Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: „Wêne yê Rastiyê“

 


 
Siyamed Sîpan Ugurlu

Li Tirkî niha hemû rojeva siyasî di hilbijartinên pêþwext de kilît û asêbûye. Hemû axaftin û babet li ser hilbijartinan e. Bi van hilbijartinên pêþwext, eskeriyê di bin pêþkêþiya Yaþar Buyukanit xwest ji hikumeta Erdogan re bêje: Yan tê hiþê xwe binê serhev û seramser were ser xeta me, an jî ji hilbijartinan hûnê dest vala û tazî derkeve. Peyam gelekî vekirî û zelale.


Ji bo ku eskerîyê xwe li hember kir asteng, hikumeta heyî nikaribe Serokomar bi tenê bilbijarta. Ev „Wêne“ baþ xûya dike bê li Tirkiyê kî li ser desthilatdarîyê ye, bê li tirkî kî xwedî mafê axaftinê ye, bê li tirkî maf di nav kîjan qîlan deye.
Ji aliyê din operasyonên leþkerî bi sed hezaran lêþker didome û firokê dewleta tirk, li ser sînorê Baþûrê Kurdîstanê firên bêzariyê davêje.
Binerin ji dema KCK, li ser pêþnîyar û daxwaza Rêberê KCK Abdullah Öcalan, agirbest îlan kiriye oparasyonên lêþkerî ji beza xwe nexwariye û ji salên ku þer di demên xwe yî germ de jî zêdetir bûye. Di sedan leþker dimre û gelek gerîlayên ku hêjayî welatekî ye jî þehît dikeve. Lê ji dêvla ku mirov hêvî dike ku rewþ were rawestandin û operasyonên leþkerî were sekinandin agir hîna bi nijadperestiye û bi çûna ser hêzên demokrat tê gûr kirin.
Yaþar Buyukanit di wê baweriyê de ye ku ewê karibe dest li paþ û li ser hev, têkeve Baþûrê Kurdîstanê, di wê kinyatê de ye ku dê karibe xeyalên hevkarê berî wî, ev 30 salin xeyal dike, pêk bîne, xeyala tinekirina Hêzên Rojên Azad, Hêzên Parastina Gel.
Li dû qûna xeyalên xwe digere û ji bo wan xeyalên xwe pêk bîne dê çi bikeve ber wî biheciqîne.
Erdoganê ku li ser gotinên xwe yî gotibû: „Pirsgrêka Kurd heye û Pirsgrêka mine“ niha jî dibêje: „Min got û min negot“.
Tirkiye li ser benê rastiyan dimeþe, ku van rastiyan nebîne û hewl nede ku çareser bike, dê rewþek ku kes naxwaze bîne ber çavê xwe derkeve holê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ev xeter hîna ji mêjde ve didît û hiþyarî dikir. Lê belê aliyên pêwendîdarên eskerîya tirk xwe li keriyê datîne û ew nêzîkbûn hîna jî berdewam dike.
Dewletên Ewrupî, xwedêgiravîn parazvanê mafên mirova, jî kerbûna xwe didomîne û hîna jî dewam dike. Ewrupa kiryarên li Tirkiyê diqewime ji nedîtî ve tê û dema gotin tê ser pirsgrêka kurd, dikare hemû zagon û qanûnên xwe bin pê bike. Dema mijar dibe Kurd, ne Ewrupa ne Emerîka û ne dewletek din, hemû ji nedîtî ve tên, hemû derî û þibake tên girtin.
Ev rewþa asayî wûsa bimeþe û Birêz Öcalan nêbe dermankirin, Gelê Kurd dê pêþî li çemên hêrsa xwe veke.
Ku mirov rastiyên heyî bigîhîne ser hev, wêneyekî gelek tevlihev û xwînî dê derdikeve holê. Wêneyekî ku kesê nikaribe lê temaþe bike. Ev jî mirov dikara wekî „Wêne yê Rastiyê“ bi lêv bike.
Di rewþa mijara gotinê de dibê Kurd li ser xêza strajeyî netewî hevdû bivîne û nirxên xwe yî netewî derxîne pêþ. Tenê li ser qeta netewî dê Kurdê karibin êrîþên li hemberî wan vala derxîne û destxistinên xwe zêdetir bikin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark