Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: “Joe Biden” û qeyrana Sûriyê

 


Ebdulazîz Qasim

Heta niha ne xuya ye ku rêveberiya “Joe Biden” wê çawa serederiyê ligel krîzên Rojhilata Navîn bike, hemû şirovekarên siyasî çavrê vê yekê ne ku “Biden” wê bi awayekî cuda ji siyaseta “Trump” serederiyê bike, bi taybetî li Sûriyê, ku dibe Amerîka bi roleke kartêker rabe û guhertineke mezin bêxe di siyaseta xwe de, û derbarê vê yekê, Enstîtuya (Middle Eas Insitute -MEI), berî çend rojan di raporteke xwe de diyar kiribû ku Amerîka wê heman siyaseta berê di derheqa dosiya Sûriyê de pêrew bike, û cudahiya herî mezin di navbera siyaseta “Trump” û “Biden” de, ku “Biden” wê siyaseteke bi terazû û hevsengî û neliv bicih bîne, berevajî siyaseta Trump ya nerehet û bêserûber.


Ji aliyekê din, rojnamenivîsa navdar “Heba Al-Qudsî”, rêvebera nivîsîngeha rojnama “Al-sharq Al-Awsat” li “Washington”, gotarek di 02.12.2020-an de belav kir û xuya kir ku nûnerê taybet yê berê yê rêveberiya Trump li Sûriyê, “James Jefrey”, bi rêya têlefonê rewşa herî dawî ya siyasî û ewlehiyê li Sûriyê, û rola leşkerî ya Amerîkî li Sûriyê û Îraqê ligel tîma serokê “Joe Biden” şirove û gengeşe kir, û diyar kir ku niha herî kêm 600 leşkerên Amerîkî li Sûriyê dimînin.
Herwisa nûnerê taybetî yê Amerîka bo Sûrîyê yê nû, “Jules Rayburn” di prês- konferanseke çapemeniyê de li ser bernema “Zoom” di dawiya serdana xwe de ya li Qahîre di bersiva pirseke rojnama “Al-Sharq Al- Awsat” de got ku Amerîka sê armancên serekî li Sûriyê hene, ya yekem têkbirina rêxisina “ISIS” ye, ya duyem qewitandina milîşên Îranî ji Sûrîyê ne, û ya sêyem jî pêkanîna çareseriyeke siyasî ye li Sûriyê li gorî biryarên Netewên Yekbûyî.
Aliyên siyasî wisa texmîn dikin ku serok “Biden” û wezîrê wî yê derve, “Anthony Blinken”, wê bixebitin ji bo serrastkirina hin siyasetên şaş yên rêveberiya Obama yan bicihkirina hin tiştên ku Obama nekariye bike, hevdem ku “Biden” di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de gotibû ku biryara Trump ya li ser vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê têkçûnek bû, û bal kişandibû li ser girîngiya piştgiriya Kurdên Sûriyê.
Nûnerê Amerîkî got: “Îran bi armanca ku bibe gef li ser Îsraîl û deverê, hewl dide ku bingehek sratejîk li Sûriyê dirust bike, lê ew sernekevt wekî ku Qasim Sulêmanî dixwest, ku rastî berxwedana leşkerî ya welatên cîran, û dorpêçên aborî û siyasî û givaştên Amerîkî hat, û da zanîn ku”ev givaştin dê berdewam bimînin, û civaka navnetewî û dewletên herêmê teqez in li ser ku nehêlin Îran armancên xwe bicih bîne, û nehêlin “Hizbullah” ji bo têkdana aramiya herêmê, bingekên leşkerî li Sûriyê dirust bike».
“Jules Rayburn” derbarê rola Tirkiyê got ku “ti rêkkeftin di navbera me de li ser her tiştî nîne, lê herdem em rêyên danûsendinê dibînin”, û piştrast kir ku piştî çareserkirina krîza Sûriyê, divê hemû hêzên biyanî, yekser ji Sûriyê derkevin”, û got ku Amerîka şandina çeteyên opozisyona Sûrî bo derveyî Sûriyê red dike.

“Jules Rayburn” tekezî li ser rola Misrê bo çareserkirina krîza Sûriyê kir, hevdem ku Misr û Erebisana Si’ûdiyê û Îmarat di hewlên berdewam de ne ji bo lawazakirina pêgeha grûpa Îxwan Mislimîn û opozisyona alîgira Tirkiyê “Îtîlafa Sûrî”, herwiha ku tawanên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji aliyê gelek saziyên mafên mirovî ve têne dokumêntkirin û gelek daxwaz hene ji bo êxistina “Îtîlafê” û artêşa wê ya naskirî bi navê “artêşa nîştimaniya Sûrî” di nav lîsta terorîzmê de bi gunehbariya encamdana tawanên şer û tawanên dijemirovî li dijî miletê kurd li Efrîn û Girêspî û Serêkaniyê û dizîna dermal û samanên welatiyên kurd û talankirina şûnwarên dîrokî  yên herêma Efrînê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark