêxurî,Belvkirina Stranên Siksî, peydabûna Peyayê Mêrkuj mîna SALAN û pir Bûyerê Nakokî û Bê Bawerî di nav Civata Çiyayê Kurdan de peydadibû û Roj ji Rojê bîtir dibû bi Asayiŝa Hukumetê, Qemeqam û Polîsê Herêmê girêdidan.
Wî digot:“ Asayîŝê Bulgaristanê – wê Demê Sytema Bulgaristanê Komînîstî bû – baweriya xwe bi min dike û hej Rastiya min dike ji ber ku ez kurdekî Dilsoz û ne Endamê tu partiyan me, ji ber wê jî wan Dabançekî Alman pêŝkêŝî min kirin.“. Xwendavanê Gundê Zerka gelek Bûyer û Tiŝtên li Bulgaristanê ji mere hewildidan.
Li ser Dem û Dewrana Komela Xwendavanê Kurd li Ewrupa – KSSE - diaxaft, pir jî Aloziya Perçebûnê û Dubendiya nav Xwendevanan ku çawa hineka bi Navê Barzanî xwe didan naskirin hinek Xwedevan jî xwe weke:Celalî dihatin binav kirin.
 Wî li Salên 1969/1970 xwendin berdabû,li nav Herêmê digeriya,lêkolîn li ser Rewŝa Civata Kurd, çi Malbat, çi Partî dikirin. Li Serdana Mala Doktor  Bûyer ü Rewŝa Civakî Apê Qehreman bi Dilferehî guhdarî wî dikir û wilo jî Hananê Zerka her Tiŝtê Dil û Mejîyê xwe li Pêŝ Doktor hildiweŝand.
Li nêzîk Mala Apê Doktor, çend Malên Kurdan hebûn, weke Xelîl Axa Ŝêx Ismaîl Zade ku Xêzana wî bi pêwendiyek germ li gel Ferîde Xan hebû, bi Rêya min Berêz Menan Axa Seydo Mêmê ku Xîzana wî Fehîme Xan – Bingeha wê ji Gundê Mabeta ye - Afretek bi Rûmmet,Hêz, Niŝtmanperwer ku Hevala me Partî bû bi Alîkariya Fehîme Xan Menan Axa ligel min sardana Doktor N. Dêrsimî kir û min bi hev û din dane naskirin.
Mixtarên Gundê Metîna û Mamoste Beŝîr
Kurd cure, cure sardana Mala Dr. Nurî Dêrsimî dikirin. Xort, Navsal, Jin, Keç û Mêr ji her  Reng û Ber, lê Dr. Nurî Dêrsimî li ser van Tiŝtan gelek Ŝiyar û  çavdûrbîn bû.
 Wî jî gelek Caran di vî warî de her ji min re dubare dikir û digot:
**„ Lawê min, ez Beyterî me, ez Kesan bi Nêrînê Çavan Ŝîrove dikim, Nesaxiyê bêyê Pirs û Axaftin dinasim, ez BIL NRZER…BIL NEZER…BIL NEZER Tiŝtê di serê wan Kesan de dibînim.“
Ji Kesên min bi Rêya Apê Qehreman Dr. li Mala wî naskirin: Berêz Hesen Huŝyar – Bavê Gurgîn – bû. Baweriya Doktor pê bilind bû, diyar bû ku Berêz Bavê Gurgîn Dostê Tevgera Xuybûn bû. Dema ew dihat Mala  Doktor bi hatina wî Ŝênayî û Xweŝî dikete Civata me, Dilê Apê Doktor bi Serdana wî geŝ dibû, ew mîna Endamekî Malbatê dihate nîŝandan.
Berêz Hesen Huŝyar Çavdêrî li ser Mal û Milkê Doktor li dora Dêrîkê dikir.
Apê nemir car carna ligel Xêzana xwe serdana Gundê xwe dikir, ŝendsed Donim û Aŝekî wî hebû.
Pêwendiya Apê nemir li gel Dr. Nurddîn Zaza û Esmet Ŝerîf Wanlî berdewam bû. Doktor Posta xwe j ibo wan bi Rêya Cîreneka wî ku di Qatê bin Mala wî de dima rêdikirin û tanî. Ew Ŝûfêrê Rêya Bêrûtê bû, Otomobîla wî Marka Opel habû û di Karê xwede serbixwe bû. Ew Ŝûfêr li gel Malbata xwe gelek bi çavbilindî û Rêzberî li Doktor û Xêzana wî dinêrîn.
Bi derbasbûna salan re û di nîvê duyemîn ê ŝêstî de 1969,1970,1971,1973, hejmar û Rengên kesên ku serdana Doktor kirin bi geŝbûna hesta neteweyî re her diçû bîtir dibû, û hinek kesên girêdayî Partî û Tevgeran jî berê xwe didan Salona wî.
 Peyvên li Salona Berêz Dr. N. Dêrsimî bi genelî li ser Dîroka Kurd û Kurdistanê,  Ŝoreŝan, Serhilana Azadiyê û derbarê çalakiya Neteweyî ya ku di Xortaniya Berêz xwendina zanîngehê de li Stenbol û navên çalakvan û komeleyên ku wî bi ciwanên Kurd re li Stenbolê damezrandiye tîne ziman. Mîr Jaladat Ali Badirxan gelek cihê pesnê bû. Serbilindî, û ew behsa Xebata Malbata Bedirxaniyan dikir û bûyerên ŝoreŝên li Kurdistanê vedibêje.
 Apê Berêz li ser  Dîroka Ŝoreŝa Dêrsimê û komkujiyên hovane ku ji hêla artiŝa Tirk ve hatî kirin û her weha derbarê pêŝkeftinên herî dawî di  Ŝoreŝa Kurdistan Iraqê û Serok Mela Mistefa Barzanî bi gelek dilxwazî ji Mîvanên ku serdana wî dikirin dida nîŝan.
Cudabûna Berêz Celal Talbanî ji Serok Mele Mistefa Barzanî û Dubendiya wan jê re sedema dilêŝ û merema Xemgêniyê bû.
Dr. dilxwaz bû ku Piŝtgêrî bide ŝoreŝa Kurdistana Iraqê û Dûbendî û Ŝerêbirakujî raweste, Banga Yekîtiyê Hêzê Welatparêzan dikir. Banga wî ji Berpirsiyarê Kurdan re herdem :
Yekîtya Netewî bû.
Gotina wî li hemberî Dubendî,Xinizî û Nandozan her dubare dikir û digot :
***„ Êzîdî,Sinnî, Elewî Çî ? Em hamû Kurdin û mane Birçî“
Apê nemir, Dubendiya Olî,Eŝêrtî û Çînî  ji Tevgera Rizgarkirina Kurd û Kurdistanê weke Jehr dizanî. Min die panzde Salan de li Mala wî û li gel Daniŝtin, Axaftin û Jiyana wî Rojane ne dît û nebihîst ku pesna taybet da Olekî, an Çînekê an jî Eŝîretekê û da ser Bercewendiya Niŝtmanperwerî.
Raste, Doktor Nurî Dêrsimî Kurê Ibrehîm Welatiyê Herêma Dêrsimê bû, Hevalê Seyit Riza û di Serdariya Berxwidana Dêrsim bû, baŝ jî tê Zanîn ku Kurdê Herêma Dêrsim bi Olê xwe Islam – Elewî ne,lê Kurdin Kurdistanîne. Banga Doktorê nemir her jî Tolhildana Kurdan bû. Dêrsim herêmek ji Kurdistanêye, Welatiyên wir jî Beŝek ji Milletê Kurdin.
Apê Dr. xwedî kesayetiyek xurt,awirên tûj bû, pir Baldar û Bîrber bû.
·    *(“Ev Mamosteyê ku Bavê min bi Dadgh Omer Kerkuklî ji bo ku Zarokên wî bide xwendin dabû nasîn, Sextekarîkî pir qirêj bi serê Hevalê Bavê min kiribû. Bavê min jî bi Bavê min Kêmasiya Heyder H. Q bi serê Omer Kerkukli kiribû weke Kêmasî li ser xwe dîtibû û gelek pê nexweŝ bû. Ezê di Pirtokê de Navê wî bi tevahî bidim xuyakirin û Zar Zîçê wî li Ewrupa hene ku mixabim gotina Casûs ji Devê Bavê xwe girtibûn û herli dijîtiya min dikin”)
**„BIL NEZER” بالنظر (Peyvek bi Zimanê Erebîye, diyare ew jî di Xwendina Pijîŝkî de li Zanîngeha Istembûlê bi Kardihat. Çawa her Kes dizane ku bîtirî Peyvên Tirkan ji Zimanê Biyaniyan birine. Bi piranî jî ji Zimanê Erebî ye.).
*** Merema Doktorê nemir ji Gotina : MANE BIRÇÎ ku Hemû Kurd Birçêyê Rizgarî, Azadî û Serxwebûnê ne“.
Ibrehîm Ŝitlo
Kurdish&Islamic Studies
20.01.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark