Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî! Ev bajar, bajarê min û te ye

 

 
Konê Reş

  Ezbenî! Bajarê te, ji bil dengê şer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi şer, pevçûn û qerebalixin û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din, jana hala Korona û xelayê dikşînin.. Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min û te ye.. Bajarê bêdenga ye.. Bajarê ku di kêferata mirinê de li ber xwe dide.. Di kolan û çarşiyên bajarê me de, gelek celeb di ber te re derbas dibin; rîha hina dirêj bûye, hin bi telkî di tewtihin, hin derbas dibin û bi xwe re xeber didin, hin tu nizanî berê wan li ku ye, ew jî nizanin berê wan li ku ye.. Dawî, tu di hisî ku, dilê te bi dizî digirî.. Ji ber ku te xweş naskiriye, tiştek nayê guhertin..


*      *      *
  Ezbenî! Wek ku tu dibînî, em gêjomêjo bûne.. Ji neçarî, em çirayên ronahiyê dipelixînin! Veşartokên xwe li ber tava rokê vedişêrin! û êdî nema zanin, em ê li kû bisekinin. Ji berpirsyarên rêxistinên me re; ewên ku em hez wan dikin û ew dîroka me ne; gelo em ê çawa pêvajoya we a rast bişopînin..?! Ji welatiyên me re; ewên ku xewin û azadiya me ne, ji bo wan dibêjim; gelî xewnên welatiyan! Zû bi zû nemirin û jibîr nebin.. Û wa Azadiyê! Asoyê xwe di ser bajarê me re fireh bike.. Bela bajarê me teng nebe, bêdeng nebe û pênûsa me neşke..
*      *      *
  Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweştir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijî û pêre zindî dimîne.. Erê, tiştên xweş, temen kurtin û tevî ku her tişt bi demê re têne guhertin lê, her xewnên kevin xweş dimînin.
Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye!
*      *      *
  Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçin û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eşkere ye, ya din nepen û veşartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitşe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiştên veşartî gerya ye.. Tiştên diyar her kes dibîne û bi wan zane, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiştên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..
*      *      *
  Ezbenî! Ne ev nasnameya te fêdê li te dike û ne serokên rêxistinan fêdê dikin.. Tu bûye mîna tûmê kelemperê, li ber bayê vê payîzê.. Tu nizanî kî werîsê te sist dike û kî dişidîne.. û birçîbûn û Korona (Covid 19) jî, bi rex te ve bazdidin.. Dost, heval, cîran û mirov di mişextiyan de belav bûne.. û ne çemê Firat di hawara te de tê û ne çemê Dicle li ser te digirî.. û her xelayê serê xwe rakiriye, bihabûneke bêpîvan di hundirê mala te de digere..! Destê xwe li qirika te dişidîne..! Û tu nizanî kengî wê ev rewiş bi dawî bibe..
*      *      *
  Ezbenî! Di vê rewşê de, tiştê herî baş ku li pêş me maye ziman e. Zimanê me dîroka me ye û dîroka me di zimanê me de ye.. di zargotin û folklorê me de ye.. Ew zargotina ku ji ber qedexebûna zimanê me, nehatiye kom kirin û nivîsandin.. Neyarên me jî bi kêfa xwe têde çêriya ne, têra xwe jê dizîne û gelek jê kirina ji milk û malên xwe.. Werin, em ji nû ve destpê bikin; zargotin û folklorê xwe kom bikin, bidin hev û binivîsînin.. Mane kurdan ji mêj ve gotiye: "Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e".

Konê Reş, Qamişlo



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark