Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: REWŞA DAWÎ A ÎRAN Û ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ!

 


DARA NATIQ

Rejîma Komara Îslamî a Îranê her di yekem roja bi talan birina destkewtên şoreşa gelên Îranê û bi dest ve girtina deshilatê hemî hewl û cehda xwe kir ku ji Îranê cehenemekê bo xelkê xwe çêbike û xelkê evdal û birsî bihêle û elheq hewl û bernameyên wê jî di doma zêdetir ji çil salên borî de, di warê guherîna Îranê bi cehnemê tewaw serkevtî bûye. Yek ji wan bernameyan wêran kirina aboriya Îranê bû.
Darêtina bi hûrî ya siyasetên navxweyî û hevaheng kirina siyasetên derveyî ji bo çêkirina dijminan û mezaxtina dahatên berfireh ên welat di rastaya sergirtina îdeolojiya pozbilindane (bilindfirane) ya zêdexwaziyên xwe, bona gihîştina bi rêberatiya cîhana Îslamê cuda ji gendeliya hevsarberedayî ya hikûmetî karî ku xelkê ji nanê ser sivka xwe jî bêpar bike.


Rejîm di pêşve birina vê siyaseta aborî de li pey vê armancê bû ku nanê xelkê jî di nava lepên xwe de bihêle daku bi vî rengî hemû ewên ku digel siyasetên rejîmê nînin bitirsîne û gefa qut kirina nanê wan bixwe û ji vê riyê we hêza xwe ya tepeserkar di navxwe û hêzên dagîrker û destêwerder di derveyî welat de li jêr navên wekî Spaha Pasdaran, besîc, û... hwd roj bi rojê berfirehtir bike: Ji ber ku di “Umulqera ya Îslamî” ya Îranê de, ew tex ne tenê destên wan nagihîje devên wan, belku di talan kirina malên giştî, gendelî, û rantxwariyê de serbest û azad hêlane.
Ew aboriya wêran ku rejîm wê wekî aboriya Îslamî! bi nav dike, tenê beşek ji kêşeya xelkê Îranê ye, ku rojane digel wê de serûkar hene, û her rojê bi aloziya wê ve zêde dibe.
Ji bilî kêşeya aborî, vê rejîmê bi hezaran kêşeyên din jî bo xelkê afirandiye, ku her yek ji wan kêmnirxtir ji kêşeya aborî ji bo wan nînin, bi awayekî ku bingeha civaka Îranê tevlihev kirine.
Nebûna azadî, serkut û zexta zêde ya li dijî kêmaniyên olî û mesebî, serkut û şikandina neteweyên xeyrî fars, û talana çavkaniyên avî û bin`erd ên herêmên derdora Îranê, û stemên bêqas ên din li dijî xelkê Îranê beşek din ji wan kêşe û arîşeyan e.
Komara Îslamî a Îranê bi xurt û berfireh kirina terorê, ne ewlehî di herêmê de û cihgir kirina dîktatoriya olî a weke xwe ji bo welatên din ên cîhanê, hemû karîn û şiyana madî û olî a xwe yê xistiye holê, alîkariyên herî mezin dide hikûmet û girûpên fendemêntalîstên navçeyê û hemû bi hev re bi serokatî û hevkariya Îranê, astengeke mezin li hember berbi pêşdeçûna demokrasiyê û tenahiyê di herêmê de çêkiriye û heta niha serkevtin jî bi dest xistine.
Ji aliyekî din we guh nedana rejîma Îslamî a Îranê bi yasa û rêsayên navdewletî û hewldan bo destpê rageyştin bi çekên navekî û zêdexwazî û saportkirina girûpên terorîstî û destwerdan li kar û barê welatên herêmî û çêkirina alozî û tevdanan bû sedemên dorpêçên berfireh yên abûrî bo ser wî welatî bi taybetî ji aliyê dewleta Amrîka yê ve. Bandora wan dorpêç û helwestên civaka navdewletî û nemaze dewleta Amerîka li dijî Îranê, ji hêla aborî ve bûye sedemê bê qîmet bûna buhayê diravê Îranê û giran bûna sedî sed ya nirxa pêwîstiyên jiyanê bi giştî û xasmanî erzaqê xwarinê, bê îtibar bûna sîstema bankî û ji kar rawestana piraniya fabrîkeyên navxweyî, ji kontrol derketina rewşa bazarê, vekişîna kompaniyên biyanî û helweşîna piraniya girêbestên ticarî û bazirganî bi wan kompaniyan re, êdî rûxana yekcarî ya aboriya Îranê xistiye rojevê. Ev pirsgirêka di hêla aborî de bandor li ser hemû aliyên jiyana xelkê daniye û êdî jiyana wan pir zehmet bûye û bêkarî, buhatî û nebûna îmkanên jiyanê bûne sedemê bêkar mayîn û birçî bûna bi milyonan xelkê Îranê.
Guman nîne ku penguhirîna wan hemû qeyran û pirsgirêkên dê li pêşerojê da bibe sedemê ji kontrol derketina îdare kirina civakê û ber bi teqîna yekcarkî û serhildana seranserî ya xelkê Îranê bo rûxandina vê rêjîmê û rizgar bûn ji wan hemû arîşeyên jiyanê.
Li rewşek wesa de em dibînin rêjîm herî zêde ji serheldana gel ditirse ta ku zext û fişarên Amerîka, ji be wê jî tê pêşbînî kirin ku rêjîm li pêşerojê de hewl bide jîngehek bi temamî leşkerî û tund li ser welat de zal bike û di nav hêzên serbazî û rêvebirên xwe da jî dest bi tesviye kirinê bike da ku bi yekdest kirina hikûmetek bi rengê polîsî û leşkerî, bikare pêşiya rûxana xwe bigrin. Lê pirsgirêk meztir ji hindê ye rêjîm bikare wan pirsgirêkan bi zora çek çareser bike û bixwaze pêşiya wê herekata nerazî bûna xelkê bigire. Êdî rejîmê li cem civatgeha wî welatî meşrûêiyeta xwe ji dest daye û xelkê bawerî pê nemaye. Rejîmê şiyana modîriyet kirin û organîze kirina wan hemî kêşe û arîşeyan tuni ne û xelk êdî vê rejîmê naxwazin.
Ji aliyekî din ve û herweke dizanin ku, roj nîne ku bi sedema siyasetên dijminkarane ên rejîma Komara Îslamî, gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê ber bi rûyê girtin, kuştin, bidarve kirin, ketina li ser mayînên çandî (mînên veşartî) ên rejîmê û maddeyên hişber, bêkarî, destengî, xemokî û destdirêjiya li ser kerameta keç û jinên Kurdistaniyan û zext û givaşa dem û dezgehên ewlekarî û ajanên vê rejîmê nebin.
Ji aliyekî din ve em dibînin ku serbarê hemû pîlan û astengiyên emnî û metirsiyên vê rejîmê li ser canê wan, xelkê bêzarbûyî ê Kurdistanê, hişyartir û yekgirtîtir ji caran û cesûrane û lehengane, ji derfetên cur bi cur mifahê distînin. Bi bilind kirina dengê nerazî bûnê û berevanî kirin ji mafên medenî û neteweyî, kabûsa tirs û bê dengiyê di hemberî rejîmê de dişkînin. Bi vî awayî em dibînin ku xelkê Kurdistanê bi xwedî derketina ji îrade û nasnameya neteweyî û nîştimanî ya xwe, biryar dane ku êdî di bin barê koletî, bedbextî û bênasnameyiyê de jiyanê nekin. Bona bi destxistina mafên xwe, bi xebata cemawerî û medenî, tirs û sama tarîtî û zexta vê rejîmê, di kok û binetarê de dakutin û biherifînin.
Hêzên rejîmê weke axeke dagirkirî bi Kurdistanê re tevdigerin. Siyaseta rejîma Komara Îslamî ewa ye ku bi zora çewisandin û tund û tûjiyê, xwesteka demokrasiyê û mafê neteweyî yên wî gelî serkut bike, ji ber ku ew li ser vê baweriyê ne ku xurt bûna her tevgereke azadîxwazane dibe sedema parçe parçe bûn û ji hev belav bûna Îranê, lewra jî xebatkarên me û neteweyên din yên Îranê bi cudaxwaz dihesibînin û li gor vê yekê jî bi awayekî bê rehmane cezayan bi ser wan disepînin.
Ew rastiya vê yekê dibêje me, ku zû yan dereng, rejîma Îranê bi sedema kelekebûna zulm û zorî û bêdadiyê li ser hev, nêzî lêva kendalê jinav çûnê dibe, û hekî her bi vî awayî dirêjiyê bide siyasetên xwe, û ber bi qebûl kirina nasnameya neteweyî ya neteweyên Îranê û demokratîze kirina welat pêngavan hilnegire, dûr nîne ku di pêşerojê de wekî Iraq û Sûriyê ber bi perçe perçe bûnê ve here.
Rastiya vê boçûnê jî ji vir ve çavkanî digre, ku em dibînin neteweyên bindest roj bi rojê zêdetir girîngiyê didin nasnameya xwe û rizgariyê dikin xudîka daxwazên xwe.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark