Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Nurî Dêrsimî.. Jînenîgarî /Biography - Beŝa Yekemîn

 


Ibrehîm Ŝitlo

Qehremanê Ŝoreŝa Dêrsim Dr. Nûrî Dêrsimî bi qewîtiya Serdariya Berxwedana Dêrsim piŝtî Êriŝa hovane yên Çekdarên Dewleta Tirkiyê li ser Dêrsimê ji Herêmê derket û xwe gihand Devera Iskenderûn.
Di Sala 1938 de binehênî darbasî Bajarê Helebê bû, dora Salekê bi nehênî li nav Civata Ermeniyan dijî. Di dawiya Sala 1939 de bi alîkariya Mezinê Kenîsa Ermenan bi fermi li gora Peymana ku Iskenderûn kirin para Dewleta Tirk, Dr. me nemir bû Welatiyê Dewleta Sûryê.
Piŝtî Salekê Hukûmeta wê Demê( Fransa weke ji aliyê Civata Milletan bûbû Berpirsyarê Sûryê) Karê Doktorê Veterînêrî li Bajarê Ezazê pê hilpesart.


Lê çawa Hukumeta Tirkiyê pê agahdar bû ku Qehremanê Dêrsimê li Sûryê dijî û Ŝopa wî li Ezazê bicih kir, bi awakî Fermî ji Dewleta Fransa xwest ku Dr. Nûrî Dêrsimî bide destê Tirkiyê ji ber ku ew li gora Tirkiyê hîna Welatiyê Tirkiyê ye û li wir bi Tawanbariya Dadgeha wir Biryara bi darxistinê dijî wî hebû û li gora Hukûmeta Tirkyê Dr. ê Qehreman weke Gunehkarikî Bazdayî bi nav dikir.
 Lê Hukûmeta Fransa xwesteka Tirkiyê bi cih ne anîn. Piŝtî ku Dewleta Tirk sê Caran xwesteka xwe ji Fransa dûbare kirin û her Xwesteka wê bi Na jê re vedigeriya, Dewleta Tirkiyê bê Çare ma û Hêviya wê bi girtina Dr. Nemir birrî, ica bi Rêya Diplotatîkê Tirkiyê ji Serdariya Fransa re got:
“ Hema hûn wî nadin me, lê divê hûn bezanibin ku Hebûna wî li nêzîkî Sînorê Tirkyê ji Dewleta Tirkiyê re Aloziyek mezine“ ü ji Hukûmeta Fransa xwest ku Cihê Dr. ji Ezazê biguhêre û dûrî ji Sînorê Tirkiyê be.
 Ica, Cihê Karê Dr. Nurî Dêrsimî ji Ezazê rakirin û Karê Vitirinêrî li baŝûrî Sûriyê - Bajarê Swêde bû û dûvre ŝandin Qudis - Felestînê. Li wir Hevalê wî yên Tevgera Xoybûn Karê Pêwendiya Derve pê sipartin. Li Felestînê li gel mezinên Felestîn Pirsgirêka Kurd da nasîn û herwiha jî li gel Tevgerên Juhû jî Pêwendî kir.
Piŝtî Cenga Felestînê – Cuhû pêkhat, Cihê Karê wî ji wir hate Bajarê Helebê û ji wê Demê de ta Koçberiya wî di Tabaxa 1973 yan li wir ma.
            Ta Sala 1962 Mala wî li Kolana:Îsmeîliyê- Cada Ehmed Ŝewqî - Avahiya Gozim bû. Piŝtre barkir Kolana Mehetet Baxdad – Ew Qat ji Ewqafê Kirî.
Dr, Nûrî Dêrsimî di Salê 1961/1962 bi Nexweŝiya Dil ket.
Apê Têkoŝer û Welatparêz sedema nasaxiya Dilê xwe ji min re wilo got:
Rojekê Dr. Nureddîn Zaza telefûnek ji min re ji Bêrûte vekir û gote min:
“ Xortekî Kurd Dêrsimî wê were Ba te, tu baweriya xwe pê bike.“
 ( Dr. Nureddîn Zaza demekê ji ber  Hukûmetê Sûriyê xwe dabû alî û li Libnanê dijîya. Dr.Nurî Dêrsimî baweriya xwe heta dawiya Jiyana xwe gelek bi Dilsoziya Dr. Nureddîn Zaza hebû, jê hezdikir û baweriya xwe pê dikir. Ew li bawî  Kurdekî Welatparêz,Xebatker û Dilsoz bû.).
 Piŝtî Telefûna Dr. Nureddîn bi 2 Rojan, Yekî li Derî da, min ew Peyayê ku Nureddîn ji min re rêkiriye li pêŝ xwe dît. Piŝtî Bixêrhatinê, wî navê xwe ji min re got û xwe ji min re weke Kesekî Dêrsimî pêŝkiŝ kir û Navê Gundê min, Mala me,Êl û Eŝîra me, navê Gundiyan û Malbata Bavê min, hemû Bûyerên ku li Dêrsimê û çend Kes jê xweŝ mane ji min re Ŝîrove kirin. Biser wê de jî ji min re navê Keça min Delal got û wî wilo her Tiŝtek kûr û hûr bi temamî digot ku min û Xaltîka te jê bawer kir û hîna jî ji ber ku ew bi Rêya Dr. Nureddîn hatiye ica baweriya me bi Gotinên wî bê Goman bû. Wî çi ji mer re digot me jê bawer dikir.
Ji min re got ku Keça min Delal hîna jî dijî û gelek hûr û kûr ji min re pêjirand ku Dilê min pê hat girêdan.
Wî wilo xwe xist Dilê min û Xaltîka te ku me ew weke Mîvanekî pir giranbuha didît ta ku me Oda xwe yê ku em lê dirazin jêre hîŝt. Lawê min, min bi destê xwe Xwarin jêre datanî.
Lê, wî gote min: ku ew dixwaze Tevgerekî Ŝoreŝgêrî Kurdistanî pêkbînê û Xebatek xurt bike. Ewî dixwest Tola Dêrsimiyan ji Tirkiye bibe. Wî Pîlana xwe wilo her tiŝtek bi Zelalî û germî Ŝîrove dikir ku min jî Pêŝneyarê wî bi rêzkirina Xebatek Niŝtmanî qayîl bûm û ji bo Sazkirina Tevegerekî Kurdî Ŝoreçgêr min û Xaltika te Zêrê xwe firotin û çi Perê me hebûn û hîna jî Deyn kirin me jêre amade kirin û berî ku ew ji ba me birêkeve Xaltîka te hinek ji Peran jêre di nav Çakêt û Cilên wî dirûtin û bi hembêz û germî oxirkir. Min jê xwest ku çawa ew bi xweŝî bê Alozî bigihê Tirkiyê min bi awakî agahdar bike ta Dilê min û Xaltîka te xweŝ be.
Piŝtî Heftîkê Kertek ji min re bi Postê hat. Ew Kerta Postê Fotografê Bajarê Iskenderûnê liser bû, pêŝî Dilê min xweŝ bû ku Mîvanê min Hêja bi serfirazî ji Sûryê derbas bûye. Lê wî wilo nivîsandibû:
„Ez bi Karê Kuŝtina te hatibûm Mala te, lê gelek caran ku min destpêdikir ku te bikujim  lê dema Çavên min li Destê te yê dilerzîn te Xwarin û Vexwarin ji min re datanîn Destê min ranedibûn ku ez Karê pê hatime bicih bînim.“
Piŝtî Apê Nemir Gotinên xwe bi kul û Keser bi Dawî kirin, min jê pirsî dawî te Tiŝtek jî bihîst an Dr. Nureddîn Zaza negot ewî çawa Naskir, Apê Nemir Bersiva min wilo da:
Weke Dr. Nureddîn ji min re got, ku ew ji aliyê hinek Kurdê Welatparêz hatibû ba wî Bêrûtê.
Navê wî Hesen Boluŝ bû, ew piŝtî çûbû Tirkiyê, MÎT ew xistibûn Zindanê nav Welatparêzên Kurd, lê wan zû naskrin ku ew Nokerê MÎTe, hema wan dixwestin wî di Zindanê de bikujin, lê ji wir MÎT ew derxistin û ŝandin Swêdê nav Kurdan, lê li wir Ŝopa wî wenda bû.
Dr. Dêrsimî, Peyakî Bejn ne Bilind û ne kinbû, Comerd û Xwedî Vîn û Kerisme bû. Kesayetîkî bi Ŝewqa Dîrokî bû.
Bîr û Baweriya xwe Kurd û Kurdistan bû,tucarî gotina Olî, an Pirsa Olî ji Mîvan û Kesên Serdana wî dikirin ne dipirsî. Derd û Xema wî serkeftina Kurdistanê bû. Jiyana wî her Kurdayetî bû û Armanca wî her rizgarkirina Kurdan bû.
Salona Mala wî, Dibîstana Hiŝyarbûna Niŝtmanperweriyê bû. Hiîç tu Cudayetî di Gotin û Axaftina Apê Qereman de di neqeba Civata Kurdî de tinebû. Qaban û Mêzîna wî Welatparêzî bû. Ne Paŝe, Beg û Axa ne jî Maldar û ne jî Olîtî bi Qedir û Qîmet bû: Her Kurdayetî…
Ew bû ku Gotina Netewî ji Mêvanên xwe re dûbare dikir û digot:
„Sinnî, Elewî, Êzîdî çî? Em hemû Kurdin û mane Birçî!.“
Kurdish&Islamic Studies
Ibrehîm Ŝitlo
29.11.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark