Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Ez û Konê Reþ û Mihemed Arif Cizîrî

 


 Hevpeyvîn: Mefer Kurdil

  Min di derheqê jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî de, çend tiþtên bi taybetî ku li ser torên civakî hatine belavkirin ji niviskar û lêkolîner Konê Reþ pirsî. Min xwest ku ew Mihemed Arifê ji terefê gelek kesan bêtir weke stranbêjê eþqê û tenê li ser dilan kilam gotiye derdikeve pêþ, bi çend pirsan ji kilam û stranên wî wêdetir, li ser ked û hezkirina wî ya Kurdî û welêt bisekinin. Fermo; ez û Konê Reþ û beþek ji jiyana Mihemed Arif Cizîrî.


1 – Mamoste, Mihemed Arif di 13 saliya xwe de hîn zarok tê heseb çima tê girtin. Sedemên polîtîk an bi tiþtekî din?
- Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî, ev ê ku ji berî 108 salan ve (Havîna1912), li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî çêbûye û wek tevahiya zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, fêrî çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye û li gor biryara Mîrê Botan ya ku lazim e, her kurdek ji xelkên bajarê Cizîra Botan straneke kurdî zanibe.. Anku bajarê Cizîra Botan ji mêj ve keleha ziman, ferheng û rewþenbîriya Kurdî a giþtî ye.. Ji ber kurdewariya xelkên wê, di heyamê komara Kemalî de, bi tundî þerê wan hat kirin.. Di sala 1925an de, piþtî têkçûna þoreþa Þêx Seîd Efendî li Diyarbekirê, Mihemed Arif jî bi gunehê kurdewariyê digel gelek xelkên Cizîrê hat girtin û zindankirin û çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirin.. Anku dikarim bibêjim; girtina wî polîtîkî bû.

2 - Ji hepsa Diyarbekirê bi efûyê derdikeve gelo? An salê xwe dadigire û derdikeve. Û dibêjin hevalên wî ên pê re hatine girtin tên îdam kirin ev rast e?
- Ez nizanim kî pê re hatibûn girtin an îdam kirin û temenê wan çend bû.. Lê tiþtê ez zanim hingî temenê M. Arif 13 sal bûn û dema ku ew di sala 1928an de, di nav lêborîna giþtî de serbest hatiye berdan temenê wî 17 sal bûn.. Belê ew bi efûya sala 1928an, ji ber temenê wî yê biçûk hatiye berdan.

3 - Çûna wî ya Duhokê ji feqîrî ye an ji sedemên polîtîk e?
- Piþtî ku ji zindanê hatiye berdan û vegeriya ye Cizîrê. Ji ber feqîrî û hejariyê, berê xwe daye herêma Badînan, bajarê Zaxo. Lê, lê dirêj nekiriye.. çûye Duhokê û bûye yek ji xelkên wê.. Li Duhokê û derdorên wê wek sinetçî kar kiriye.. pêre jî stran di koçk û dîwanên axaler û begleran de gotiye, ta ku rewþa wî pak bûye, hingê ji nû, ji xwe re dikanek wek restorantekê li Duhokê vekiriye.

4 - Bi rastî jî diyalogek bi vî rengî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de derbas bûye? "Ku tê gotin, Mihmed Arif ji Mele Mistefa Berzanî daxwazekê dike û jê re dibêjî "Min bike bilbilê Kurdistanê". Mele Mistefa dibêjî "Kuro Mihmed Arif stranên te hertim li ser eþq û meþqê ye te carekê li ser eþqa kurdistanê stranek ne gotîye ku heya ez te bikim bilbilê Kurdistanê"
- Li gor ku min bihîstiye kêfa Barzaniyê nemir ji kultura civakî re dihat.. Herwiha ji deng û stranên Mihemed Arif re.. Min jî wek we ev çîrok bihîstiye; min bihîstiye ku Barzanî bi henekî lê vegerandiye: "Tu bilbilê Xifþê ye..". Di baweriya min de, ev gotina Barzanî jêre ne bi wateya ku (Mihemed Arif), ne bilbilê Kurdistanê ye.
  Ji ber ku Mihemed Arif Cizîrî li ser Kurdistanê stran gotine, wek vê strana di pesnê PDK de, dema dibêje: "Partî me partî me.. esasê xwe partî me.. Lê yadê lê yadê.. bextê te me tu bêje.. Ro derket ji Bexdayê, þewqa xwe da dinyayê.. Þer ketiye Kurdistanê.. Þer kiriya Barzanî.. Partî me partî me, bûm lawikê partî me..". Ma ev strana wî ne li ser Kurdistanê ye?!
  Tiþtên wek hev têne bîra mirov; carekê rehmetiyê Seîd Yûsif ev serpêhatiya xwe û Dr. Kamîran Bedirxan ji min re got: Di sala 1971ê de Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hat Beyrûtê.. Ez jî, di nav kurdên Libnanê çûm pêþaziya wî û em di civata wî de  kom bûn.. dema ku kêfa xwe ji min re anî.. yekî ji civatê jê re got; Mîrê min! Seîd Yûsif stranên netewî nabêje..?! Mîr Kamîran beþiþî û lê vegerand: Kurê min! Dema dibêje; Girê sîra bi sire, ew Kurdistan e..  

5 - Bi we çima dengbêjekî mîna Mihemed Arif bi qîmet navê wî bi qasî stranê wî derneketiye pêþ? Bi taybetî li bakurê welêt.
- Di baweriya min de ev yek li rewþa Kurdistanê a ciyopolîtîkî vedigere; dagirkirin û perçekirina Kurdistanê.. Wek ku hûn zanin, her perçeyekî Kurdistanê di pîkola serxwebûnê de ye.. Hîn ew aramiya ku em li navdarên xwe ji stranbêj û dengbêjan xwedî derkevin nehatiye.. Heqê tevan heye.. Li vir dipirsim gelo! Guhdana ku bi navê Mihemed Arif hatiye kirin, wilo bi navê Gerebêtê Xaço, Kewîs Axa, Elî Merdan, Tehsîn Taha, Miradê Kinê, Þakiro û yên di bejna wan de hatiye kirin? Sebaretî guhana bi navê Mihemed Arif Holek bi navê wî li Duhokê hatiye avakirin û pêkerê wî li ber dergehê wê holê bilind xuy dike.. Hem jî du pirtûk li dor jiyan û stranên wî hatine çapkirin yek ji rex mamoste Segvan Abdulhekîm ve bi navê (Mihemed Arif Kewê Resen e), û yek ji rex mamoste Ehmed Cizrawî ve, ew jî li dor stran û hunera wî.. Xwezî me karîba li dor tev stranbêj û navdarên xwe pirtûk berhev kiribana..   

6- Bi we hezkirina Mihemed Arifî li ser welêt û Kurdistanê bi çi rengî bû?
- Dikarim wilo bibêjim; her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser piþta navdaran tê avakirin.. çi di warê þer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxan kir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast.. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir.
  Sebaretî min û Mihemed Arif dikarim bibêjim; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawarê a mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pêre jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirin re bêhna min derdikeve, ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe. Û her roj lê guhdarî dikim.
  Xweþ li bîra mine, di sala 1968an de, ez di qonaxa amadeyî de bûm, dema ku M. A Cizîrî hat Qamiþlo û li seyrangeha Gerbîs ahengek gerand.. Di wê ahengê de gelek stranên xweþ gotin.. Ta niha, ew hatina wî ketiye bîranînên xelkên bajarê Qamiþlo de.
Konê Reþ/ Qamiþlo 30/10/2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark